
Em sersaxiyê li Hikûmeta Federasyona Rûsyayê û gelên Rûsyayê dikin.
Em qetilkirina Balyozê Federasyonê Rûsyayê Andrey Karlov bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê li malbata Andrey Karlov û gelên Rûsyayê dikin.
Mixabin, ev bûyer jî nîşan dide ku Tirkiye ji ber polîtîkaya xwe ya navxweyî û derveyî êdî ne welatekî ewle ye.
Divê berpirs û alîgirên vê tawana siyasî bi awayekî cidî werin aşkerekirin û demildest werin darizandin.
Lijneya Rêvebirina Navendî
19 Kanûn 2016