Êrişa nijadperest encama polîtîkayên qirêj a AKP-MHP’ê ye!

Daxuyaniya Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê Omer Ocalan:

Ev demeke dirêj e ku deshilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi zimanê xwe yê qirêj û polîtîkayên xwe yên nijadperest tovên neyartiyê di navbera gelan de belav dike. Bi taybetî pêvajoya xwe ya hilbijartinê li ser dijminahiya gelê Kurd dimeşîne û dixwaze helwesteke nijadperest li vê erdnigariyê cîbicî bike.

Îro li navçeya Stenbolê Kadikoyê muzîkjenekî ciwan ê 30 salî Cîhan Aymaz ji ber vî zimanê nijadperest ê Erdoxan û AKP-MHP’ê rastî êrişeke nijadperest hat û sed mixabin ku ji ber vê êrişê jiyana ji dest da. Cîhan ji ber ku bi deng û awazê xwe li hember vê qirejiya AKP-MHPê hatiye, berî niha jî bi destên dadgehên aligir rastî tundiyê hatibû. Em ji ber qetilkirina Cîhan pir bi xemgîn in û ji malbat û hezkiriyên Cîhan re sersaxî û sebrê dixwazin. Serê gelê me sax be.

Em bawer dikin ku yên bi hisabên qirêj dixwazin deshilatdariya xwe bidominin û tovên nijadperestiyê bireşînin dê têk biçin û li hemberî îradeya gelan dê bifetisin. Di heman demê de em bi hêvî ne ku bi hêz û serfiraziya ciwanan em ê bi ser bikevin û êdî nehêlin dijminahiya gelan bibe rojeva vî welatî.

 

Omer Ocalan

Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê

3 Gulan 2023