Di 11 Îlona 2016ê de 24 şaredariyên ku ji aliyê gel ve hatibûn hilbijartin, ji aliyê Seray û AKPê ve ji wezîfeya hatin bi dûrxistin û li şûna wan qayûm hatin tayînkirin û di 21ê Îlonê de li Hezex û Hênê jî ev prose dewam kir. Ji bilî van êrîşên Seray û AKPê yên li dijî îdareyên herêmî, duh şev jî polîsan bi ser Şaredariya Bajarê Mezin de girt û hevserok Gultan Kişanak û Firat Anli hatin desteserkirin. Bi vî awayî êrîşên li dijî îradeya gel gehişte merheleya herî bilind. 

Desthilatiya Seray-AKPê, dixwaze ku îradeya gelê Kurd piştguh bike, destkeftiyên tevgera Kurd ên derbarê jinan de ku bi ked û têkoşîneke mezin bi dest xistibû, tine bike û sîstema hevserokatiyê ya ku di qonaxên qewl û qiraran de li ser esasên hevparî û hevkariyê tevdigere û rolên cinsiyeta civakî yên kevneşopî qebûl nake û bingeha jiyana nû ye, ji holê rake. Di jiyana siyasî û civakî de sembola têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan hevseroka Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak e. Desteserkirina wê, nîşana radeya êrîşên stratejîk ên hişmendiya derbeciyan/derbekaran a li dijî polîtîkayên jinê ye. 

Em bangî Hikûmeta ku rejîma OHALê ji xwe re kiriye mertal, dikin: Gultan Kişanak, girtiyeke piştî derbeya 80yê di zindana Amedê de hatiye êşkencekirin, Gerînendeya Karê Nivîsê ya Ozgur Gundemê, mebûsa DTPya ku di sala 2009ê de hatibû girtin û hevseroka BDPê ya ku rastî gellek zext û êrîşan hatibû, bixwe ye. Gultan Kişanak çawa ku duh li dijî zilmê berxwedaneke demokratîk û meşrû pêk anîbû, em ê îro jî li gel wê li dijî zilmê li kolanan bin. 

Em ê bênavber di saet 11:00an de li dijî van êrîşên li ser îradeya me, nasnameya me ya jinê, keda me ya ji bo têkoşîna wekheviyê, destkeftiyên me yên di nav îdareya herêmî de û êrîşên dijminane yên li dijî jinan û demokrasiyê û ji bo parastina mafên xwe û azadiya xwe li kolanan bin. Em ji bo parastina hemû destkeftiyên xwe yên ku me bi têkoşîneke hevpar bi dest xistibû û ji bo berxwedan û palpiştiyê bangî hemû jinan dikin û ji hemû saziyên sivîl ên li Tirkiyeyê û cîhanê, hemû azadîxwaz, aştîxwaz û demokrat, civaka navnetewî û parlemanan daxwaz dikin ku li dijî van muameleyên derqanûnî dengê xwe bilind bikin. Em ê rê nedin Faşîzmê! 

“Em ê xwe û bajarê xwe bi xwe bi rê ve bibin” 

Partiya Demokratîk a Gelan

Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinan

26 Cotmeh 2016