Em Kurd Peymana Lozan ê Nas Nakin

Di sedemîn salvegera Lozanê de ji partî û saziyên Kurd daxuyaniya hevpar:

Îro 100. salvegera Peymana Lozanê ye! Navê roja reş a ku rê li ber red, înkar û qetlîamên sedsalî li ser gelê Kurd vekir!

Ev sed sal e ku dewletên emperyalîst û kolonyalist, bêyî ku îradeya kurdan li ber çavan bigirin, li hev kirine ku Kurdistanê bikin çar parçe. Peymana Lozanê ya 24ê Tîrmeha 1923yan ji bo gelê me navê tarîtî, zilma bêdawî, qirkirin û jenosîdan e. Beriya her tiştî em Peymana Lozanê ya ku gelê me tê da nayê temsîkirin û îradeya wî tê paşguhkirin û yên ku ev peyman îmze kirine, bi cih anîne, bi tundî şermezar dikin. Me vê peymanê qebûl nekir û em ê nekin jî. Bi armanca bidestxistina Mafê Çarenûsiya Netewî ya gelê me, dê têkoşîna me heta ji betalkirina Peymana Lozanê bidome.

Kemalîstên ku di pêvajoya perçebûna Împaratoriya Osmanî da bi navê biratiya olî daxwaza piştgiriya Kurdan kirin, diyar kirin ku dewleta bê avakirin wê bibe dewleta hevpar a Tirk û Kurdan û diyar kirin ku li Lozanê nûnertiya Tirk û Kurdan dikin, piştî îmzekirina Peymana Lozanê hemû sozên xwe ji bîr kirin. Hikûmeta Enqereyê ku bi Peymana Lozanê hebûna xwe bi fermî da nas kirin, piştî sê mehan di 29ê cotmeha 1923an da komarê îlan kir. Îalankirina komarê red û înkara li dijî gelê kurd rewa û resmî kir. Komara Tirkiyê li ser bingeheke monîst û nîjadperestî,  li ser bingehê tirkbûnê hat avakirin, bêyî guhdana pêkhateya pirneteweyî, pirçandî û pir-olî ya erdnîgariya ku li serê hatiye damezrandin.

Di makezagona ku di sala 1924an da hat çêkirin, cih da têgeheke hemwelatîbûnê ku hebûn, ziman û çanda gelê kurd înkar dike û her kesên li Tirkiyeyê dijîn wek tirk dihesibîne. Plana Islahata Şerqê ku di sala 1925an da hat ragihandin, ji aliyekî din ve, bû bingeha rejîmên leşkerî, Mufetîşên Giştî û sîstema Rewşa Awarte ku wê sedsalekê li Kurdistanê bidome. Zimanê Kurdî bi fermî qedexe kir, ji bo ku bigihije vê armanca xwe qirkirina komî plan dikir.

Rejîma Kemalîst ku ji kadroyên Komîteya Îttîhad û Terakkî pêk dihat, polîtîkaya tirkkirin û navendîbûnê ya ku Osmaniyan di salên 1850yî da dabûn destpêkirin, bi qetlîamên di serdema komarê da jî berdewam kir. Rejîma Kemalîstan serhildan û berxwedanên azadîya neteweyî yên 1921 Koçgirî, 1925 Şêx Seîd, 1928-30 Agirî, Zîlan, 1938 Dersimê, qetlîam jî di nav da, bi hemû rêbazên hovane pelixand. Siyaseta qirkirina çandî ya li dijî ziman û çanda Kurdî ku sedsalekê dewam kir, meşand.

Ev sîyaseta standardîzekirina nijadperest a sedsalî ku bi şekl û amûrên cuda wek stratejîya dewletê tê parastin, lê cewhera wê qet neguheriye. Di sala 1959an da doza 49an; piştî derbeya 27ê Gulanê, li Sêwasê rewşenbîr, siyasetmedar û serokên eşîrên kurd hatin girtin û darizandin; derbeya leşkerî ya sala 1980ê ​​ku rasterast siyaseta kurd hedef girt, hovîtiya zîndana Amedê ya 5 nolûyê, qetlîamên salên 1990î û bi darê zorê û şewitandina gundan koçberkirina bi milyonan kurdên gundî bo metropol û bajaran hinek mînak in.

