Em qetilkirina Hevserokê Meclisa Xweser a Şengalê Merwan Bedel bi tundî şermezar dikin

Daxuyaniya Hevberdevkên me yên Komîsyona Karên Derveyî Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy:

Merwan Bedel ê ku ji bo parastina gelê Şengalê li dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kurdên Êzidî bi awayekî dijwar li ber xwe da, di 7’ê Kanûna 2021’an de li navçeya Xanesor a Şengalê tevî 2 zarokên xwe di encama êrişa SÎHA’yê de jiyana xwe ji dest da, zarokên wî yên di wesayîtê de birîndar bûn. Ev êriş sûcê şer e û em êrişê şermezar dikin. ‎

Êrişên bi vî rengî yên li dijî Êzidiyan, ku hema bêje berdewamiya qirkirina ku DAIŞ’ê nikarîbû pêk bîne, îfade dike, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye, nemirovî û bêexlaqî ye. Berî niha jî nexweşxaneyek li Şengalê di encama bombebarana firokeyan de hatibû armanckirin û 8 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Kurdên Êzidî yên li Şengalê Tirkiye jî di nav de ji bo tu kesî, ne xetere ne. Di dîroka xwe de 74 caran rastî hewldanên qirkirinê hatine. Êrişa herî zêde ya qirkirinê ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin. Eşkere ye ku yên dilgiran hene ku karê DAIŞ’ê neqedandiye dixwazin temam bikin. Em eşkere dipirsin: Dewleta Tirk ji gelê Êzidî yê Şengalê çi dixwaze? Bombebarankirin û qetilkirina sivîlan bi zarokên xwe yên biçûk re hûn dikarin çawa şîrove bikin? ‎

Divê civaka navdewletî, di nav de hevpeymaniya navdewletî ya ku ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin, ligel êrişên bi heman rengî yên berê û hemû aliyên wê lêkolînê li ser vê êrişê bikin, sûcdaran eşkere bikin û berpirsyariya xwe ji bo pêşîgirtina li van êrişan eşkere bikin. Dîsa em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku tedbîrên pêwîst bigire, da ku careke din êrişên bi vî rengî neqewimin, em bang li her kesê ku xwe bi mirovahî nav dike ku li Şengalê xwedî li gelê Êzidî yê ku bi rûmet têdikoşin û têkoşîna man û nemanê didin derkeve.

Feleknas Uca-Hişyar Özsoy

Hevberdevkên Komîsyona Karên Derveyî yên HDP’ê

8 Kanûn 2021