Gunay: Dixwazin têkçûna xwe bi êrişkirina HDP’ê bipêçin û veşêrin

Berdevka Partiya me Ebru Gunay, li navenda me ya giştî daxuyaniyek da çapemeniyê û geşedanên siyasî nirxand:

Berdevka Partiya me Ebru Gunay, li navenda me ya giştî daxuyaniyek da çapemeniyê û geşedanên siyasî nirxand. Gunay wiha axivî: 

Hikûmeta AKP-MHP’ê polîtîkayên şer, pevçûn û kuştinê kûr dike 

Wek tê zanîn, hikûmeta AKP-MHP’ê ne tenê li Tirkiyeyê, mixabin li derveyî Tirkiyeyê jî polîtîkayên şer, pevçûn û kuştinê kûr dike. Bi salan e li Başûr operasyonên leşkerî dide destpêkirin, çiyayan, daristanan bombe dike, xelkê sivîl ji cihên wan koçber dike û mixabin gundan vala dike. Mixabin hefteya borî, li Garê jî operasyoneke leşkerî hate pêkanîn û bi dehan kesan di encama wan operasyonan de jiyana xwe ji dest da. Di nav wan kesan de dîlgirtî jî hebûn. 13 dîlgirtî, piştî bombebaranê jiyana xwe ji dest dan. Em dîsa sersaxî dixwazin ji malbatan re. 

Dixwazin têkçûna xwe bi êrişkirina HDP’ê bipêçin û veşêrin 

Di rastiyê de operasyona Garê, bûyereke giring e. Hem destpêka wê, hem meşandina wê, hem encamên wê. Hem tiştê ku dihat armanckirin, hem encama wê. Li welatekî normal û demokratîk divê piştî vê bûyerê kesên ku bihatana darizandin, niha gefan li her kesî û bi taybetî jî li partiya me dixwin. Dixwazin têkçûna xwe, binketina xwe bi êrişkirina HDP’ê bipêçin û veşêrin. Lê mirazê dilê wan hasil nebû, negihîştin armanca xwe. 

Bi kuştinê, bi operasyonan ev mesele çareser nabin

Erdoğan û tifaqên wî wek her tiştî ev mijar jî îstismar kir. Di meseleya Garê de erka me hemûyan ew e ku em heqîqetê derxin meydanê, eşkere bikin. Berpirsyariya me ya li hemberî kuştiyan, malbatan, gelan ji ev e. Dê heqiqat bê zanîn. Em ji vir bang dikin: Bi kuştinê, bi operasyonan ev mesele çareser nabin. Bi vir û derewan, bi xapandinê hûn nikarin bi ser bikevin. Ji bo ku meseleya Garê ronî bibe, ji bo ku kesên berpirsyar bên darizandin em ê tu carî dev ji têkoşîna heqîqetê bernedin. 

Berxwedana me îro bûye kula dilê wan

Partiya me ji ber ku hemû hesabên wan serûbin dike, polîtîkayên wan ên qirêj teşhîr dike, loma rastî êrişan tê. Berxwedana ku bi salan e tê meşandin, îradeya ku teslîmî zihniyeta wan nabe, îro bûye kula dilê wan. Dê her tim jî bibe kula dilê wan. Em ji vir careke din aşkera dikin. Êrişên we tu carî îradeya me naşikîne. Wek doh, îro û sibê jî em ê tu carî ji riya heqîqetê şaş nebin. Her tim ji bo heqîkatê em ê berxwedanê bimeşînin.

Em careke din banga bilindkirina têkoşîna zimanê dayikê dikin

Wekî hûn jî dizanin 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Ew roj roja têkoşîna ji bo zimanê dayikê ye. Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî di sala 1999’an de ji aliyê UNESCO’yê ve hat qebûlkirin. 22 sal di ser re derbas bûn lê mixabin îro jî li Tirkiyeyê ji bilî Tirkî, tu zimanên din nayên qebûlkirin, nayên naskirin. Perwerdehiya wan nayê dayîn. Ev polîtîka, ev hişmendî mafê jiyanê nade tu zimanî. Di vê sedsalê de polîtîkayên zimankujiyê eybeke mezin e. Zihniyeta yekparêz herî zêde zirarê dide zimanên gelan. Em vê polîtîkayê şermezar dikin. Em vê polîtîkayê qebûl nakin. Belê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de, em careke din banga bilindkirina têkoşîna zimanê dayikê dikin. Em dibêjin li dijî vê zihniyetê, werin em li zimanê xwe xwedî derkevin û têkoşîna ji bo zimanê dayikê bilind bikin. Zimanê me nasnameya me ye, em ê li nasnameya xwe xwedî derkevin.

Ma do vizêr ra hîna vêşî nasnameyê xo rê wayîr bivejîyê  

Her milet bi zonê xo esto. Her milet bi zonê xo yeno şinasnayîş. Zonê ma Kurdan ewro Tirkîya de bêyro qedexekerdiş zî kes nêeşkeno verêynê têkoşînî bigîro. Ma do vizêr ra hîna vêşî nasnameyê xo rê wayîr bivejîyê, vizêr ra hîna vêşî ma do bi ziwanê dayîka xo qisey bikerê, bi no haweyî ma do asîmîlasyonî welatê xo de biqedînê.

 

Zazakî:

ROJA  ZONÊ  DAYÎKE YA CÎHANÎ FIRAZ BO. 

Ermenkî

MAYRENİ  LEZVİ  MİÇAZKAYİN  ORI  ŞINORHAVOR  ILLA.

Siryanî:

YAVMO  TİBELOYO  DLEŞONO  EMHOYO  NEHVE  BRİXO

Erebî:

EL YEVM LI-EWLEMİ LUĞATÜL ÜM SEİDİ. 

Tirkî:

DÜNYA  ANADİL  GÜNÜ  KUTLU  OLSUN. 

Kurmancî:

ROJA  ZIMANÊ  DAYIKÊ  YA  CÎHANÊ  PÎROZ  BE.

19 Sibat 2021