
Parlementerê me yê Sêrtê Qedrî Yildirim, di axaftina xwe ya li Komcivîna Meclisê de ji ber girtina Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê reaksiyon nîşan da û nerazîbûna xwe anî ziman. Yildirim, bal kişand ser rewşa girtina Enstîtûyê û got ku di dema Sedam de jî muemeleyên wiha tinebûn û axaftina xwe wiha domand:
Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê jî para xwe ji van muameleyên dawî girt û hate girtin û mifte li deriyê wê hat xistin. Miftekirina Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê tê wê maneyê ku dev û zimanê Kurdan jî hatiye miftekirin. Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ji sala 1992an ta îro li ser ziman û edebiyata Kurdî lêkolîn dikir, qursên zimên organîze dikir, materyalên perwerdeyê amade dikir û klasîk û destxetên Kurdî çap dikir û pêşkêşî hezker û xwînerên xwe dikir.
Berhemên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Şêx Evdirehmanê Axtepî û gellek navdarên tesewûfê yên Kurd, bi saya serê xebatên vê enstîtûyê hate çapkirin û gehişte ber destê xwîner û hezkerên xwe. Lewre, ew mifteya ku li deriyê vê enstîtûyê hatiye xistin, di rastiyê de li dev û zimanê van şexsiyetên navdar ên Kurd hatiye xistin.
Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ji bo Kirdkî/Kirmanckî/Zazakiya ku ji aliyê UNESCOyê ve wek di xetera wendabûnê de hatibû destnîşankirin jî xebatên pêşxistin û vejandinê dikir û dike. Her wisa derbarê rêzimana Kirdkî û edebiyata Kirdkî de jî berhemên giring derxistine meydanê. Yanî ew tiştên ku dewlet an Hikûmet nake û naxwaze bike, ji aliyê vê enstîtûyê ve hat kirin û tê kirin.
Sedam jî ev tişt nekiribûn. Sedam li aliyekî bi hêzên pêşmergeyan re şer dikir û her der dişewitand û xira dikir, lê li aliyekî din jî ti mudaxele li derxistin û belavkirina kovara Korî Zanyarî Kurdî anku Akademiya Zanyariya Kurdî ya ku ji aliyê ronakbîrên Kurd ve li Bexdayê dihat derxistin nekir. Sedam li dinê, hûn jî li jînê bûn.