Havênê tifaqa AKP-MHP’ê dijminahiya Kurdan e; em ê pirsgirêka Kurdan çareser bikin

Encamnameya civîna Meclisa me ya Partiyê ya 10-11'ê Îlonê:

Di vê pêvajoyê de ku li Tirkiyeyê, li cîhanê û li Rojhilata Navîn krîzên civakî û aborî kûr dibin û tê xwestin ku fatoreyên wan li gel bên birîn Meclisa Partiya me li hev civiyaye. Ev civîna ku me di erefeya 42. Salvegera Derbeya 12’ê Îlonê de pêk anî, bibiryariya me têkoşînê li dijî her cure tundî, derbe, pêkanînên wesayetê mezintir kiriye, baweriya me ya serfiraziyê nuh kiriye. Di civîna me de ya ku di navbera 10-11’ê Îlona 2022’yan de hat lidarxistin geşedanên li cîhan û herêmê û geşedanên dawîn ên siyaseta Tirkiyeyê bi awayekî berfireh hatin nirxandin. 

Em ê li cîhanê û li herêma xwe aştiyê ava bikin

Li cîhanê û li herêma me şer û pevçûn di asteke xeternak de didomin. Herî dawî şerê Ûkrayna û Rûsyayê, Sûriye, Iraq û Libyayê hêzên emperyalîst anîne wê astê ku bi êrişên nukleerî gef li dinyayê bixwin.

Tifaqa AKP-MHP’ê di siyaseta derve de hê jî di dijjminahiya Kurdan û polîtîkayên dagirkeriyê de israr dike. Vê tifaqa şer siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn li ser vê yekê ava kiriye û ji bo ku şekl bide siyaseta hundir û hêza xwe ya ku dihele komî ser bike êrişên xwe yên li dijî başûrê Kurdistanê didomîne. Hewl dide deriyê hevdîtinê yên bi Sûriyeyê re veke û bazariya destkeftiyên Kurdan dike ku wan tune bike. Desthilata AKP-MHP’ê ku polîtîkaya xwe ya pevçûnê didomîne, destdirêjiya xwe ya nav karên Libyayê jî didomîne.

Armanca bingehîn a tifaqa AKP-MHP’ê ku siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn li ser xapandina “mayîndetiya welat” û “ewlehiya neteweyî” ava kiriye, tasfiyekirina nirxên şoreşger ên demokratîk ên gelê Kurd û Ereb e. Divê Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî ku li derveyî sînor bi wan mudaxale dike ji hemû xakan vekişîne.

Dinya radestî êrişkariya hêzên emperyalîst a gihîştiye gefên nukleerî nayê kirin. Di vê tabloya giştî de em ê ji bo berfirehkirina tevgera aştiyê ya di asta cîhanê de bixebitin. Em ê ji bo avakirina aştiya herêmê ku ji bo me giring e; diyalog û dîplomasiya ku mafên gelan ji xwe re dike navend bi hêz bikin.

Havênê tifaqa AKP-MHP’ê dijminahiya Kurdan e; em ê Pirsgirêka Kurdan çareser bikin

Tifaqa AKP-MHP’ê li dijî mirovahiyê, xweza, civak û her cure zindewaran pergala sûc ava kiriye, polîtîkayên şer ku li hundir dimeşîne derxistiye derveyî sînoran û hem bûye sedema bêaramiya herêmê hem jî asta dijminahiya Kurdan bilind kiriye. Desthilata li dijî gelê Kurd; bi qasî ku hestiyên kurê Alî Riza Arslan di kîs de radestî bavê wî bike, goristanan texrîb bike, mafê herî xwezayî yê veşartina mirovan asteng bike, zalîmiyekê pêk tîne.

Bêguman havênê desthilata heyî dijminahiya Kurdan e. Ev desthilat, li Îmraliyê bi tecrîda giran ku li ser birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin pergala îşkenceyê ku li dinyayê mînakên wê tunene ava dike. Armanca tecrîda giran di Pirsgirêka Kurd de neçareserî û dûrketina ji vîna demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Lê bidawîkirina tecrîda giran wê rola birêz Abdullah Ocalan a avakirina aştiyê ya di Pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê de careke din derxe holê. Di demên dawîn de biryara “mafê hêviyê” ku ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ve derbarê birêz Ocalan de hatiye dayîn; divê ji aliyê Tirkiyeyê ve li gorî şertên hiqûqa navneteweyî û peymanên navneteweyî ku îmze kiriye pêk bîne. Ji  bo çareserkirina yek ji pirsgirêkên bingehîn ên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurd; pir giring e ku her kesê ku têkoşîna demokrasiyê dide berê xwe bidê û j bo aştiyek birûmet bixebite. Wê HDP di vê mijarê de heta dawîn xebatên xwe bidomîne.

