Em êriş û qedexeyên li ser Kurdî qebûl nakin!

Daxuyaniya Cîgirê Hevserokê me yê Giştî û Berpirsê Komîsyona me ya Ziman, Çand, Huner û Polîtîkayên Perwerdehiyê Salîm Kaplan:

Li Tirkiyeyê êriş, zext û qedexeyên li ser Kurdî bi awayekî sîstematîk didomin. Zimanê Kurdî ji hemû qadên gelemperî tê bidûrxistin û hemû çalakiyên Kurdî ji aliyê hikûmet, qeymeqamtî, şaredarî û dezgehên fermî ve tên qedexekirin. Polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê yên ji serê sedsalê ve ketine meriyetê îro ji aliyê zihniyeta AKP-MHP’ê ve tê berdewamkirin. Hemû yasayên navneteweyî yên ku parastina zimanan li ser hikûmetan ferz dikin bi awayekî aşkera tên binpêkirin.

Nêzikatiya hikûmeta AKP-MHP’ê ya li dijî gelê Kurd çawa be, polîtîkayên li ser ziman, çand, dîrok û nasnameya Kurdan jî bi heman rengî ye. Em îro baş dibînin ku hikûmeta AKP-MHP’ê hemû derfetên xwe ji bo berterefkirin û têkbirina destkeftiyên Kurdan seferber kirine. Sazî û dezgehên di bin hikmê wan de jî bi heman rengî nêzikî ziman û çanda Kurdî dibin. Ev zihniyet hem mafê bingehîn ê perwerdehiya zimanê dayikê li zarokên Kurd qedexe dike, hem jî hemû çalakî û bernameyên zimanî û çandî li gelê Kurd qedexe dike. 

Polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî bi sedsalan e tê meşandin, lê bi taybetî piştî bidawîkirina pêvajoya aştiyê ev polîtîka bi awayekî sîstematîk tên meşandin. Dixwazin ziman û çanda Kurdî ji meydana girseyî bi dûr bixin, rê li ber xuyabûna çalakiyên Kurdî bigirin. Ji bo wê jî nemaze ev 6 sal in hemû sazî û dezgehên Kurdî ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin, navên Kurdî ji kolan, kuçe, sazî, dezgeh, park û tabelayan hatin derxistin. Peykerên şexsiyetên Kurd ên ku di hişûbîra gelê Kurd de cihekî taybet û giring digirin hatin hilweşandin.

Bi taybetî di salên dawî de walîtî, qeymeqamtî û şaredariyên AKP-MHP’ê li her qadê zimanê Kurdî krîmînalîze dike. Çalakiyên zimanî û çandî yên Kurdî wek çalakiyên “terorîst” tên pênase û tometbarkirin. Lîstikên şanoyê bi hinceta ku “propagandaya terorîzmê” dike tên qedexekirin, konserên Kurdî ji aliyê şaredariyan ve tê betalkirin. Hemû mafên bingehîn ên gelê Kurd ji aliyê wê zihniyetê ve bi awayekî aşkera tê qedexekirin.

Êriş û dijminahiya li dijî Kurdî, êriş û dijminahiya li dijî gelê Kurd e. Em vê zihniyeta ku qirkirina çandî û zimanî ji xwe re kiriye armanc baş nas dikin. Ji bo wê jî, em êriş û qedexeyên li ser Kurdî qebûl nakin û vê zihniyetê nalet û şermezar dikin. Têkoşîna me ya li dijî vê zihniyetê dê bi xurttir bidome. Ji bo têkbirina vê zihniyetê ji doh zêdetir em ê li zimanê xwe xwedî derkevin û li her qadên jiyanê em ê bi axaftin, xwendin û nivîsandina Kurdî bersiva herî baş bidin vê zihniyetê.

Salîm Kaplan
Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand, Huner û Polîtîkayên Perwerdehiyê
16 Mijdar 2021