Em dipirsin: Ew polîsên ku du zarok kuştin serxweş bûn?

Duh şev li Silopiyayê wesayîta zirxî ya bi navê Akrep, dîwarê xaniyekî xera kir û du zarokên ku di mala xwe de razayî kuştin. 

Derbarê kuştina Mihemedê 7 salî û Furkan Yildirimê 6 salî de, heta niha ji aliye berpirsan ve ti îzahet û daxuyaniyek nehat dayîn. Bi awayekî hovane du zarok hatin qetilkirin û ev kiryar jî tê bincilkirin, tê normalîzekirin û wek “qeder” tê tarîfkirin.

Em ji Wezareta Karûbarê Navxweyî û ji Walîtiyê dipirsin, wek kesên ku bûne şahide vê bûyerê behs dikin, ew polîsên ku wesayîta Akrepê diajotin, serxweş bûn an na? Heta niha derbarê van polîsan de lêpirsînek hat vekirin an na?

Em ji Uxur Kaymaz, Nîhat Kazanhan, Tevrîz Doru û Berkîn Elvan û ji gelek zarokan dizanin, kuştina ti zarokî ne “qeza” ye ne jî “qeder” e. Bi vî awayî ev tawan nayê normalîzekirin û bêsûckirin.

Divê demildest derbarê berpirsên vê bûyerê de tehkîkateke yasayî were destpêkirin û di çarçoveya wijdana raya giştî û qayîdeyên huqûqî yên gerdûnî de edalet were pêkanîn.

Bila baş bê zanîn, em ê her vê bûyerê bişopînin. Xwedê rehma xwe li Mihemed û Furkan Yildirim bike û serê malbata wan û serê gelê me sax be.  

 

Lijneya Rêvebirina Navendî ya HDPê

4 Gulan 2017