Em hêvî dikin ku cejn bibin wesîleya aştiyê

Peyama pîrozbahiya Cejna Remezanê ya Hevserokên me yên Giştî Pervîn Buldan û Sezaî Temellî: 

Em li gel hemû cudahiyên xwe, têkoşîn didin ku cejnên ji me re wek mîras hatine hiştin, bi dilekî aram, li gorî ruhê cejnan ê civakî pîroz bikin. Cejna Remezanê, bi wateya xwe ya terbiyekirina nefsê û bi têkoşîna li dijî neheqî û zilmê digihîje armanca xwe. Cejna Remezanê hestên aştî, aramî û yekîtiyê û avakirina siberojeke azad di nav xwe de dihewîne.

Em dikarin cejnan li gorî ruhê wê û wateya wê ya rasteqîn pîroz bikin. Em dikarin aştiyeke bi rûmet û jiyaneke hevpar û wekhev ava bikin. Em dikarin siberoja xwe li ser esasên demokrasî, azadî û aştiyê ava bikin.

Li dijî şer û pevçûnê, em aştî û aramiyê dixwazin. Em tenê ne ji bo xwe, ji bo her kesî jiyaneke, adil û azad dixwazin ku her kes bikaribe bi baweriya xwe, bi çanda xwe, bi zimanê xwe bijî. Têkoşîna me ji bo pêkanîna vê yekê ye û dê her berdewam bike.

Berxwedana Leylayan gihişte qonaxa serfiraziyê. Em bi saya wê têkoşînê, bi dilekî aram pêşwaziyê cejnê dikin. Em bi hêvî ne û ev hêvî wê me serfiraz bike.

Bi hêviya ku bibe wesîleya aştiyeke bi rûmet, di nav gelan de biratî û aramiyê mayînde bike, em Cejna Remezanê ya gelên xwe û ya alema Îslamê pîroz û bimbarek dikin.

Pervîn Buldan & Sezaî Temellî
Hevserokên Giştî yên HDP’ê
4’ê Hezîrana 2019’an