
Bi tenê çend tetikkêşên vê ‘suîqesta rêkeftina neteweyî’ tên darizandin, lê hêzên ku piştevaniya wan kirine, nayên aşkerekirin. Hin saziyên dewlet û siyasetê li ber xwe didin, da ku paşxaneya vê tawanê neyê aşkerekirin. Ew delîlên kes û hêzên vê tawanê nîşan didin, an tên piştguhkirin, an jî tên bincilkirin.
Hrant Dînk, tenê ne ji bo malbat û dost û gelê Ermenî, her wekî din kêmasiyeke mezin bû ji bo mirovahiyê, aşitî û biratî û azadiyê û ji bo gelên Tirkiyeyê yên ku têkoşîna ji bo demokrasiyê didin. Wî her tim ji bo yeksanî û biratî û aşitiya gelan têkoşiya û jiyana xwe ji vê têkoşînê kire qurbanî û tim û tim bû ‘Dengê Wijdanê’. Wî bi me da zanîn ku êş û azar bi bincilkirin û veşartinê nayên dermankirin, encax bi yadkirinê tên dermankirin.
Navê Hrant Dînk û têkoşîna wî, dê di her qada jiyanê de deng vede. Ew ê her roj û di her daxwaza maf û edaletê de û di her peyana demokrasî û azadiyê de bibe kevokekî aşitiyê û were li ber serê me venişe.
Bi tenê ne di 19ê Rêbendanê roja yadkirina wî de, em ê her û her piştevaniya xwe ji bo gelê Ermenî bidomînin û li dijî cudakerî û neyariya li ser Ermenan, têkoşîna xwe bidomînin. Û heta ku ew ‘Tertîba Mezin’ a kuştina wî were ronkirin û kujer û hêzên ku piştevaniya kujeran kirine derkevin meydanê, em ê her vê dozê bişopînin.
Lijneya Rêvebirina Navendî ya HDPê
19 Rêbendan 2017