Em soz didin pakrewanên meha Gulanê: Wê bihara gelan were vî welatî

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî:

Pêşengên şoreş û demokrasiyê Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karker, lehengên çalakiya agirê çaran û berxwederên Nûrhaqê ji bo ev xaka ku pêşengiya şaristaniyê kiriye azad bibe û ji bo biharê ji re gelan bînin têdikoşiyan di meha Gulanê de jiyanên xwe ji dest dan .

Îbrahîm Kaypakkaya ji ber ku ser dida lê qet sir nedida û tu car ji mengiya azadiyê paş ve gav nediavêt di 18’ê Gulana 1973’an de bi îşkenceyên giran hate qetilkirin. Lê ew bi helwest û berxwedana xwe ya bêhempa îro jî riya  têkoşerên azadî û wekheviyê ronî dike. Peyhatiyên zîhniyeta ku li Kaypakkaya îşkence kir û wî qetil kir îro jî şer û xizaniyê wekî qederekî dispêre gelan û li ser kedxwarî û xwinxwariyê desthilatiya xwe didomînin.

Ev zîhniyeta reştarî herî pir ji têkoşîna hevpar a gelan a di riya avakirina pêşerojekêki wekhev û azad ditirsin. 18’ê Gulana 1977’an de, bi qetilkirina Hakî Karer ya di encama komployekî de, xwestin ku tevgera şoreşê ya Tirkiyeyê û tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji hev veqetînin; hevkarî û hevgirtina wan bişikênin.

Li dijî wahşeta 12’ê Îlonê û li dijî bidervekirina Denîz, Yûsûf û Huseyîn ên dema ku ber bi sêdarê ve diçûn wekhevî û biratiya gelên Kurd Û Tirk diqîriyan, li zindana Amedê agirê ku Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengî, Eşref Anyik û Necmî Oner pêxistin wekî çalakiya çaran kete dîrokê û di têkoşîna azadiyê de bûn meşaleyên nevemirî. Herwiha bi sedan cangoriyên azadiyê di meha Gulanê de ji nav me koç kirin û wê axa ku ji bo biharê lê bînin têdikoşiyan hembêz kirin.

Di meha Gulanê de me gelek kesên ku tu car cîhên wan tije nabin winda kir, lê ew tekoşînîn bêhempa jî mîrateyên dîrokî têkoşêrên azadiyê re hîştin.

Her çi qas zext û êrîşên faşizan bidomin li hemberî wî kevneşopiya berxwedanê jî didome. Ev zext û zordarî îro bi deste AKP’ê bi awayekî bênavberî tê meşandin. Lê ew kesên ku ji rehingirtina siyasetmedaran, ji pîşandina qeyûman û ji polîtikayê tasfiyeyê serkeftinekî hêvî dikin duh jî têk çûn niha jî têk diçin û wê tu carî bi ser nekevin.

Ruhê Kaypakkaya, Hakî Karer, Sînan Cemgîl, Denîz û ruhên lehengên çalakiya agirê çaran bang li me dike da ku em xeta têkoşînê bilindtir bikin û dawî li vê pergala faşizan bînin. Xwedîlêderketina mîrate û armancên wan cangoriyan, mezinkirina têkoşînê û bi dest xistina azadî , wekhevî û demokrasîyê ye.

Em, di serî de têkoşerên ku di meha Gulanê de jiyanên xwe ji dest dane, hemû congoriyên azadî û wekheviyê bi rêzdarî û bi minnet bi bîr tînin. Em ji wan pêşengên şoreşê re soza xwe dubare dikin; em ê armanc û xeyalên wan pêk bînin.

 

Lijneya Rêvebiriya Navendî ya
Partiya Demokratîk a Gelan

18’ê Gulanê 2021