Em şairê mezin ê Kurd Seydayê Cegerxwîn bi rêzdarî bi bîr tînin!

Daxuyaniya Hevberdevkê Komîsyona me ya Ziman, Çand û Hunerê Omer Ocalan:

Ronakbîr û zanayên Kurdan ên wek Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Mehmed Uzun, Arjen Arî di meha cotmehê de ji nav me bar kirin. Yek ji wan jî rewşenbîr û hostayê mezin ê Kurd Seydayê Cegerxwîn e. Di ser koça dawî ya kedkarê ziman, çand û wêjeya Kurdî û welatparêzê Kurd Cegerxwîn re 38 sal derbas bûn. Ji ber vê em di 38’emîn salvegera wefata wî de li mîrateya wî ya ji bo zimanê Kurdî û têkoşîna wî ya siyasî ya ji bo azadiyê xwedî derdikevin, wî bi rêzdarî bi bîr tînin.

Wek jiyana her rewşenbîrekî Kurd, jiyana Seydayê Cegerxwîn jî parçeyekî dîroka sirgûniyê ya miletê Kurd e. Dema ku li welatê xerîbiyê di sala 1984'an de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran hezkiriyên xwe ve hat oxirkirin. Lewra xebatên wî yên çandî û têkoşîna wî ya siyasî ji Mêrdînê heta Stockholmê, ji Libnanê heta Bexdayê, ji Rojava heta Başûr bandoreke xurt li ser civaka Kurd û rewşenbîriya Kurdî kir. Cegerxwîn hê di destpêka perwerdehiya xwe de belengazî û bindestiya miletê Kurd bi çavên xwe dibîne û dibe dilêşê gelê xwe û navê Cegerxwîn li xwe dike. Di helbestên xwe de behsa zext û zordariyên li ser miletê Kurd dike, cih dide daxwaza azadiyê ya Kurdan. Di heman demê de kêşeyên civakî, zordariya axayan a li ser gundiyan, çerxa kedxwarî û mêtingeriyê, xizaniya gel û eşqa welat di helbestên wî de cih digirin.

Ji ber şexsiyeta wî ya welatparêz, azadîxwaz û aştîxwaz Cegerxwîn di hişûbîra her Kurdekî de cihekî taybet girtiye. Navê wî li seranserî Kurdistanê belav bûye, biçûk û mezinên Kurdan navê wî bihîstine. Ji ber vê jî, di serboriya jiyana xwe ya ji bo miletê Kurd borandiye de ew her tim rastî êrişan hatiye. Bêguman êrişên îro yên ji aliyê zihniyeta ku dijminahiya miletê Kurd dike jî berdewamiya zihniyeta berê ye. Bi taybetî di 6 salên dawî de bi destê qeyûmên ku wîna miletê Kurd desteser kirine, êrişî mîrateya Cegerxwîn jî kirin, saziyên ku bi ser navê wî hatibûn avakirin ji aliyê qeyûman ve hatin girtin, navê kuçe û kolanan guhertin. Ev êrişên li dijî Cegerxwîn û hemû nirxên gelê Kurd, nêzikatiya  faşîst a Hikumetê ya li dijî ziman û çanda Kurdî û hebûna Kurdan nîşan dide.

Em mîrateya Cegerxwîn a li dijî bindestiyê dengê azadiyê, li dijî şer dengê aştiyê bilind kiriye, li dijî sîyaseta çandkujî û zimankujiyê li ber xwe daye ji bîr nakin û lê xwedî derdikevin. Em li ber bîreweriya wî bejna xwe ditewînin û di şexsê wî de hemû kedkarên ziman û çanda Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin.

Omer Ocalan

Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê

22 Cotmeh 2022