Em şairê mezin ê Kurd Seydayê Cegerxwîn bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin!

Daxuyaniya Hevberdevkên Komîsyona me ya Şopandina Nexşerêya Kurdî Dersim Dag û Salîm Kaplan: 

Hostayê mezin ê helbesta Kurdî, rewşenbîrê hêja yê serê sedsalê, kedkarê ziman, çand û edebiyata Kurdî, nivîskar û şair Seydayê Cegerxwîn 37 sal berê ji nav me bar kir û koça xwe ya dawiyê kir. Cegerxwîn, di dilê gelê Kurd de şexsiyetekî giranbuha bû. Bi xebat û xîreta xwe bandoreke mezin li ser rewşenbîriya Kurdî kir. Em di salvegera 37’emîn ya koça wî ya dawî de şairê mezin, yek ji nûnerên helbesta modern a Kurdî Cegerxwîn bi rêzdarî, bi rehmet û bi minet bi bîr tînin. 

Seydayê Cegerxwîn jiyana xwe li sirgûniyê bihurand. Û li sirgûniyê jî jiyana xwe ji dest da. Di sala 1984’an de bi beşdarbûna bi hezaran hezkiriyên xwe, li Qamişloyê hat veşartin. Serboriya jiyana Cegerxwîn, wekî serboriya gelê Kurd û neynika zext û zordarî, pirsgirêkên civakî û sirgûniyê ya gelê Kurd bû. Serboriya jiyana wî ya ji Mêrdînê heta Stockholmê, ji Bexdayê heta Libnanê, ji Rojava heta Başûr, bandora xwe li ser karekterê wî yê rewşenbîrî, siyasî û edebî kir. Di helbestên xwe de cih da daxwaza azadiyê ya gelê Kurd. Ji bilî zext û zordariyên li ser gelê Kurd, înkar û bişaftinê, her wekî din, kêşe û neyeksaniyên civakî, xizanî, zora axayan a li ser gundiyan, çerxa kedxwarî û mêtingehiyê û eşqa welat rengê xwe da helbestên Cegerxwîn û bandora xwe li ser çêbûna şexsiyeta wî ya civakparêz, welathez, aştîxwaz û azadîxwaz kir. 

Cegerxwîn di hişûbîra gelê Kurd de cihekî taybet girtiye. Ji ber vê jî, ew her tim ji aliyê zihniyeta ku dijminahiya gelê Kurd dike rastî êrişan hatiye. Nemaze di van salên dawî de, qeyûmên ku îradeya gelê Kurd desteser kirin, êrişî mîrateya Cegerxwîn jî kirin; saziyên ku bi ser navê wî hatibûn avakirin ji aliyê wan ve hatin girtin, navê kuçe û kolanan hatin guhertin, park hatin girtin. Ev êrişên li dijî Cegerxwîn, her wekî din nêrîn û zihniyeta desthilatî û qeyûman a li dijî hişûbîra gelê Kurd, dewlemendiya çandî û dîrokî ya gelê Kurd û hebûna Kurdan nîşan dide.

Cegerxwîn, bi helbestên xwe, bi xebatên xwe yên rewşenbîriyê, li dijî siyaseta çandkujî û zimankujiyê û polîtîkayên bişaftinê li ber xwe da û mîraseke mezin ji me re hişt. Em li ber bîreweriya wî bejna xwe ditewînin û di şexsê wî de hemû xebatkar û kedkarên ziman û çanda Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin.

Dersim Dag- Salîm Kaplan

Hevberdevkên Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî

22 Cotmeh 2021