Encamên referandûmê rewa ye…

Encamên referandûmê rewa ye…

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji dema biryargirtinê heta niha, hem li Rojhilata Navîn hem jî li dinyayê reng û deng veda. Herçend derbarê rêbaza biryargirtin û çêbûn û geşedana vê proseyê de hin rexne û gengeşe hatibin kirin jî, referandûm bi awayekî şefaf û beşdarî hate kirin.

Em encamên fermî yên referandûmê wek rewa û aşkirakirina îradeya gel dibînin û silav dikin. Her ji ber vê yekê, em di encamdana referandûmê de gelên Herêma Kurdistanê, hizbên siyasî û dezgehên îdarî yên ku keda wan di vê proseyê de hene, pîroz dikin.

Di daxuyanî û helwestên hêzên deverî û cîhanî û sazî û dezgeh û dewletan ên di rojên dawî yên proseya referandûmê de hatî kirin, nîşan dide ku ev mesele dê di rojên pêş de bêhtir bandoreke mezin li ser polîtîkayên geh li deverê geh jî li dinyayê bike. Lewre, em dixwazin ku balê bikêşin ser çend xalan:

 

1. Ev îradeya ku derketiye meydanê ji bo ku bibe wesîleya avakirina xweşguzariya civakî û deverî, pêşxistina kultura demokrasiyê û aşitiyeke mayînde, divê di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de diyalog bi awayekî aşitiyane bidome.

2. Geşedan û bertekên ku piştî referandûmê rû dane, nîşan dide ku ji bo aşitiya deverê û avakirina yekîtiya civakî û aborî û kulturî û siyasî ya gelê kurd, divê Kongreya Neteweyî were lidarxistin. Divê ev fersend neye berhewakirin û demildest were pêkanîn.

3. Her dewleteke deverê ji ziman û kultur û bawerî û pêkhateyên ciyawaz pêk tên. Her nîzameke demokratîk ya mihtemel, divê li gorî vê rastiyê were avakirin. Têkoşîna gelê kurd ya bidestxistina statûyê li her welatî, rewa û mafekî tarîxî ye. Şêweya vê statûyê, bi çi rengî û bi çi navî û li gorî kîjan yêkîtiyên demokratîk û tifaqan pêk bê jî, divê li her derê li gorî vê struktura civakî û siyasî ev prose were encamdan.    

4. Eger welatên deverê derbarê encamên referandûmê de hewl bidin ku mueyîdeyên mihtemel û mişterek yên leşkeri û aborî û ambargoyê li ser herêmê ferz bikin, ev dê ti xêrê li aşitiya civakî û deverî neke û bi ser de dê kêşeyên mewcûd girifttir bike. Divê ew welat li gorî qaîdeyên navdewletî peywendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê û gelên deverê dirust bikin û li ser esasên cîrantiyê bi pêş de biçe. Ev helwest di heman demê de dê tesîreke pozîtîf li ser geşedana aşitiya wan a civakî û kultura demokrasiyê bike.


5. Eger di qada siyasî û dîplomatîk de, di şûna pêngavên aşitiyane û demokratîk, rêbazên leşkerî werin avêtin, ev dê bibe sedema pevçûn û berberiyên nû yên etnîkî û dînî li wan welatan. Em, li deverê û li welatên deverê têkoşîna xwe ya bo avakirina civakeke demokratîk, azadîxwaz û yeksanîxwaz û pêkanîna peywendiyên siyasî bidomînîn. Em cardin aşkira dikin ku rêbazên aşitiyane û demokratîk, gotûbêj û guftûgo divê di peywendiyan de wek esas were girtin.

 

Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî
27 Îlon 2017