Em ê heta hetayê HDP’ê biparêzin û teqez li ser piyan bisekinin…

Meclisa me ya Partiyê di 28-29’ê Adara 2021’an de civîna xwe ya asayî li dar xist û encamnameya civînê ragihand:

Di 28-29’ê Adara 2021’an de Meclisa me ya Partiyê civîna xwe ya asayî li dar xist. Di civînê de bi taybet li ser doza girtinê ya partiya me, nîqaş hatin kirin:

1.GEL LI ÎRADEYA XWE YA SIYASÎ Û LI SIBEROJA XWE XWEDÎ DERDIKEVE

Di pîrozbahiyên Newroza 21’ê Adarê de, gelê me li hemberî vekirina doza girtinê, li partiya xwe û li îradeya xwe ya siyasî bi awayekî xurt û bi dilsozî xwedî derket. Bi milyonan kes, Newroza xwe bi awayekî bi heybet pîroz kir û daxwazên xwe yên demokrasî, edalet, aştî û azadiyê û daxwaza rakirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin bi bawerî anîn ziman. Bi vî awayî bîr û baweriya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi awayekî aşkera derket meydanê û peyamên zelal ji bo desthilatiyê û muxalefetê hatin dayîn. Tiştê ku ji bo îro û siberojê hêviya me geş dike, beşdarbûna ciwanan û jinan e ku wan bi hemû hêz û enerjiya xwe, kelecan û coşa xwe, li qadên Newrozê daxwaza azadiyê anîn ziman.

EV DOZEKE GIRTINÊ YA JIRÊZÊ NÎNE, OPERASYONEKE BERFIREH A TÊKBIRINÊ YE

Doza ku ji bo girtina partiya me hatiye vekirin, ji hin dozên girtinê yên berê yên ku em jî parçeyekî wê xeta siyasî ne cudatir e. Bi van êrişên giran, beriya her tiştî dixwazin tevgera siyasî ya Kurd ji qada siyaseta demokratîk tesfiye bikin. Bi vekirina doza girtinê, dixwazin li aliyekî polîtîkaya înkara Kurdan a dîrokî bidomînin, li aliyê din jî hewldana sazûmankirin û birêkûpêkirina faşîzmê temam bikin. Vekirina doza girtinê, parçeyekî dijminahiya Kurdan û berdewama rejîma qeyûman e. Loma jî ew ne dozeke hiqûqî, lê dozeke siyasî ye.

Vekirina doza girtinê ya partiya me, êrişeke berfireh e li ser tevgera siyasî ya Kurd û hêzên ked, aştî û demokrasiyê ya ku di HDP’ê de bûne yek. Êrişeke giran e li dijî pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Tirkiyeyê yên wek ked, ekolojî û azadiya baweriyê û têkoşîna hevpar a hêzên Tirkiyeyê. Êrişeke giran e li dijî armanca me ya welatê hevpar, cumhuriyeta demokratîk û pêkvejiyana gelan.

HDP, bi polîtîkayên xwe û bi rêxistina xwe, partiyeke jinan e. Êrişên li ser partiya me, di heman demê de êriş û derbeyeke li dijî têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan û destkeftî û îradeya jinan e. Hişmendiya ku doza girtinê li partiya me vekiriye û Peymana Stenbolê betal kiriye heman hişmendiya yekparêz, nîjadparêz, zayendparêz û mêrparêz e. Lewre, têkoşîn û bîr û baweriya siyasî ya jinan li dijî tundî, kuştin û destdirêjiyê di heman demê de helwesteke xurt e li dijî êrişên li ser partiya me jî.

EM Ê BI HEV RE OPERASYONÊN TUNEKIRINÊ TÊK BIBIN

Desthilatiya AKP-MHP’ê, bi her awayî di nav qeyraneke giran a siyasî û aborî de ye. Wê tifaqê, niha zext û zordariyeke giran li ser darazê ava kiriye û bi vekirina doza girtinê, mihendisiya siyasî dike û dixwaze hemû destkeftiyan tune bike û biçe hilbijartinan. Lê em dikarin bibêjin ku ev plana wan dê bi ser nekeve.

