Em komkujiya Helebcê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin

29 sal berê, li Iraqê, gemariyek li dîroka mirovahiyê hat nexşandin; tawaneke mirovahiyê hat pêkanîn. Di 16ê Adara 1988an de li Iraqê desthilatiya Baasê û Sedam Hisên, bi çekên kîmyewî û biyolojîk jin û zarok û kalemêr û pîrejin, ji 5 hezaran zêdetir kurdên Helebceyî qetil kirin. Li seranserî cîhanê Komkujiya Helebcê hate şermezarkirin.

Rêveberiya Baasê her hewl da ku li Iraqê têkoşîna azadiyê û mafên gelê kurd ên yeksanî û self-determînasyonê gellek caran bi rêbazên terora dewletî û zext û zordariyê zeft bike, lê bi vê komkujiyê jî ew daxwazên gelê kurd têk nebir. Piştî vê komkujiyê îro li ser xaka Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê, têkoşîna gelê kurd, bi destkeftiyên nû bi pêş ve çû.

Di ser re gellek sal bihurîn û îro li Kurdistana Sûriyeyê, li Rojava jî rêveberiyek çêbû. Ev jî nîşan dide ku daxwazên edalet û yeksaniyê yên gellekî nayên tinekirin. Ereb, kurd, tirkmen, êzidî, sunî, siryanî û gelên li Rojava, polîtîkayên zext û tinekirinê û barbariya çeteyên DAIŞê têk birin û têkoşîna Sûriyeya demokratîk anîn merheleyeke dîtir. Li wir, kulturên cuda, baweriyên cuda, nasname û zimanên dayikî yên cuda, di atmosfereke yeksan û demokratîk de modeleke pêkvejiyanê ya nû afirandin û ew model ji Rojhilata Navîn re bû nimûne.

Dîrokê cardin aşkere kir ku, bi rêbazên zext û zorê têkoşîna ji bo demokrasî, azadî û yeksaniyê, herçend di demeke kurt de bête têkbirin jî, rê li ber nayê girtin. Çi çekên kîmyewî çi biyolojîk çi jî konvansiyonel, çi dibe bila bibe, bi komkujî û tundûtûjiyê, têkoşîna ji bo demokrasî û edaletê nayê rawestandin.

Divê AKP-Erdogan, ji vê cografyayê û ji dîrokê îbret û ders wergire. Dibe ku reftar û konsepta şerê taybet, geşedanên dîrokî hêdî û giran bike, lê nikare taloq bike û bi paş bixe. Ev sal û nîvek e, li bajarên kurdan qedexeya derketina derve tê ragihandin, bajar bi operasyonan têne dorpêçkirin û bi darê zorê gel tê koçberkirin. Her wisa siyaseta demokratîk tê tesfiyekirin, şaredarên bi dengên gel hatî hilbijartin jî bi riya qeyûman tên desteserkirin. Ev yek bi tenê bêedaletiyê û şermê mezintir dike; lê nikare rê li ber têkoşîna ji bo demokrasî, azadî, aşitî û yeksaniyê bigire.

Her kar û kiryar dê teqez aşkera bibe. Wek di raporta Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî de jî aşkera bû, her tişt dê ji aliyê dinyayê ve bête zanîn/dîtin. Ev kar û kiryar dê helbet di nezera hiqûqê û wijdana gelan de bête darizandin û mehkûmkirin û dê cihê xwe di nav gemariya bûyerên di dîrokê de wergire.

Di salvegera wê de, em cardin Komkujiya Helebcê ya li dijî mirovahiyê şermezar dikin. Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin, da ew ên îro hewes dikin ku bi polîtîkayên komkujî û zext û zorê têkoşîna gel têk bibin, ji dîrokê ders û îbretê wergirin.

 

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêvebirina Navendî

16 Adar 2017