Em komkujiya Helebce û Beyazidê ji bîr nakin!

Îro 32’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê ku di 16’ê Adara 1988’an de ji aliyê Sedam Huseyîn û hevkarên wî ve pêk hatiye. Di ser vê komkujiyê re 32 sal derbas bûn lê komkujî tu car nayê jibîrkirin. Ev sûcê ku bû sedema kuştina 5 hezar kurdan, dê ji aliyê mirovahiyê ve her tim wekî “komkujî” bê pênasekirin û em ê tu carî wêneyên dayikên ku xwe avêtibûn ser zarokên xwe û wisa jiyana xwe ji dest dabû ji bîr nekin. Dê tu carî deng û qêrîna zarokên Helebceyê ku digotign “Dayê bêhna sêvan tê” ji guhê me dernekeve. Em ê tu carî sûcdarên vê komkujiyê Sedam û hevkarên wî ku çekên kîmyewî dan wî û ev komkujî heya roja îro nenasîne jî ji bîr nekin.

Komkujiya Helebceyê wekî Hîroşîma, wekî komkujiya cihûyan, wekî komkujiya Srebrenîstayê sûcekî li hemberî mirovahiyê  yeû hesabpirsîna ji vê yekê deynê stûyê me hemûyan e. Her wiha tu komkujî nikare têkoşînên mafdar, daxwazên azadiyê tune bike. Komkujiya Helebceyê jî nikarî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd tune bike. Yên ku ji vê rastiya dîrokê ders negirtine îro bi heman ferasetê li Efrînê, li Girê Spî û Serêkaniyê êrîşî gelên sivîl dikin. Em kes û derdorên ku heman xeletiyê û sûcî dikin li ser vê heqîqetê hişyar dikin; hûn jî nikarin herikîna dîrokê rawestînin, têkoşîna azadiya gelan rawestînin.

Îro di heman demê de 42’yemîn salvegera Komkujiya Beyazidê ye. Di ser Komkujiya Beyazidê re ku di 16’ê Adara 1978’an de ji aliyê kontrgerîla û faşîstên sivîl ve pêk hat re 42 sal derbas bûn. Di encama vê komkujiyê de 7 xwendevanan jiyana xwe ji dest da. Komkujiya Beyazidê jî wekî gelek sûcên polîtîk ên li Tirkiyeyê hate veşartin û bû bûyera kiryarê wê ne diyar. Lê belê kesên ku hatin qetilkirin, têkoşîna wan nehat jibîrkirin. Dîrok dê kujeran jî kesên têkoşer jî ji bîr neke.

Li gel van komkujiyan gelên bindest tu carî dev ji têkoşîna azadiyê bernedan û lewma em ji aliyekî ve van komkujiyan nalet dikin ji aliyê din ve jî gelên ku li gel van komkujiyan têkoşîna xwe didomînin silav dikin. Em ji bo mîrateya kesên ku me li Helebce û Beyazidê winda kirine têkoşîna xwe didomînin û em ji bo ku cîhaneke azad ava bikin em ji wan qurbaniyan re deyndar in. Heya ku em vê armancê pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin. 

 

Lijneya Rêvebirina Navendî ya
Partiya Demokratîk a Gelan
16 Adar 2020