Şer, ne tenê bandor li jiyana gelan dike di heman demê de pêşî li talana xwezayê vedike. Di 17’ê Îlonê de li dijî hilweşandina şer û talana xwezayê ji gelek deverên Tirkiyeyê bi beşdariya tevgerên ekolojiyê û rêxistinên girseyî yên demokratîk re em ê ber bi Cûdiyê ve bimeşin.

Li dijî birçîbûn, xizanî û nelirêtiyê em ê di aboriyê de pergala edaletê ava bikin

Em dizanin ku ji ber krîza aborî ku pergala kapîtalîst bûye sedem û bihabûna ku her diçe zêde dibe welatiyên Tirkiyeyê dê zivistaneke zehmet derbas bikin. Bilindbûna enflasyonê ku bêrawest didome her roja ku diçe dahata welatiyan dixe bin asta debarê. Lêçûnên pêwistiyên starbûn (fatoreyên ceyran, gaza siruştî û kirêyên malan ku bêrawest zêde dibin) û xwedîbûnê yên bingehîn ên mirovekî her kêlî zêde dibin û hem hêza kirînê dixîne hem jî hêviya pêşerojê û mafê jiyanê yê mirov ji destê mirov digire.

Gel hewl dide di nav birçîbûn, xizanî û bihabûnê de jiyana xwe bidomîne Qesr û derdora xwe bi milyon dolaran nelirêtî dikin. Her roj belgeyên nelirêtiyê yên alîgirên Qesrê derdikevin holê. Desthilat û alîgirên xwe ku nirxên îsmalî îstismar dikin û olê ji bo berjewendiyên xwe yên madî bi kar tînin; bi pereyên ku ji gel didizin bi awayekî luks û bişatafat dijîn û ji gel re jî dibêjin, ‘mumîn sebr dike’ û hewl didin xizaniyê weke qederê bidine qebûlkirin.

Fatoreya krîza kapîtalîzmê gel dê nede. Em ê li dijî vê pergala ku mafê welatî pêşkêşî sermayeyê dike, bi nêlirêtiyan welat hê bêtir xizan û xwe jî dewlemend dike û desthilata AKP-MHP’ê hê zêdetir dirizîne di aboriyê de edaletê ava bikin. Em ê pergala ku kes birçî nemîne ava bikin.

Em ê bi têkoşîna jinan jiyanê ji nû ve ava bikin

Di vê pêvajoya ku şer, pevçûn, kedxwarî û xizanî zêde dibe de feraseta serwer a zilam li her qada jiyanê kûr dibe û xwe didomîne. Herî zêde jin ji encamên şer û pevçûnan bibandor dibin. Hêza herî giring ku dikare şer û pevçûnan rawestîne têkoşîna jinan a aştiyê ya kurewî ye.

Di serdema tifaqa AKP-MHP’ê de tundiya li dijî jinê, cinayetên jinan, mudaxaleya li rengê jiyanê û kincan û desteserkirina destkeftiyên dîrokî di asta herî jor de ne. Siyasetmedar û hunermend jî di nav de tê xwestin ku hemû jinên li dijî zihniyeta AKP-MHP’ê li ber xwe didin bên bêdengkirin û girtin. HDP ku partiya jinan e, di serî Peymana Stenbolê wê dev ji destkeftiyên jinan ku bi sedan salane bi dest xistine û têkoşîna jinan bernede.

Di demeke nêz de parêzbendiya parlamentera me Semra Guzel bi neheqî û bêhiqûqî hat rakirin. Bi şkenceyê parlamentera me hat binçavkirin û girtin. Semra Guzel vîna gelê Kurd û vînan jinan e. Ev zihniyeta tehdekar dê nikaribe vîna jinan teslîm bike.

