Em şoreşgerên ku di meha Gulanê de ketine nav karwanê azadiyê bi rêzdarî  bi bîr tînin

Pêşengê têkoşîna şoreşgerî û demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya û Hakî Karerê ku ev têkoşîna şoreşgerî ya Tirkiyeyê bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re kiribû yek û ala enternasyonalîzmê bilind kiribû di 18’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dan. 

Di 18’ê Gulana 1973’an de Îbrahîm Kaypakkaya li dijî zilmkaran ser da lê sir neda û heta dawiya emrê xwe wek dilsozê şoreşê, dildarê azadiyê ma. Di ser qetilkirina Kaypakkaya re 47 sal derbas bûn, lê ew îro jî li dijî vîrûsa desthilatiyê û pergalê, remza bawerî, dilsoziyê û sembola piştgirî, azadî û wekheviyê ya gelên Tirkiyeyê ye û li pey xwe mîraseke mezin ji me re hişt û têkoşîna wî rêhevalên wî, îro jî riya me ronî, hêviya me geş dike. 

Têkoşîna şoreşgerî û demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê, tenê bi azadiya gelên bindest û gelê Kurd dikare bigihêje qonaxa serfiraziyê. Di ser qetilkirina Hakî Karerê ku ev rastî hem îdraq kiribû, hem jî li gorî vê rastiyê berê xwe ji Behra Reş dabû Kurdistanê jî 43 sal derbas bûn. Wê zihniyeta ku bi komployekê Hakî Karer qetil kir, xwest ku têkoşîna hevpar û pêkvejiyana gelên Tirkiyeyê asteng bike û hemû dînamîkên civakî hilweşîne û desthilatiya xwe qayîm bike. 

Di 1’ê Gulana 1977’an de Deniz, Huseyin û Yusufê ku ji bo wekhevî û azadiya gelê Kurd û Tirk têkoşiyabûn hatibûn îdamkirin. Di meha Gulanê de dîsa Ferhat Kurtay, Mahmut Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner û bi sedan rêhevalên wan li zindanên Amedê li dijî hovîtiya 12’ê Îlonê ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dabûn. Meha Gulanê meha têkoşîn û berxwedanê ye. Ji wan rojan heta îro, berdêlên mezin ji bo demokrasî û azadiyê hat dayîn. Em li ber mîrasa têkoşîna wan bejna xwe ditewînin. 

Êrişên li dijî têkoşîna azadiyê û nirxên civakî bi salan e didomin. Ev êriş îro jî bi desteserkirina şaredariyan, bi derbeya qeyûman, bi rehîngirtina siyasetvanên Kurd tê berdewamkirin. Li hemberî vê zext û zordariyê, berxwedan û têkoşîna Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, 4 şoreşger û ruhê Denîzan ji bo me banga bilindkirina têkoşînê ye. Em ê alaya wan a ku wan teslîmî me kiriye, tu carî li erdê nexin û li mîrasa wan a têkoşînê xwedî derkevin. 

Em bi vê bîr û baweriyê ber bi azadiyê ve dimeşin. Hêviya me ya serkeftinê ji duh zêdetir e. Em hemû şoreşger û têkoşerên ku di meha Gulanê de ketine nav karwanê azadiyê bi rêzdarî û bi minetdarî bi bîr tînin. Li ber bîreweriya wan bejna xwe ditewînin. 

 

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêveberina Navendî

18 Gulan 2020