Hevserokên me yên Giştî Serokkomarê nû yê Iraqê Letîf Reşît pîroz kir

Hevserokên me yên Giştî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, peyama pîrozbahiyê ji Serokkomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd re şand:

Rêzdar Letîf Reşîd;

Bi boneya hilbijartina we ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve bo Serokkomariya Iraqa Federal,
em we pîroz dikin û di erkê we yê nû ku di van şert û mercên giran ên gelê herêmê tê
re derbas dibe de we hilgirtîye, em serkeftinê ji we re dixwazin.
Em dizanin ku gelên Iraqê yên ku berdêlên giran ji bo aramiya siyasî û azadiyan dane
û dixwazin li ser bingeha aşitî, demokrasî û diyalogê derbasî serdema nû bibin, li ser
bingeha lihevkirin, pêkvejiyan û diyalogê, hêviyên mezin ji we hene. Ji bo vê yekê em
dixwazin wek HDP her dem piştevaniya hewldanên we yên ji bo avakirina hikûmeta nû
ya Iraqê û her wiha bihêzkirina aştiya civakî û lihevkirina li seranserê welêt diyar
bikin.

Di çarçoveya azmûn û zanyariyên we de, em di wê baweriyê de ne ku hûn ê hewl bidin
ku pirsgirêkan bi riyên aştiyane, li ser bingeha lihevkirin û diyaloga di navbera aliyên
siyasî de, li gorî pêkhateya pirçandî û nasnameya welat çareser bikin.

Bi vê minasebetê em serkeftineke mezin ji we re di erkê Serokomariya Iraqê de
dixwazin û rêz û hurmetên xwe pêşkêşî we dikin.

Pervîn Buldan-Mithat Sancar
Hevserokên HDP'ê
15 Cotmeh 2022