Em ê bi hev re serkeftinên mezintir bi dest bixin

Hevalên Ezîz,

Di têkoşîna me ya hevpar a siyasî de, heta demekê bi mecbûrî cihê me hate guhertin. Lê biryardariya me, kêf û coşa me ji berê zêdetir e. Ez bi dil û can di vê baweriyê de me.

HDP ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê hêviyeke yekta ye. Em û gelê me ji bo pêkanîna azadî û aştiyê dilsozê hevdu ne û ev pabendiya me wisa xurt e ku bi dîwarên zindanan nayê sînorkirin. 

Ez ji ber helwesta hemû heval û hogirên min ên ku erka xwe ya dilpak a tarîxê li ser me ferz kirî bi cih tînin, li vir pirr bêhnfireh im. 

Divê baş bête zanîn ku ev rewşa rehînetiyê dê zêde dom neke. Divê em HDPê mezintir bikin û bi vî awayî bersivê bidin vê feraseta siyasî ya ku em li vir wek rehîn girtine.  

Baweriya min bi we hemûyan heye. Hûn jî bawer bikin ku em ê bi hev re serkeftinên mezintir bi dest bixin. 

Em gellek baş û bêhnfireh in, hûn jî wisa bin. Ez silav û rêzên xwe bo hemû rêhevalên xwe dişînim.

Bi hestên dostaniyê…

Selahattîn Demirtaş

Girtîgeha Edirneyê