Êş û azara Sînemaya Amûdê nayê jibîrkirin!

Daxuyaniya Cîgirê Hevserokê me yê Giştî û Berpirsê Komîsyona me ya Ziman, Çand, Huner û Polîtîkayên Perwerdehiyê Salîm Kaplan:

Di ser Komkujiya Sînemaya Amûdê re 61 sal derbas bûn. Di 13’e Mijdara 1960’an de li Amûdê qetlîameke plankirî hat pêkanîn. Di wê qetlîama plankirî de li Amûdê agirek bi Sînemaya Şehrazad hat pêxistin û di encamê de trajediyeke mezin rû da û ew trajedî di hişûbîrê gelê Kurd de wek rojeke reş bi cih girt.

Komkujiya Sînemeya Amûdê, komkujiyeke li ser hesabên qirêj hatibû organîzekirin. Rayedarên rejîmê ji bo ku fîlma Cerîmeya Nîvê Şevê bi zarokên Amûdê bidin temaşekirin, ew bi mecbûrî birin salona sînemayê. Kapasîteya salona sînemayê ji bo 200 kesan bû, lê belê rayedaran di salonê de 500 zarokên Kurd kom kirin. Piştî ku agir bi salonê ket, leşkerên rejîmê hem deriyê sînemayê qufilandin hem jî nehiştin zarok xwe ji agirî rizgar bikin û gel wê şewatê vemirîne. Di Agirê Sînemaya Amûdê de 283 zarokên Kurd yên ku temenên wan di navbera 8 û 14 salî de bûn şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.

Komkujiya Sînemaya Amûdê nîşana zihniyeta kirêt û rûyê reş ê rejîmê ye. Di ser wê komkujiyê re 61 sal derbas bûn lê îro hîn jî bi awayekî cidî û karîger ev bûyera tarî nehat ronîkirin, lêpirsîneke heqane nehat vekirin, tu kesî hesabê vê karesat û azara giran neda. Bi ser de, rejîma Sûriyeyê bi salan nehişt gelê Amûdê vê trajediya mezin bi bîr bîne. Rejîmê her tim bi zext û zor û qedexeyan xwest ku ev qetlîam bê jibîrkirin.

Agirê Sînemaya Amûdê, nîşana polîtîkayên dijminatiyê ya rejîma BAAS’ê bû ku li dijî zarokên Kurd û gelê Rojava hat pêkanîn. Zihniyeta ku hemû mafên bingehîn ên zarokên Kurdan desteser kiribû, zarokên Kurd bênasname hiştibû û ji cih û warên wan ew koçber kiribûn, dijminatiya xwe di wê qetlîamê de aşkera kir û rûpeleke reş û tarî li dîroka mirovahiyê zêde kir. 

Di ser re çend sal derbas bin jî êş û azara Sînemaya Amûdê nayê jibîrkirin. Di 61’emîn salvegera Komkujiya Sînemaya Amûdê de, em hemû zarokên ku di wî agirî de hatin qetilkirin; bi rêzdarî, bi rehmet û bi xemgînî bi bîr tînin. Em wê qetlîamê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Agirê Sînemaya Amûdê 61 sal in venemiriye û îro jî dilê me disojîne.

Salîm Kaplan
Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand, Huner û Polîtîkayên Perwerdehiyê
13 Mijdar 2021