
Duh êvarê, Hevserokên Bajarê Mezin ên Amedê birêz Gültan Kışanak û Fırat Anlı hatin desteserkirin, li malên wan û di Şaredariya Amedê de lêgerîn hate kirin. Ev muamele di serî de kêyfî û derqanûnî ye.
Erdoğan û Hikûmeta AKPê bi hestên tolhildanê êrîşî îradeya gel dike. Ev êrîş rasterast helwesteke dijminane ya li dijî îradeya gelê Kurd e û bi van êrîşan mebesta Hikûmetê tesfiyekirina siyaseta demokratîk û muxalefeta demokratîk e.
Desteserkirina Gültan Kışanak û Fırat Anlı, îlana şer a radeya herî deraqil a li dijî siyaseta demokratîk e.
Ev desteserkirina keyfî û derqanûnî, li dijî mafên mirovan ên gerdûnî û prensîbên dadmendiya demokratîk e û binpêkirina rêkeftin û peymanên demokratîk ên navdewletî yên ku Tirkiyeyê bi xwe jî îmze kirî.
Ev zilma ku Hikûmeta AKPê li ser me ferz kirî û atmosfera zext û zordestî û bêqanûnî nayê qebûlkirin. Berpirsê vê xeletiya tarîxî û atmosfera kaotîk Hikûmeta AKPê bixwe ye.
Divê demildest dawî li van muameleyên kêyfî û derqanûnî bê kirin û hevserokên Bajarê Mezin ên Amedê yên ku bi hincetên deraqilî û kêyfî desteser bûyî, demildest werin berdan.
Em bangî hemû saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, hêzên demokrasî û aştiyê, dezgehên navnetewî û parlemanan dikin: Li dijî van muameleyên derqanûnî, bêdeng nemînin û bertekên xwe nîşan bidin. Pratîkên derqanûnî yên ku di radeyeke awarte de ne, qebûl nekin.
Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî
26 Cotmeh 2016