Em ê careke din bi gelê xwe re rêveberiyên herêmî yên demokratîk ava bikin

Encamnameya civîna serdema navber a Lijneya me ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk:

Di 4’ê Kanûna 2022’an de bi mazûvaniya Şaredariya Silopiyê civîna me ya heyama navber a Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk pêk hatiye. Pêşveçûnên siyasî yên nûjen hatine nirxandin û li ser têkoşîna  heyama were nîqaş hatine kirin.

Em wekî pêkhateyên civînê di şexsê  hilbijartiyên  me yên dîl hatine girtin û hevalên xwe yên di zîndanê de hemû rêhevalên xwe yên têkoşerên azadiyê  silav dikin.

Heta tecrîda Îmraliyê neyê şikandin di Tirkiyeyê de pirsgirêka Kurdan jî di nav de tu pirsgirêkên demokrasî û azadiyê nayê çareserkirin

Di Tirkiyeyê de hewldanên dîzaynkirin, tepisandin  û kontrolkirina civakê didome. Armanca desthilatdariya AKP-MHP’yê geşkirina şer û hestên nîjadperestiyê yên Tirkiyeyê di rojevê de hiştin e.

Sedemek ji  berfirehiya qeyranên li Tirkiyeyê û tevahiya Rojhilatanavîn belav bûye  jî domandina polîtîkaya tecrîdê ya li Îmralîyê li ser Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan tevî li Girava Îmraliyê tecrîd hatibe kirin jî gelek caran nîşan dabû ku hêza çareseriyê ye. Hevdîtinên li ser vê yekê hêviyên gelan ên demokrasî û azadiyê geştir kiriye. Em dizanin ku heta tecrîda Îmraliyê neyê şikandin di Tirkiyeyê de pirsgirêka Kurdan jî di nav de tu pirsgirêkên demokrasî û azadiyê nayê çareserkirin. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û polîtikaya tecrîda Îmraliyê bişkînin.

Em ê mezinkirin û parastina pergala Hevserokatiyê bidomînin

Hişmendiya mêrane her tim jinan hedef girtiye. Qetilkirina Denîz Poyraz, Garîbe Gezer, Nagihan Akarsel û Jîna Mahsa  Amînî ya van demên nêz dijminahiya jinan a  şênber e. Yên dixwazin jinan bixin şablonekî, bi îşkence, girtin û qetilkirinê dixwazin jinên serhildêr û berxwedêr bi paş ve gav biavêjin. Yên difikirin ew ê bikaribin jinan ji têkoşîna wan a mafdar vegerînin dikarin têkoşîna Emîne Şenyaşar a 639 rojan binêrin. Jinan tu car li ber desthilatdariya mêrane serî netewandine û berxwedanên herî dijwar nîşan dane. Ev berxwedan bi demê re di qadên siyasî de  bi destkeftiyan xwe nîşan dane. Ji van destkeftiyan yek jî pergala hevserokatiyê ye. Em ê pergala hevserokatiyê ya ku ji roja  hatiye pêkanîn heta niha hedef hatiye girtin û hatiye krîmînalîzekirin mezintir bikin û biparêzin.

Ji bo Komar di sedsala xwe ya duyemîn de teşeyeke demokratîk bi dest bixe em hebûna demokrasiya xwecîhî diparêzin

Di Tirkiyeyê de hewldana rêvebirina yek kesî bi destên qeyûman didome. Hişmendiya me ya şaredarîvanî ya rêvebirina gel esas digirtin bûye hedefa desthilatdariyê û xwestine hunera rêveberiya Kurdan a xwe bi xwe ji holê rakin. Bi xespa qeyûm êrîşî nirx, çand, bajar, nasname, zimanê dayikê û kevneşopiyê hatiye kirin. Wekî do em ê îro jî li hember xespa qeyûm derkevin û di hemû qadên têkoşînê de qeyûman teşhîr bikin.

Em ne rêveberiyên xwecihî yên di bin îdareya navendî de tê birêvebirin , modela rêveberiya îradeya demokrasiya xwecîhî diparêzin.  Ji bo Komar di sedsala xwe ya duyemîn de teşeyek demokratîk bi dest bixe em hebûna demokrasiya xwecîhî diparêzin. Em xespên qeyûman ên demokrasiyê ji holê rakiriye red dikin. Em ê hewl bidin hemû rûxandinên qeyûm telafî bikin û em ê destkeftiyên xwe zêdetir bikin. Em ê hişmendiya xwe ya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê di her qada ku lê ne vebêjin û hewl bidin bikin civakî. Em wekî hilbijartiyên di qada rêveberiyên xwecîhî di hilbijartinên 2023’yan de bi mezinkirina têkoşîna civakê vê desthilatdariya zordest û qeyûman em ê bişînin. Em ê şarederiyên gelan ji diz û xespkaran bistînin. Şarederiyan em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin û reveberiyên xwecîhî yên demokratîk ava bikin.

Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk

7 Kanûn 2022