Em Rejîma Qeyûman Hilweşînin, Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Ava Bikin!

Encamnameya Konferansa me ya Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a ku di 26'ê Îlonê de li Enqereyê hatibû lidarxistin:

Encamnameya Konferansa Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk

Di 26’ê Îlona 2021’an de bi dirûşmeya “Dem dama avakirina rêveberiyên herêmî yên demokratîk û hilweşandina rejîma qeyûman e” Konferansa Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk pêk hat. Konferans li Salona Konferansê ya Tesîsên Civakî û Mala Xwendekaran a Teoman Ozturk a TMMOB'ê pêk hat. Konferans diyarî rêhevala me Denîz Poyraz a li Îzmirê qetil kiribûn hat kirin. Ji bajarên herêmê nêzî 400 delege beşdarî konferansê bûn.

Em wek hevparên konferansê di serî de di şexsê hilbijêrên me yên di girtîgehan de dîl hatine girtin û hemû hevrêyên me yên girtî, hemû hevalên xwe yên têkoşîna azadiyê didin silav dikin.

Îqtîdara AKP-MHP’ê bi pêşxistina gelek krîzan hewl dide civakê bênefes bihêle. Di vê pêvajoya ku AKP-MHP xera dike de, têkoşîna me ya ji bo parastina civakê û rizgarkirina demokrasiye bênavber didome.

Siyaseta herêmî, li dijî polîtîkayên zextên sîstematîk ên rêveberiya navêndî, têkoşîna civakî pêş dixe û lêgerîna xwebûnê û jiyana nû berdewam dike. Îfadeya herî şênber a vê têkoşînê dijberî û ragêşiya li dijî tayînkirina qeyûman a Şaredariyên HDP’ê ye.

Di çarçoveya stratejiya me ya Xeta Sêyemîn de, li şûna dewletê em civakê esas digirin. Em têkoşîna demokratîkbûn, wekheviya zayendiya civakî, hebûn û avakirina civaka exlaqî û polîtîk bi pêş dixin.

Em ji bo ku gel xwe bi xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin têdikoşin. Ji bo karibe xwe bi rê ve bibe demokrasiya herêmî û jiyana nû ava bike têdikoşin.

Em Tirkiyeyê Demokratîk dikin, Em Riya Azadiya Gelê Kurd Vedikin!

HDP, di dîrokê de bi tecrûbe û cerebeyên xwe, li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê dide. Bûye navenda têkoşîna hevpar a hemû civakan. Her ku sal derbas dibin, bêtir rêkeftina civakê bi pêş dixe û têkoşîna siyasî dimeşîne.

Me bi stratejiya di hilbijartina rêveberiyên herêmî û îdarî ya 31’ê Adara 2019’an de, careke din îsbat û aşkera kir ku em hêza diyarker in.

Me bi stratejiya 31’ê Adara 2019’an û encamên vê stratejiyê dît ku em hêza xwe ji perspektîfa Komara Demokratîk û Rêveberiyên Demokratîk digirin. Me armanc kir ku em tenê xwe li gorî encamên hilbijartinê bi sînor nakin. Di heman demê de me feraseta demokrasiya herêmî ya şaredariyan kir armanc. Bi vê yekê em gaveke din gihiştin armanca ku siyasetê bikin malê civakê û siyaseta civakî bi pêş bixin. 

Di hilbijartina 31’ê Adarê de em bi fikra ku Tirkiyeyê demokratîk bikin û gelê Kurd azad bikin nêzîk bûn. Di vê çarçoveya azadkirina gelê Kurd de me şaredarî dîsa ji destê qeyûman girt û em gihiştin armanca xwe.

Di heman demê de em bi vê serkeftinê gihiştin fikra bandora demokrasiya herêmî ya li ser yekîtiya neteweya gelê Kurd. Me dît ku fikra demokrasiya herêmî li ser yekîtiya neteweyî çiqas bi bandor e. Ligel hin pirsgirêk û astengiyan, me ji tifaqê ruhê yekîtiya neteweyî bi hêz kir.

