Îmîr: Ocalan xwediyê giraniyeke wisa mezin e dikare bi gotinên xwe rewşê biguherîne

Parlementerên me li hemberî tecrîda Îmraliyê 14’e roj in nobeta edaletê didomînin. Parlementerên me Remziye Tosun, Mehmet Ruştu Tîryakî, Mahmut Celadet Gaydali, Erol Katircioglu, Erdal Aydemîr, Kemal Bulbul, Kemal Pekoz, Huseyîn Kaçmaz, Muazzez Orhan Işik ve Nuran Îmîr beşdarî çalakiya îro bûn. Li vir parlamentera me Nuran Îmîr  axivî û wiha got: 

Çapemeniya hêja em wekî parlamenterên HDP'e ji 21’ê Kanûnê heya îro ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê di nav çalakiyê de ne. Çalakiya me 3 rojan li ber deriyê Wezareta Dadê pêk hat, lê mixabin dîsa em bi hêzên ewlehiyê hatin dorpêçkirin û destûr nedan çalakiya me. Piştre em her roj li ber derê parlamentoyê vê çalakiya xwe berdewam dikin. Armanca me ya sereke ew e ku, demeke dirêj e di kesayetiya birêz Ocalan de û li hemû zindanan tecrîdeke mutlaq tê meşandin. Ev tecrîd bandora xwe li ser derûniya hemû mirovahiyê, bandora xwe li ser siyaseta vî welatî û polîtîkayên şer dide nîşandan. Îktîdara AKP û MHP’ê bi israr tecrîdê bi taybetî jî girêdayî polîtîkayên şer ku îro dide meşandin jê feyz digire û dixwaze welat di bin taritiyê de û aloziyê de bimîne. Di heman demê kiryarên xwe yên dij mirovahî û dijhiqûqî dide meşandin. Em wekî HDP li hemberî hemû zordariyan û zextan yên li ser gelan tê meşandin di her şert û mercan de di nav têkoşînê de ne. Li girava Îmraliyê hiqûqeke taybet tê meşandin. Ev hiqûqa taybet bingeha xwe û hêza xwe ji ku digire divê bê eşkerekirin. Ji 21’ê Kanûnê heya îro bi dehan parlamenter ji bo ku li grava Îmraliyê çi diqewime, çima ew derî nayê vekirin vê çalakiyê dikin lê îktîdara AKP û MHP’ê li hemberî hemû çalakiyan durûtiyê dike û bêdengiya xwe berdewam dike. 

Polîtîkayên tecrîdê binpêkirina hiqûq û mafên mirovan e

Fikr û ramanên me, xemên bi milyonan welatiyên me hene. Ev xwestek ne tenê xwesteka me ye. Ji sala ku bi komployeke navneteweyî teslîmê Tirkiyeyê hat kirin heya îro tecrîdeke mayînde tê meşandin. Lê bi taybetî jî ev du sal in birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re nikare hevdîtin bike. Hinceta ku îktîdar dide nîşandan diyar dike ku ev îktîdar hiqûq xwe binpê dike. Hîn zedetir pêşiya kaosê vedikin. Em hişyariyê dikin, Wezareta Adaletê di bin kîjan zihniyetê de ye divê zelal bibe. Ger hûn berpirsiyariya xwe nelîzin wê demê ew cihê ku we îşgal kiriye dev jê berdin. Em dizanin hûn bi polîtîkayên şer emrê desthilatdariya xwe dirêj dikin. Ev tecrîda ku hûn li Îmraliyê dimeşînin jî parçeyekî şerê taybet e. Di vî şerî de her roj bi sedan mirov jiyana xwe winda dikin. Ji aliyekê ve jî di bin xizaniyê de ne. Hem zagonên Tirkiyeyê û hem jî yên navneteweyî tên binpêkirin. Hikûmet ji xwe re dibêje dewlet bi rêbazên hiqûqê tê meşandin. Ew kesên ku dibêjin komara Tirkiyeyê, komara hiqûqê ye rewşa zindanan divê bi awayekî eşkere bibînin. Ew nikarin kesî bixapinîn. 