Îro jî êrîşên li dijî destkeftiyên gelê me yên li Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Rojava berdewam dikin. Li Bakurê Kurdistanê, bi desteserkirina îradeya gelê me ji bo rêveberiyên herêmî qeyûm tên tayînkirin, partiyên Kurdistanî bi gefa girtinê tên dorpêçkirin, li dijî kadroyên siyasî bênavber operasyon tên meşandin, polîtîkaya tecrîdê ya tund ku hemû yasayan binpê dike, tê meşandin.

Tevî vê yekê jî têkoşîna azadiya neteweyî ya gelê me bênavber dewam kir û wê bi heman baweriyê bidome.

Gelê me tevî hemû êrîş û komkujiyan li çar parçeyan têkoşîna xwe ya ji bo azadiya neteweyî berdewam kir û didomîne. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê ji sala 2005an ve bûye xwedî statuyeke federal. Li Başûrêrojavayê Kurdistanê gelê Kurd di rêya azadiyê da li ber derfetên girîng e. Em avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî û Rêveberiya Xweser a Rojava di binyadeke federal a defakto da weke destkeftiyên girîng dibînin. Avakirina du hikûmetên federal; ji bo azadiya neteweyî ya gelê me û derzandina Peymana Lozanê ya 1923yan gavên girîng in. Li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê gelê me di têkoşîna rizgariya neteweyî da mewziyên girîng bi dest xistin.

Di qonaxa niha de yekane mifteya azadiya neteweyî ya gelê Kurd yekitiya neteweyî ya berfireh, diyalog û hevgirtin e. Em ji bîr nekin ku gelê Kurd di pêvajoya Lozanê da bi giranî ji ber ku nekarî tifaqa neteweyî ava bike winda kir. Ev sedsala 21. ku em tê da dijîn; em dikarin bi polîtîkayên ku tifaqa netewî ava dikin, dorhêla dostaniyê berfireh dikin û dorhêla dijmin teng dikin bi dest bixin. Siyaseta Kurd bi van polîtîkayan dikare astengiyên li pêşiya azadiya netewî derbas bike û derfetan bikar bîne ku Peymana Lozanê pûç bike.

Em bang li dewletên ku Peymana Lozanê îmze kirine, bi taybetî Brîtanya û Fransa ku di destpêka sedsala borî da, roleke girîng di perçebûna Kurdistanê da bo cara duyemîn lîstin û gelê Kurd bê statû hiştin û peymana Lozanê ya sala 1923an îmze kirin, dikin ku lêborîna xwe ji gelê me bixwazin û piştgirî bidin tekoşîna me ya ji holê rakirina Peymana Lozanê.

Em bang li NY û Konseya Ewropayê, YE û saziyên din ên navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna gelê me ya dîyarkirina çareserîya xwe ya neteweyî û pûçkirina peymana Lozanê.

Gelê Kurd dixwaze sedsala bê bi gelên herêmê ra, bi taybetî jî bi gelê Tirk, Fars û Ereb ra, li ser esasê hiqûqa wekheviyê di hemû qadan de bijî. Ji bo afirandina şert û mercên jiyana bi hev ra, ne bi redkirin û înkarê, bi naskirina welat, nasnameya xwe ya neteweyî û li ser bingeha statuya siyasî û erdnîgarî ya wekhev têdikoşe.

Banga me ji dewleta Tirk ra wiha ye; bi sed salan e, gotinên wek "Me bi hev re Komarê ava kir, Kurd û Tirk du hêmanên damezrîner ên Komarê ne, em birayên hezar salî ne" hwd. têne dubarekirin, li şûna van gotinan divê pêwîstîyên hiqûqa biratiyê bêne bi cihkirin. Li şûna siyaseta şer û înkarê, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk gav bên avêtin. Di makezagoneke nû ku wê bê amadekirin da hebûna gelê Kurd û mafên wî yên ku ji netewebûnê derdikevin, bi awayekî fermî bên naskirin.

Mafê gelê kurd e ku li welatê xwe Kurdistanê bi azadî û bi rûmet bijî û ev jî şertê aştî û aramiya herêmê ye.

DDKD

Hereketa Azadî

Kongreya  Civaka Demokratik (DTK)

Partîya Azadî

Partîya Çepên Kesk,

Partîya Demokrat a Kurdistan Tirkiye (PDKT)

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP)

Partîya Demokratîk a Herêman (DBP)

Partîya Însan û Azadî (PİA)

Partîya Komunist a Kurdistan ( KKP)

Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)

Platforma Yekitî ya Jinên Kurd

Komeleya Şêx Seîd


24 Tîrmeh 2023