Partiya me, ji mîrasa berxwedan û têkoşînê hêzê digire û bi piştgiriya milyonan li ser piyan e. Bi vê baweriyê dê ji îro şûnde jî bi bîr û bawerî têkoşîna xwe bidomîne û van lîstokên qirêj pûç bike û vê mîrasa berxwedanê bidomîne. Em careke din tînin ziman, yê ku dîrokê diafirîne û dinivîse gel in; têkoşîna wan a ji bo wekhevî, azadî û edaletê ye.

HDP dê bi bîr û bawerî têkoşîna xwe bidomîne. HDP, ji avahî û şexsan pêk nayê. HDP, bi berdêlên giran heta îro hatiye û mîras û fikriyata têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li ser vê xakê ye. HDP, siberoja ronak a Tirkiyeyê ye û di tarîtiyê de meşaleyek e. HDP, hêviya aştiyê ya Tirkiyeyê ye. HDP, deng û soza wijdana civakê ye. 

Daxwaza girtina HDP’ê, dê bi têkoşîna hevpar a gelan û hêzên demokrasiyê bê berterefkirin. HDP, navenda têkoşîna hevpar a gelan, baweriyan, ciwanan, jinan, karkeran, kedkaran, teqawidan, esnafan, cotkaran û hemû bindestan e. Ew hêz dê têk neçe û berovajî wê, dê mezin bibe, bihêz bibe û dê bibe hêviya siberojê ya Tirkiyeyê.

BANGA ME LI MILYONAN E, LI GELÊN TIRKIYEYÊ YE…

Meclisa me ya Partiyê, li hemberî vekirina doza girtinê, ji bo ku rol û mîsyona partiya me biparêze, mezin bike û opsiyonên rewa yên hiqûqî û siyasî karîger bike, Hevserokên me yên Giştî û Lijneya me ya Rêvebirina Navendî rayedar kiriye.

Partiya me li hemberî vekirina doza girtinê, dê bi hemû hêza xwe, dê di serî de bi Meclisa Partiyê, bi Koma me ya Meclisê, bi rêxistinên bajar û navçeyan, bi Meclisên Jinan û Ciwanan, bi gelê me yê fedakar û wêrek û dilsoz û bi hêzên demokrasiyê, dê bi ruhê berxwedanê û seferberiyê bersivekê bide. HDP gel e, HDP mafdar e û HDP ji mafdariya xwe hêzê digire û dê bi wê biryardariyê bi ser bikeve.

Vekirina doza girtinê, ne tenê êrişeke li partiya me ye. Ew doza girtinê, di şexsê HDP’ê de êrişa li temamî hêzên demokratîk û muxalefeta siyasî û li hemû destkeftiyên wan e. Bi awayekî aşkera dixwazin ku hêviya gelek aliyên muxalif bi vekirina dozê bişikînin, muxalefeta civakî û siyasî bêbandor bikin.

Ji bo wê jî, banga me li temamî hêzên demokrasiyê, muxalefeta demokratîk, aliyên dînî û baweriyê, civaka Elewiyan û gelê me yê bawermend e: werin em bi hev re vê planê têk bibin, berteref bikin. Ev banga me li temamî aliyên ku aştî, edalet, wekhevî û azadiyê dixwazin e. Ev banga me her wekî din, li raya giştî ya demokratîk ya navneteweyî ye.

Roj roja xwedîderketina HDP’ê û destkeftiyên me ye; roj roja demokrasî, edalet, hiqûq, azadiya mirov û heq, wekhevî û azadiyê ye.  Roj roja parastina nirxên mirovahiyê, bîr û baweriyê ye. Roj roja têkoşîna hevpar e ji bo demokrasiyê.

HDP dê têkoşîna xwe bidomîne. Em ê HDP’ê biparêzin û li ser piyan bisekinin. Em ê vê fikriyatê û hemû çavkaniyên ku hêzê didin vê fikriyatê biparêzin û bi serbilindî wê alaya têkoşînê radestî nifşên nû bikin.

Banga me li her kesî ye, li milyonan e: werin em bi vê berpirsyariyê tevbigerin. Oxira me dê bi xêr, serkeftina me dê bi heybet be. EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN…

30 Adar 2021