Em hemû rojnamevanên ku hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin

Daxuyaniya Cîgirê Hevserokê me yê Giştî û Berpirsê Komîsyona me ya Çapemeniyê Tayîp Temel:

Di 6’ê Nîsana 1909’an de rojnamevan Hasan Fehmî hatibû qetilkirin. 25 sal berê roja 6’ê Nîsanê wek Roja Rojnamevanên ku Hatine Qetilkirin hat pejirandin. Di ser qetilkirina Hasan Fehmî re 112 sal derbas bûn. Ewqas sal û wext di ser re bihurîn, lê mixabin li Tirkiyeyê ji bo rojnemevanan tu tişt neguherî. Ji ber ku rojnamevan fikr û ramanên xwe tînin ziman û ji ber ku li pey şopa heqîqetê ne, di bin gefên desthilatdaran de bi mirinê re rû bi rû tên hiştin.

Şik û gumankirin karê rojnamevanan e, ew bi van rêbazan rastiyan derdixin holê û hûrgiliyên veşartî yên li pey tiştên xuyayî vedikolin û dibînin. Lewma têkiliyên qirêj yên îqtîdaran û dekbaziyên çeteyan bi şik û gumanên rojnamevanan derdikevin holê. Dibe ku xebatên wan kesên ku hêzê di destên xwe de digirin tengav bikin û çerxa wan a xerabiyê têk dibin.  Jixwe karê rojnamevanan jî ev bi xwe ye. Ji bo ku başî û berjewendiyên civakê bên parastin, ew kiryar û têkilîyên qirêj ên siyasetmedaran, bûrokratan, çeteyan, nijadperestan derbekaran û yên dijminên jinan eşkere dikin.

Ji ber vê yekê, ew kesên hem li nav û hem li dora îqtîdarê bi pergalên kirêt berjewendiyên neheq bi dest dixin rojnamevanan wekî neyar dibînin û ji wan hez nakin. Hingî xwe bi hêza ku bi neheqî bi dest xistine re girê didin, ji bo vê hêzê wenda nekin dikarin kuştina rojnamevanan bidin ber çavan û ji kirina vê yekê xwe nadin aliyekî. Tiştê ku bi salan e li Tirkiyeyê diqewime jî rasterast ev e.

Li Tirkiyeyê îqtîdar naxwaze ku rojnamevan azad bibin û bi azadî tevbigerin, ku bi qîma wan be ew ê rojnamevantîyê bi tevahî ji holê rakin. Çimkî gelek derew û xerabiyên wan ên veşartî hene. Ji ber ku ev xerabî û derewên wan eşkere nebin, ew rojnamevanan hedef digirin û bi ser wan de diçin. Hêrs û xişma wan ji ber vê yekê ye. Ew dixwazin bila rojnamevan berjewendiyên civakê neparêzin û bi tenê li gorî telîmatên wan tevbigerin.

Lê tiştên ku dixwazin nabe û ew ê nebe. Ligel hemû zext û zordariyan, rojnamevan ji nivîsandina rastiyan û venagerin. Li hemberî gefên kuştin, girtin û revandinê, rojnamevan paş ve gav navêjin û parastina karê xwe yê birûmet dikin. Rojnamevan serî natewînin û îro jî îşkence, gendelî û têkiliyên kûr û qirêj ên vê îqtîdarê dinivîsin. Bi xebatên rojnamevanan, ew bi hewldanên destdirêjiya dadrêsiyê û derbedanîna îradeya demokratîk, li hemberî civaka navneteweyî xwe lewitandin. Ku îro hemû cîhan bi daxuyaniyên îqtîdarê ne bawer bin û hay ji rastiyan hebin, ev yek bi saya rojnamevanan e.

Em bi wan rojnamevanan re ne ku ne berjewendiya deshilatdaran lê ya gel diparêzin Ji Hasan Fehmî her heta Metîn Göktepe, Gurbetellî Ersoz, Hrant Dînk, Apê Mûsa û Abdî Îpekçî, em hemû rojnamevanên ku hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û li hemberî mîrateyên wan bejna xwe ditewînin.

 

Tayîp Temel

Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê

6 Nîsan 2021