Kapîtalîz ku hewl dide krîzê derbas bike keda jinan jî bi awayekî herî erzan bi kar tîne. Di nav malê de bedêla herî giran a xizaniya ku zêde dibe jin dijîn. Têkoşîna ku jin bi awayekî bibiryar bênavber ji bo mafê jiyanê, nasname, ked û azadiya xwe didin wê di serî de zihniyeta AKP-MHP’ê û serweriya zilam hilweşîne.

Kes nikare azadiyan biqufilîne, em ê bêhna civakê fire bikin.

Desthilata AKP-MHP’ê derb li hemû destkeftiyên karkeran, kedkaran, jinan, ciwanan, astengdaran, parêzvanên xweza û û mafên mirovan dixe û dixwaze bêhna civakê biçikîne. Di 42. salvegera derba 12’ê Îlanê de îro jî di temamê jiyanê de heman zihniyet li dar e. Desthilat bi tayînkirina qeyûman, bi hukmkirina daraz û siyasetê, bi zihniyeta xwe ya derbeker ya li dijî civakê dixwaze hebûna xwe bidomîne. Lê belê, rêbazên şer û tundiyê û yên ku teslîmgirtina civakê dike armanc tu carî bi ser neketiye. Zihniyeta derbeker a AKP-MHP’ê jî bi pratîka neletîn a 12’ê Îlonê re bi hev re dê bê bibîranîn. 

Hêzên ewlehiyê li kolanan şkence li mamosteyan dike yên ku dixwazin mafê xwe yê rapêşî û meşê bikar bînin. Daxwazên demokratîk ên  karkeran, jinan, ciwanan, ekolojîstan bi tehde û şkence tên bersivandin. Konser tên qedexekirin, mafê nûçe çêkirinê ya çapemeniya azad û mafê nûçe stendinê ya welatiyan tê astengkirin. Zext û zordariya ku li derve tê kirin di girtîgehan de jî jê zêdetir tê pêkanîn. Bi hincetên pûç û vala înfaz tên şewitandin, girtî tî û birçî tên hiştin, girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Em her roj ji malbatên girtiyan derbarê vê yekê de bi dehan serlêdan distînin. Em ê bêdeng nemînin. Em ê hewl bidin bibin dengê edaletê ya malbatan.

Desthilatê ku her cure derew, dek û dolab, dizî û bêkêrî pê re ye; dibêje qey dê civakê bi zext û zordariyan bisekinîne lê belê desthilat xwe dixapîne. Em ê bi civakê re hêviya edalet û wekheviyê ya jinan, xwezayê, kedê û temamê civakê xurt bikin.

Welat ketiye pêvajoya hilbijartinê; hêvî HDP ye

Hilbijartin pêşwext yan jî di wextê xwe de çêbe jî welat êdî ketiye pêvajoya hilbijartinê. Meclisa me ya Partiyê ev pêvajo bi hûrgilî nirxandiye û biryar daye ku amadekariyên xwe yên hilbijartinê xurt bike û bilezîne. Digel ku derbarê HDP’ê de Doza Girtinê û Doza Kobaniyê didome ji bo ku civakê bêrê nehêlin bi her awayî em amadekariyên xwe didomînin. 

Em careke din diyar dikin ku siyaseta me ya ku ne navan û kesan lê rêgez û prensîban esas digire ne mecbûrî namzetekî berevajî van e. Rêya bîdawîkirina rejîma yekzilamî ne ew e ku dîsa tek zilaman li ser me ferz bikin, rêya vê yekê ew e ku şêweyekî siyaseta demokratîk bê avakirin. HDP wek berê îro jî amade ye ku bi gavên afrîner berê siyasetê veguherîne û pêşiya guherîneke avaker veke.

Tirkiye ne mecbûrî erênaya Tifaqa Cumhur û Tifaqa Milletê ye. Di erênaya demokrasî û  netewperweriyê de bila kes hêvî neke ku HDP li ser maseya wan kesan rûnê ku demokrasiyê veder dikin û berjewendiyên xwe yên biçûk dixin pêşiya dahatûya gelan. 

