
Weqfa CIEMEN a ku li ser kultur, ziman û komên etnîk ên di bin zextê û xetereya windabûnê de kar û xebatan dimeşîne parlementera me Feleknas Uca dawetî Katalonyayê kir. Uca, serdana Seroka Parlemana Katalonyayê Carme Forcadell, endamên parlemanê û Cîgirê Serokê Şaredariya Barselonayê Gerardo Pisarella kir. Televîzyona fermî ya Katalonyayê Mes324 jî di nav de, gelek saziyên çapemeniyê beşdarî bernameya çapemeniyê ya Uca bûn û nirxandinên wê weşandin.
Uca li ser êrîş û operasyonên li dijî Partiya Demokratîk A Gelan û tayînkirina qeyûman li şarederiyan axivî û got “hevserokên me jî di nav de, 12 parlementerên me hatin girtin lê dîsa jî em têkoşîna xwe dewam dikin”.
Uca her wiha li ser pirsgirêk û tengasiyên penaberên Sûriyeyî û Kurdên Êzidî yên ku piştî êrîşên DAIŞê ji Şingalê derketin û xwe spartin Tirkiyeyê axivî û got hem penaberên Sûriyeyî û hem jî Kurdên Êzidî rastî polîtikayên zext û asîmîlasyonê tên.
Siyasetvanên Katalonyayî gotin ku ew piştevanî û hevkariya Partiya Demokratîk a Gelan dikin, dê ti carî girtina parlementer û serokên şarederiyan û zexta li ser wan qebûl nekin.
21 Kanûn 2016