Bêguman di bidestxistina van encaman de, rêgezên me û piştgiriya gelê Kurd diyarker bû.

Em têkoşîna demokratîk mezin dikin!

Di encama serkeftina armancên me yê statejiya piralî ya me di 31’ê Adarê de dabû destpêkirin, hîn salek di ser hilbijartinan re derbas nebû, daxwazên ji bo hilbijartinên pêşwext gelekî hatin ser zimanan. Serkeftina me ya di hilbijartinan de careke din derxiste holê ku desthilatî bi polîtîkayên xwe yên zextê nikare encam bigire.

Her wiha ew bû nîşaneya ku bijarteyeke gelên Tirkiyeyê ya demokratîk jî heye. Ji bo welatekî demokratîk hêvî mezin kirin.

Ji bo mezinbûna hêviyên avakirina welatekî demokratîk em dixwazin tevî gel, rêxistinên civakî, jin û tevgerên ekolojiyê bi hev re vê têkoşînê bimeşînin û mezintir bikin.

Helwesta stratejîk û piştgiriya ku me ji gelên Tirkiyeyê girtî bi coş û kelecaneke mezin didomînin; ji bo ku em ji vê feraseta zordariyê û ji zextan xilas bibin, em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin.

Em ê xwedî li mîrasa xwe ya şaredariya civakparêz derkevin !

Bi salan e xebatên şaredariyên demokratîk bûne hedef û armanca pergala dewletê. Li ku derê rê û rêbaz an jî xebateke demokratîk hebe bûye hedef û armanca wan û xwestine bi riya hêzên dewletê wê ji holê rakin.

Li dijî van êriş û kiryarên zordarî ji sala 1979’an û heta roja îro ji bo me xwedîderketina li hişmendiya şaredariya civakparêz û pêşxistinê wê, xwedî giringî û wateyeke dîrokî ye.

Kevneşopiya siyasî û pratîka rêveberiyên herêmî ya ku heta serdema Partiya Demokrasiya Gelan hatiye, ‘avakirina civakê’ ji xwe re kir armanc. HDP pala xwe da van tecrûbeyên zengîn û xwedî li xeta rêveberiya herêmî ya demokratîk derket û berfireh û mezin kir.  Di navenda avakirina têkoşîna me de bingeheke wekheviyê heye. Em bi çanda azadiya jinê bawer dikin.

Di serî de pergala hevserokatiyê, gelek destkeftiyên din ên wekî bajarên ku jin tê de azad in, şaredariyên ku azadiya jinê esas digirin û avakirina saziyên jinan, hatin bidestxistin.

Li Her Qadê Li Dijî Qeyûman Gotina Herî Dawî Em ê Bibêjin!

Biryarên tayînkirina qeyûman di civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya 2014’an de hat plankirin û ket meriyetê. Rejîma qeyûman ku di çarçoveya plana têkşikandinê de ket meriyetê, di çarçoveya pêkanînê de Plana Isleheta Şerqê ya Duyemîn e. Dema em li pratîka qeyûman a di navbera 2016-2019’an de binihêrin, dê bê dîtin ku li dijî nasneme û nirxên gelê Kurd hemleyeke plankirî ya siyasî û îdarî di meriyetê de ye. Lêbelê rejîma nû bi êrişkirina nasnameya Kurd sînordar nema, îro hemû Tirkiye xistiye bin bandora xwe.  

Qeyûm ku navê xesbkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye, li Tirkiyeyê hewldana tunekirina destkeftiyên hêzên demokratîk û gelan e. Kiryarên qeyûman, nîşaneya bêtehemuliya li dijî îradeya civakê û binpêkirina hemû mafên qanûnî ye.

Em nûnertiya wê kevneşopiya siyasî dikin ku di her şert û mercên êrişkar de xwedî li îradeya xwe derdikeve. Bêyî ku em kiryarên qeyûman qebûl bikin, têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin û tu carî tawîzan nedin û li dijî qeyûman gotinên dawîn em ê bibêjin.

Dê qeyûm biçin, em ê bimînin

Em ê Pergala Hevserokatiyê Biparêzin û Bidomînin!