Ocalan xwediyê giraniyeke wisa mezin e dikare bi gotin û sekna xwe rewşê biguherîne

Îro em dibînin ku di warê exlaqî de jî rizandinek kirine nav civakê. Lê çiqas pîvan û rêgezên hiqûqê hene îro tên binpêkirin. Demildest divê dev ji vê hiqûqa keyfî berdin. Em dixwazin pêşiya kaosê bigirin, pêşiya vê xitimandina siyasî vekin. Lewma birêz Ocalan rastiyeke Tirkiyeyê ye. Bi qedexekirinê, bi krîmînalîzekirinê, bi tecrîdê hûn sekna wî jî, giraniya wî jî bidin rawestandin. Ewqas xwediyê giraniyeke mezin e, dikare bi giraniya xwe bi gotinên xwe di rewşa siyasî de guherandineke mezin bike. Weke HDP di her qadê jiyanê û di têkoşîna siyasî de me gotiye em tu wextî nebûne alîgirên şer. Her tim sekna me têkoşîna me ji bo azadiya ramanan e, ji bo pêşketina vî welatî ye. Ji bo siyaseta demokratîk e. Yên ku îradeya gelan nas nakin îpotekê didin ser îradeya gelan, bi sîstema xwe bi polîtîkayên xwe têk diçin. Polîtîkayên wan ên neyartiyê yên li ser gelê Kurd tu encamê nade. Xêra wê ji vî welatî re tune ye. Lewma hêzên ku dixwazin li Tirkiyeyê kaos belav nebe, ew hêzên ku destê xwe dirêjî vê pêvajoyê dikin û dixwazin bibin hêz, Kurd û Tirkan tînin hemberî hev. Polîtîkayên AKP û MHP'ê xizmeta vê yekê dike. 

Dev ji neyartiya Kurdan û israra tecrîdê berdin, deriyê Îmraliyê ji aştiyê re vekin

Divê îktîdar dev ji neyartiya Kurdan û siyaseta demokratîk berde. Jji bo şikandina tecrîdê li ser me çi ferz be, em ê vê bikin. Bi rojan e em parlementerên gel di nav çalakiyan de ne, ev çalakî li kijan welatî bihata kirin dê ew îktîdar hemû karên xwe rawestanda û çareserî bidîtiba. Lê ji ber ku sûdê ji vê yekê digirin, bi vê yekê emrê îktîdara xwe dirêj dikin. Li hemberî vê rewşa xetere de em di nav çalakiyê de. Ev 2 sal in parlamenterên birêz Ocalan nêzikî 300 caran serî li Wezareta Dadê dane lê ne erênî ne neyînî bersiv nehatiye dayîn. Her wiha CPT ji bo hevdîtinê çûbû girava Îmraliyê em pê hesiyan Ocalan bi CPT’yê re hevdîtin nekiriye. Ji ber ku fikaran milyonan zêdetir dike em dixwazin demildest îktîdara AKP'ê deriyê Îmraliyê veke, heyeteke serbixwe, parazêr û heyetên me biçin girava Îmraliyê. Dev ji vê binpêkirinê berdin. Îro dixwazin pergala li Îmraliyê li hemû derê mîsoger bikin, lê em ê destûr nedin. Em dixwazin ev welat bi firk û ramanên azad bi pêş bikeve. Bi qedexeyan, bi polîtîkayên ewlehiyê pêşketina vî waletî çênabe. Bi kuştinê jî çênabe. Em ê bi riya hiqûqê roleke dîrokî bilîzin. Ji ber ku tu agahî ji grava Îmraliyê nayê di kesayetiya hevserokên me de, wekî parlamenterê HDP'ê me serlêdan kir lê heya niha tu bersiv nehatin dayin. Ev feraset rastiyê nabîne, divê ev feraseta înkarê derkeve. Em bang li Wezareta Dadê dikin divê demildest heyeteke serbixwe rêkin Îmraliyê û deriyê Îmraliyê ji aştî û çareseriyê re bê vekirin. 

10 Rêbendan 2023