
Daxuyaniya Hevberdevka Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî Dersim Dag:
Bi sedan sal e li ser ziman û çanda Kurdî û zimanên ji derveyî Tirkî polîtîkayên asîmîlasyonê û zordariyê tên meşandin. Bi taybetî jî piştî sala 2015’an ev polîtîka dijwartir bû û gihişt asteke qirkirina çandî û zimanî. Mînaka herî dawî ya van polîtîkayan, betalkirina konsera Aynur Dogan a li navçeya Derinceyê ya Kocaeliyê ye.
Em polîtîkayên sansûr, qedexe, zext û asîmîlasyonê bi taybetî li ser zimanê Kurdî û bi tevahî li ser zimanên din ên ji bilî Tirkî qebûl nakin. Mixabin îro ev zihniyeta qedexeker heta şaredariyan jî belav bûye û ev bûyer xuya dike ku rewş çi qasî xerab e.
Di vê çarçoveyê de em ê li dijî polîtîkayên sîstematîk ên li ser zimanê Kurdî tên meşandin, têkoşîna xwe ya ji bo azadiya hemû zimanan bi pêş bixin û bidomînin.
Dersim Dag
Hevberdevka Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî
16 Gulan 2022