Em Komkujiya Enfalê tu carî ji bîr nakin û nadin jibîrkirin!

Em Komkujiya Enfalê tu carî ji bîr nakin û nadin jibîrkirin!

Di navbera salên 1986-1989’an de ji aliyê rejîma BEES a Sedam ve, komkujiyeke mezin li dijî kurdan pêk hat; ji 180 hezar kesan zêdetir kurd hatin qetilkirin, 4 hezar 500 gund hatin xerabkirin û ji milyonekî zêdetir kurd hatin koçberkirin. Başûrê Kurdistanê di navbera wan salan de bi awayekî hovane hat talankirin.

Di 16’ê Adarê de li Helebceyê çekên kîmyayî hatin bikaranîn û bi hezaran kurd hatin qetilkirin, lê cîhan li hemberî vê komkujiyê bêdeng ma. Her çend Dadgeha Cezaya Bilind a Iraqê, di sala 2007’an de biryarek wergirtibe û Enfal wek “komkujî” qebûl kiribe jî, gelek berpirs û kujerên komkujiyê îro hîn jî nehatine darizandin. Enfal wek birîneke kûr, îro jî dilê kurdan diêşîne.

Di sedsala 20’emîn de, li cîhanê, li gelek deran komkujî li dijî gelan pêk hatin, lê dewletên cîhanê li hemberî van komkujiyan bêdeng man. Bêdengî û xemnexuriya dewletên cîhanê, rê li ber komkujiyên din vekir û di encamê de bi milyonan kes hatin qetilkirin.

Em di 14’ê Nîsanê Roja Bîranîna Neteweyî ya Enfalê de vê komkujiyê bi tundî nalet û şermezar dikin, hemû qurbaniyan bi dilekî xemgîn bi bîr tînin û careke din hevxemiya xwe arasteyî hemû malbatan dikin. Ji bo ku Enfal, Helebce û komkujiyên din careke din neyên kirin, em bangî her kesî dikin da ku li dijî komkujiyan bêdeng nemînin. Di 34’emîn salvegera wê de em Enfalê tu carî ji bîr nakin û nadin jibîrkirin!

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêvebirina Navendî

14 Nîsan 2020