HDP hêza pêşeng e ku li ser tifaqa  ked, azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê ava bûye. Helwesta newêrek û ji tevgiriyê dûr a Tifaqa Milletê xefka siyasî ya AKP-MHP’yê ye. Ji ber ku ev nêzîkatî, xizmetî siyaseta cudaker û berberîker a desthilatê dike. Halbûkî hilbijartinên 7’ê Hezîranê, 24’ê Hezîranê û 31’ê Adarê bi awayekî zelal nîşan kirin bê şêweya berberîker a siyasetê çawa tê mehkûmkirin. Tercihên polîtîk ên li ser pirdengî û demokrasiyê yên HDP’ê ji hêlekê desthilata tund a AKP-MHP’ê lewaz kir, çavkaniyên wan ên rantê ji destê wan stend, ji hêlekê jî rê û rêbazên xelasiyê nîşanî wan kesan da ku piştevaniya desthilatê nakin. Hilbijartinên 2019an û hetta pêvajoya borî ya siyasî ya Tirkiyeyê peytandin ku mifte di HDP’ê de ye. Di vê pêvajoyê de ku hilbijartinên parlamento û serokkomariyê xwedî wateyeke dîrokî ne, em ê jî wek partî hêza xwe ya siyasî û rêxistinî mezin bikin û giringiya pozîsyona xwe xurttir bikin.

Pêdiviya Tirkiyeyê bi îradeyeke wisa heye ku divê bi zanîn, bi wijdan, bi edalet û bi wêrekî nêzî pirsgirêkên kronîk ên Tirkiyeyê bibe; ji bo vê jî hêzên civakî û hêzên siyasî bike yek û veguherîna demokratîk saz bike. Pêdivî pê heye ku di duyemîn sedsaliya Komarê de Komara Demokratîk bê avakirin. Xwediyê vê îradeyê jî, mifteya çareseriya demokratîk jî bi pêkhateyên xwe yên demokratîk û bi tifaqên xwe HDP bixwe ye. Partiya me li dijî derbeyan tekane garantora demokrasiyê, li dijî wesayetê tekane garantora azadiyan e û dê vê yekê jî teqez bi ser bixe.

Ji bo Dahatûyeke Dadmend, Demokratîk û Aştîxwaz Tifaqa Ked û Azadiyê

Em Rêya Sêyemîn esas digirin û ji hêlekê ve dixwazin pirsgirêka Kurdan bi rêya demokratîk çareser bikin û cudakeriya li hember baweriyan ji holê rakin, ji hêlekê ve jî helwesta azadiya kedê û wekheviya zayendiya civakî birêxistin dikin.

Gelên ku di bihakirina jiyanê de tên fetisandin, kedkarên ku bêkarî li wan tê ferzkirin, KHK’yî, EYT’yî, astengdar, ciwanên ku bi azmûnên spekulatîf dahatûya wan tê tarîkirin, jin, daristanên ku li Cûdiyê tên birrîn, zarokên ku mafê wan ê perwerdehiya bi ziwanê dayikê tê xesbkirin, li dijî hemû rûxandinên şerê bêperwa hêvî û deng HDP ye. HDP Tifaqa Ked û Azadiyê ye.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan bi awayekî demokratîk û aştîxwaz; em ê bi îradeya gel rol û peywirê bistînin û em ê siyaseta derve jî ava bikin. Li ser vê yekê Tifaqa Ked û Azadiyê 24’ê Îlonê dê li Stenbolê meşeke girseyî ya gelên Tirkyeyê li dar bixe, nexşerêya ku dê hêviyê mezintir bike bi raya giştî re parve bike.

Ülkenin en dipte olduğu bu anda büyük sıçrama yapmanın koşulları mevcuttur. Tarihsel birikimimizle, akılla, cesaretle ve umutla; bütün Türkiye halkları, ezilen ve sömürülenleriyle beraber bu büyük sıçramayı gerçekleştirecek ve hep birlikte başaracağız.  

Axa herêmê û vî welatî bi têra xwe êş û azar kişand, bi têra xwe bi kedxwariyê hat eciqandin! Êdî bes e! Ji zû de ye wextê çareseriyê hatiye. Em wek gel û kesên vî welatî heq dikin ku di pergaleke wisa de bijîn ku însan û xwezayê bi hev re dixe navenda jiyanê. Ji binê vê bîra tarî şert û mercên raperînê zelal in. Em ê bi daneheviya xwe ya dîrokî, bi hiş û aqil, bi wêrekî û bi hêvî, bi hemû gelên Tirkiyeyê re, bi hemû kesên pelçiqandî re vê raperîna mezin pêk bînin û em ê bi hev re bi ser bikevin!

Partiya Demokratîk a Gelan

Meclisa Partiyê

12 Îlon 2022