Êrîşa li Nexweşxaneya Şengalê, nîşana zihniyeta DAIŞ’ê ye, em şermezar dikin

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî:

Hikumeta AKP’ê, li dijî Kurdan polîtîkayeke dijminahiyê dimeşîne û di encama vê polîtîkayê de di van rojên dawî de li Şengalê êrişên xwe didomîne. Şengal hem doh hem jî îro bi balafiran hat bombekirin û di encamê de sivîl wek hedef hatin girtin. Di şert û mercên şer de jî nexweşxane nayên bombekirin û cihûwarên sivîl nayên bombekirin, lê li Şengalê ev qaîdeyê esas bi awayekî aşkera hat binpêkirin, sûcekî li dijî nirxên mirovahiyê hat pêkanîn.

Êrişa li dijî gelê me yê Êzidî, bombekirina Şengalê, berdewama silsileya fermana 73’an, daxwaza tunekirina bawerî, nasname û çanda Êzidîtiyê ye. Ji ber ku gelê Şengalê li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke dîrokî û bêhempa nîşan da, loma îro dixwazin heyf û tola DAIŞ’ê bistînin. Loma jî ev êriş beriya her tiştî nîşaneya tirs û xofa dilê wan e.

Çawa ku li ber çavên cîhanê karesateke mirovî ya Talîbanê li Efxanistanê derxistin meydanê, niha jî bi heman rengî dixwazin li Rojhilata Navîn, li Şengalê gelê me yê Êzidî jî bi heman karesatê re rûbirû bihêlin. Ev êriş beriya her tiştî nîşaneya dijminahiya gelê Kurd e, lê dixwazin bi van êrişan riya 3’yemîn û xeta azadîxwaz a li Rojhilata Navîn tune bikin û li şûna wê zihniyeta reş û tarî ya DAIŞ û Talîbanê li herêmê serwer bikin. Ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj, gelê me yê Êzidî dikin hedef û dixwazin hişmendiyeke derveyî nirxên mirovahiyê ava bikin.

Em êrişên li Şengalê bi tundî nalet û şermezar dikin. Kî îradeya gelê Şengalê nas neke, em jî wê polîtîkayê nas nakin. Hikumeta AKP’ê hemû nirxên mirovahiyê û peymanên navneteweyî binpê dike lê em ê hesabê van êrişan hem bi têkoşîna xwe ya siyasî hem jî li ber hiqûq û edaletê ji kujeran bipirsin.

Banga me li gelê me û li hemû mirovên xwedî wijdan e: li hemberî van êrişan bêdeng nemînin. Em Îrade û xweseriya gelê Şengalê wek doh îro jî diparêzin.

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêvebirina Navendî

17 Tebax 2021