Hevserokatî pergala demokratîk e ku xwe dispêre hişmendiya demokrasiya radîkal. Me tu carî li dijî siyaseta mêr, dev ji gotina xwe ya ku hevserokatî xeta me ya mor e, berneda.

Pergala hevserokatiyê ku nîşaneya veguherîna civakî ye, dê bibe pergaleke wisa ku jin di mekanîzmaya biryarê de cih bigirin û nêrîn nêzikatiyên pergala mêran ên zordest parçe bikin.

Ev pergala zemîneke wisa ye ku hem jin hem jî mêr bikaribin li ser têkoşîna azadî û demokatîkbûnê bidin. Ji ber vê yekê rastî êrişên dijwar ên pergalê hatin; xwestin krîmînalîze bikin, hewl dan di dosyeyên dadgehê de wek sûc nîşan bidin, lê me ew di eywanên dadgehê de darizand.

Dîsa em ê bi têkoşîna hevpar a jinan bersiva herî xurt bidin ew kesên ku pergala hevserokatiyê hedef nîşan dan, qeyûm tayînî şaredarî û saziyên me yên bi feraseta azadiya jinan dihatin birêvebirin.

Em vê yekê baş dizanin ku pergala me ya hevserokatiyê ji bo hemû cîhanê bû model.

Em di Feraseta Demokrasiya Herêmî ya ku Xwe Dispêre Rêveberiya Xweser de bi Israr in

Rêveberiya xwecihî û rêveberiya gel bingeha têgihiştina rêveberiya herêmî ya partiya me pêk tînin. Em li dijî pergala sînordarker û îdareya navendî ya ku dixwaze li ser rêveberiyên herêmî zextan ava bike, parastina xweseriya demokratîk a rêveberiyên herêmî didomînin.

Bi derbaskirina nexweşiya desthilatdarî û dewleta navendî, hiyerarşiya xweza, civak, çîn û zayendperestiyê têk birin û di avakirina civaka demokratîk de rêveberiyên herêmî di rol û rista diyarker de ne. Heta ku li gund, kolan, tax, kuçe, navçe û bajaran demokrasi bi pêş nekeve em ê nikaribin jiyana nû ava bikin.

Pergala rêveberiyên herêmî ku gel tê de xwedî mafê gotinê ye û li ser esasê tevlêbûneke giştî ye ji bo me jêveneger e. Tiştên ji bo gel ji xizmeta gel re bikaranîn û ji bo vê divê em bikin ku gel bi xwe vê biryarê bide.

Divê ji kolanan heta taxan, ji navçeyan heta bajaran, li tevahiya welat demokrasiya herêmî têkeve meriyetê û ji bo ku rêveberiya xweser a gelên Tirkiyeyê pêk bê divê em bikevin nav tevgerê.

Em xwedî wê hêzê ne ku dikarin li gund û bajarên xwe jiyana demokratîk a civakê û hemû zindiyên xwezayê ava bikin û binesazî, çandinî, ziman û qadên perdehî, tenduristî û civakî bi pêş bixin û biparêzin.

Ji bo avakirina rêveberiyên herêmî yên demokratîk pêwistî bi peşkandina daran hebe em ê bipeşkînin, pêwistî bi komkirina çopan hebe em ê çopan jî kom bikin, pêwistî bi dersdayînê an jî ders standinê hebe em ê bikin, pêwistî bi nîqaşê hebe em ê nîqaş bikin. Bi kurtasî em ê ked bidin, bawer bikin û ava bikin.

Hemû kêmasî û nebesiyên xwe yên heta roja îro me li ber çavan girt.  Di Rêya Sêyemîn  de ku me bi ked û bawerî têkoşîna wê da, ne ku em bibin aliyekî feraseta desthilat û dewletperesiyê; em dibêjin dema dema ji bo feraseta rêveberiya herêmî û şaredariyê ya li ser esasê jin, civak û xwezayê ye û ji bo wê em ketina tevgerê.

Em Rejîma Qeyûman Hilweşînin, Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Ava Bikin!

30 Îlon 2021