Îradeya gel di girtîgehê de wek rehîne hatiye girtin

Di 4ê Mijdarê de Hevserokên me hatin desteserkirin, taxa wan hate dorpêçkirin û bi robokop û maskeyiyên berfî, hêzên asayîşê û leşker bi operasyoneke hevbeş, hevserokê me desteser kirin.

-Dîsa Hevseroka me Fîgen Yuksekdag, parlementerên me yên Sirri Sureyya Onder, Gursel Yildirim, Nursel Aydogan, Selma Irmak, Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu, li bajarên curbicur, bi heman rengî hatin desteserkirin.

-Bi rastî jî desteserkirina hevserokên me li gorî hikmên qanûnê bûn an na? Na. Heqîqeta derbarê wan de ji raya giştî tê veşartin.

-Deriyê Fîgen Yuksekdagê hate şikandin û bi qewlê wê, wekî keleşan bi ser mala wê de girtin û ew desteser kirin.

-Parlementera me ya Mêrdînê Gulser Yildirim, bi helîkopteran ji Mêrdînê anîn Amedê û hevalên me yên din jî bi heman rengî bi balafiran neqlî cihên dîtir kirin. Çimkî ew dihatin revandin. Eger li gorî yasaya usulê ya cezayê bûya, nikaribûn muameleyeke wiha bikirana.

-Em dipirsin: We ji bo çi Selahattîn Demirtaş, revande Edirneyê? Ma li Amedê girtîgeh tinebû? Dîsa parlementerên me yên din çima neqlî Stenbolê hatin kirin?

-Ti bingeha qanûnî ya desteserkirina parlementer û hevserokên me nîn e û muameleya bi vî rengî ne rewa ye. Ev operasyoneke siyasî ye û bi dîrektîfa Hikûmet û Serayê hatiye cîbicîkirin.

-Fermana van biryaran ji aliyê Serayê ve hatiye dayîn û komîsyonên dadmendî jî ev pêk anîne, çimkî ti şansê wan nîn e ku li dijî vê derkevin.

-Em 3 roj in vê prosesê dişopînin. Neteweyên Yekgirtî û welatên endamên Yekîtîya Ewropayê bertekan nîşan didin, lê Hikûmet dibêje: “wan rêz li qanûnan negirtiye.” Ew bi vî eqilê xwe dibêjin qey dê bikaribin dinyayê bixapînin.

-Niha makeqanûna derbeyê di meriyetê de ye, lê ew li gorî hikmên vê makeqanûna derbeyê jî tevnagerin.

-We hêza dewletê wek hêza zordestiyê bi kar anî û darêzgêrî wek amûrekê bi kar anî û hûn niha muxalîfan tesfiye dikin.

-Hûn dibêjin “darêzgêrî bêteref û serbixwe ye”, lê ev rastî bi tenê di anketan de xuya ye. Li Tirkiyeyê darêzgêrî bêteref û serbixwe nîn e. We bi xwe jî di prosesa 17-25ê Berfanbarê de heman tişt digot.
-Serokkomar ne ew kes e ku bibêje “darêzgêrî bêteref û serbixwe ye”. Dîsa heqê Hikûmetê jî nîn e ku heman tiştî bibêje.

-Çendek berî niha Serokkomar ji bo doza Erdem Gul û Can Dundar digot, “ez Dadgeha we ya Makeqanûnê nas nakim û ti rêzê lê nagirim.” Çima niha dixwaze ku em rêzê li mahkemeyan bigirin?
-Ew dixwazin ku derbeyê li ser îradeya gel ferz bikin. Em nûnerên gel in. Eger dê xwe bispêrin hikmên qanûnê, bila ev pêvajo bi awayekî objektîf û serbixwe bimeşe.

-Piştî teşebisa derbeyê ya 15ê Tîrmehê, 3456 dadger û dozger, ji kar hatin dûr xistin, jê 632 kes hatin girtin.

-Dadger û dozgerên ku li dijî HDPê operasyonê pêk tînin, nikarin bi awayekî tevbigerin. Ditirsin. Ku dîrektîfan pêk neynin, dê bi “Fetullahçî” werin tawanbarkirin. Em tim dibêjin ti derdekî me bi dadger û dozger û mahkemeyan re nîn e, rexneyên me ji bo pergalê bi xwe ye.

-Daxuyaniyên me yên çapemeniyê ji aliyê Serayê ve tê qedexekirin, lewma em nikarin dengê HDPê bidin ragehandin. Her şev HDP tê gengeşekirin, lê kesek ji HDPê nîn e.

-Em dixwazin bi telefonê daxilî bernameyên kanalan bin, nahêlin û li şûna me Mehmet Metiner diaxife. Çimkî ditirsin ku em heqîqetan ragehînin û di çembera derewan de Tirkiyeyê îdare dikin.
-Duh, Serokwezîr, ji bo parlementerekî me got, “dê hesab” bide û bi aşkera dîrektîf da dozgeran û jixwe deraxa vê darizandinê bi vî awayî dimeşe.

-Bi polîsên rûmaske, seyareyên zirxpoş, balefir û helîkopteran, operasyonan dikin, lewma ev ne qanûnî ye. Ev yek ji pêngava derbeyê ya Hikûmetê ye.

-Rehînegirtina hevserokên me û parlementerên me, bi aşkera li dijî benda Makeqanûnê ya 83/3 e.
-Gel ez hilbijartime û gotiye “min temsîl bike û di Meclisê de mafê min biparêze”, lê Hikûmet min rehîn digire û diavêje hepsê.

-Kesên ku dengê xwe dane HDPê ne welatiyên Tirkiyeyê ne? Em niha îradeya 25 milyon kesî temsîl dikin. Hepskirina me, hepskirina îradeya gel e.

Eger li cihekî îradeya gel were hepskirin, demokrasî nîn e. Îradeya gel di girtîgehê de wek rehîne hatiye girtin.

-Hevalên min ên dadger, ditirsin ku biaxifin. Em ê van rojên reştarî ronî bikin. Em hem wek parlementer, hem jî wek hevalên partiyê, natirsin û li vir in.

-Eger 3 hêz di destê yekî de be, ev an qraltî, an padîşahî an jî dîktatorî ye.

9 Mijdar 2016