Em vê êrîşa li dijî mirovahiyê şermezar dikin

Di demên pêş ên sala 2017an de li Stenbolê, êrîşek pêk hat û di encamê de gellek kes mirin û birîndar bûn. Em vê êrîşa li dijî mirovahiyê bi awayekî tund şermezar dikin. Rehma Xwedê li miriyan be, serê malbat û xizmên wan sax be û em şîfaya xêrê ji bo birîndaran dixwazin. 

Axaftinên siyasetvanan ên ku pîrozbahiya sersalê krîmînalîze dikirin û xutbeya Serokatiya Karûbarê Diyanetê ya ku pîrozbahiya sersalê wek “li dijî nirxên me ye, ti xêra wê ji bo mirovahiyê tine û kar û kiryareke ne meşrû ye” pênase dikir, metirsiyên me yên derbarê sibêrojê de zêdetir dike. 

Tirkiye ji gel û bawerî û nasnameyên ciyawaz pêk tê û eger ev taybetmendiyên civakî bêne guherandin dê vehûn û xisûsiyetên civakî jî pê re hilweşin û Tirkiye dê gav bi gav bibe welatekî gerîneka tundûtûjiyê, lê mixabin hin ferasetên siyasî vê yekê fêhm nakin. 

Em vê azara giran di dilê xwe de hîs dikin û dubare dibêjin: geh di siyaseta navxweyî û geh a derveyî de, domandina van polîtîkayên berberî û kaos û dijminatî û pevçûnê, vê gerîneka tundûtûjiyê kûrtir dike. Ewên ku gavan ji bo guherandina vê rewşê navêjin û bi ser de darikan diavêjin vê tirafê,  berpirsên siyasî yên vî halî ne. 

Em ji bo miriyan rehmetê dixwazin û sersaxiyê li tevahiya civakî dikin. 


Lijneya Rêvebirina Navendî
1 Rêbendan 2017