
Hikûmeta AKPê û Erdogan, bi helwesta dijminane ya li dijî îradeya siyasî ya gelê Kurd, dixwaze ku siyaset û muxalefeta demokratîk ji holê rake.
Hikûmet, bi êrîşkirina bajarekî wek Amedê ya ku ji bo Kurdan maneyeke wê ya sembolîk û dîrokî heye, îradeya gelê Kurd tune dike. Ev xeletiyeke dîrokî ye. Webalê vê xeletiyê dê her li ser Erdogan û AKPê be.
Ne gelê Kurd û tevgera Kurd ne jî hêzên demokrasiya Tirkiyeyê, dê li dijî vê zordestiyê serî netewînin, çong venedin û her ber xwe bidin!
Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî
31 Cotmeh 2016