Em Jenosîda Êzidiyan, hovîtiya li Şengalê ji bîr nakin!

Daxuyaniya Cîgira Hevseroka me ya Giştî û Berpirsa Komîsyona me ya Gelan û Baweriyan Tulay Hatîmogullari:

Di ser Jenosîda Êzidiyan re 7 sal derbas bûn. Çeteyên DAIŞ’ê 7 sal berê di 3’ê Tabaxa 2014’an de jin, mêr, zarok di nav de ji 5 hezaran zêdetir Kurdên Êzidî li Şengalê qetil kirin. Bi hezaran kes ji axa ya qedîm hatin koçberkirin, jin û zarok di nav de xisareke mezin, karesateke mirovî li ber çavên cîhanê li dîroka Êzidiyan hat zêdekirin.

Êrişa ku ji aliyê çete û hovên DAIŞ’ê ve li Şengalê hate kirin, di hişûbîra civaka Êzidiyan de wek rûpeleke tarî û wek fermana 74’an cihê xwe girt. Li Mezopotamyayê Kurdên Êzidî di dîroka xwe de her tim rastî zilm, koçberî, sirgûn, komkujî û silsileya fermanan hatiye. Êrişa 3’ê Tebaxa 2014’an di 15’ê Hezîrana 2016’an de ji aliyê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wek jenosîd hate naskirin û ragihandin.  

Gelê me yê Êzidî heta niha 74 caran rastî ferman û komkujiyan hat, lê bi têkoşîn û berxwedanê çanda xwe, zimanê xwe parast, bi pêş xist, li dewlemendiyên xwe xwedî derket. Êrişa 2014’an ji aliyê NY’yê ve wek jenosîd hate naskirin, lê Tirkiye hê jî vê karesatê û êrişê wek jenosîd nas nake û bi ser de her car êrişî Şengalê dike. Divê Tirkiye jî vê komkujiyê wek jenosîd nas bike, maf û ewlehiya Êzidiyên ku bi neçarî ji welatê xwe hatine bidûrxistin, misoger bike, nas bike. Divê nasname û baweriya Êzidiyan bê parastin, tedbîrên yasayî bên wergirtin. Divê hemû sazî û dezgeh û raya giştî ya cîhanê hewl bide da jinên Êzidî yên ku hê jî wek kole li bazaran tên firotin, bên rizgarkirin.

Di 7’emîn salvegera wê de em Jenosîda Êzidiyan, hovîtiya li Şengalê, wehşeta DAIŞ’ê û piştgirî û hevkariya devletên deverê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Em jin, mêr, zarok, pîrejin-kalemêr, hemû qurbaniyan bi rêzdarî û bi xemgînî bi bîr tînin. Bi boneya vê rojê, em li dijî komkujî û jenosîdan, banga bilindkirina têkoşînê li temamî mirovahiyê dikin.

 

Tulay Hatîmogullari

Cîgira Hevseroka Giştî û Berpirsa Komîsyona Gelan û Baweriyan

3 Tebax 2021