Ji bo her kesî, li her derê, bi her zimanî, her tim edalet

Deklarasyona me ya Kurdî ya Kampanyaya me ya Destpêkê edalet:

1-Ev demek e krîza eborî, civakî û siyasî ya li Tirkiyeyê tê jiyîn, bi Pergala Hikûmetê ya Serokomariyê li hemû qadên jiyanê belav dibe. Rizandin, neçarî û xitimandinên li qadên aborî, daraz, tenduristî, perwerde, siyaset û çandê ya ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve li civakê tê spartin.

Nelirêtî û cihêkariyên wek bûyerên ji rêzê tên dîtin; tundî, nefret û zimanê tehtîdê, zayendperestî û zihiniyeta newekheviyê civakê ji hev dûr dixe, tîne beramberî hev. Zimanê dijminane yê desthilata ku dixwaze xwe bi vê rêyê li piyan bigire, mixabin, nirxên mirovbûnê yên xerca civakê ya bingehîn e yekoyeko xera dike, civakê ber bi ehlaqekî xirab ve dibe, civakbûnê parçe dike.   

Her çiqas yek bi yek encamên wan ên cuda hebin jî, bi tevahî encameke wan a hevpar heye: Bêedaletî.

Civakek ancax bi edaletê dikare hebe. Edalet tune be, civak bi belavbûn û rûxandinê re rû bi rû bimîne. Heger ji jiyana ciavakî û siyasî edalet bê derxistin, rejîma derew, talan û zilmê dimîne. Îro roj li Tirkiyeyê, pirsgirêka herî mezin û pêşîn bêedaletî ye. Li dîrokê, mîna roja me ya îro riyakarî, xedarî  û derewkarî kêm hatiye dîtin. Her wiha di kêm deman de edalet, wijdan û ehlaq wek roja îro ji holê hatiye rakirin. 

Ji darazê heta mafên jinan; ji bacê heta destheqê, ji mafên karekeran heta mafên serfkaran; ji mafê xwegihandina tenduristiyê heta mafên xwedîmalbûnê; ji mafê xweîfadekirinê heta mafên berastengan; ji mafên zarokan heta mafên heywanan; ji mafên aştiyê heta mafên jiyanê; ji mafên av û axê heta mafên ekolojiyê di her qadê de bêedaletî taybetmendiya vê rejîmê ye.

Ew dizanin ku ew nerewatiyê, rejîma nelirêtiyê û sûcên mirovî ancax dikarin di rejîmeke wiha bêedalet de bidomînin. Ji ber vê jî hewl didin civakê mehkûm û neçarî jiyaneke wiha bêedalet bikin. Ji ber vê yekê, dijminên edaletê û wan kesan in ku li pey edaletê ne.

DI ABORIYÊ DE BÊEDALETÎ Û NELIRÊTÎ

Di navbera bêedaletiyê û mêtingeriya aborî û feqîriyê de têkiliyeke xurt heye. Cihêkarî û nelirêtî bûye hişmendiyeke serwer, newekheviya aborî her diçe mezin dibe, bacên ji gel tên standin bi destê desthilatê ji bo sermayeya hevkaran tên dayîn, çerxa talan û mêtingeriyê; ev bêedaletiyên sereke yên giran in ku li ser civakê hatine ferzkirin. Pergaleke wisa bêînsaf e ku li aliyekî desthilat derfetên mezin ên aborî dide hevkarên xwe; li aliyê din mirov hene ji poxanan nan berhev dikin. Yên li ser nirxên welêt rûniştine, poxanan layiqî welatiyan dibînin.

Li aliyekî kedkar heqê keda xwe nastînin, li aliyê din bêkarên hejmara wan her diçe zêde dibe ku nikarin nan bibin mala xwe û jiyana xwe bi awayekî mirovî bidomînin. Bi milyonan mirovên bi heqdesta herî kêm dixebitin, bi zorê zikê xwe têr dikin. Ew bixwe di nav şatafatê de dijîn lê ev welat kirine rewşeke wisa ku mirov bi zikê birçî radêzin, her serê sibehê bêhêvî şiyar dibin, di nav deynan de digevizin, ji neçariyê xwe dikujin.   

EYT’yî (Yên ji ber temenê xwe nabin malinişîn) nikarin ji mafên xwe yên malnişîniyê sûdê bigirin; bi KHK’yan Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî binpêkirin, bi sedhezaran mirovan bi awayekî bêhiqûqî û neheq ji kar, nan û pêşeroja wan kirin. 

Şewba COVID-19’an bêedaletiya civakî hîn zêdetir kir. Li aliyekî malnişîn mehkûmî hepsa malê hatine kirin, bi milyonan karker ji karê xwe bûne, bi sedhezaran esnaf înlas kirine, yên ji karên xwe nebûn jî li malê, ji dûr ve, bê rê û rêzik û bi heqdesteke li derveyî şertên mirovî dixebitin; li aliyê din jî çavkaniyên civakê pêşkêşî pênc grûbên sermayeyê yên nêzî Qesrê.    

DI SIYASETÊ DE BÊEDALETÎ Û REJÎMA QEYÛM

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo ku rejîma xwe ya keyfî û bêedaletiya xwe bidin domandin dixwazin qada siyasî tevî betal bikin. Mînaka vê yekê jî rejîma qeyûm e. Rejîma qeyûm a sazûmaniya dizî û talankirinê eyneya desthilatdariyeke bê hilbijartin, bê gel û civak û ya darbê ye.

Di vê sîstema ku tu mafên demokratîk û azadiyên nayên bikaranîn de edalet jî bêkêr hatiye xistin û pêşî li rêgezên demokrasiyê hatiye girtin.Veqetandina hêzan û mekanîzmaya kontrolkirinê (denetim)dixwazin ji holê rakin û bi vî awayî jî rejîma derasayî ya yek kesî mayînde bikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku lêgerînên mûzakere, diyalog û mutabakatan ji holê radikin, dixwazin hemû qadan bi mekanîzmayên tundiyê bi rê ve bibin û vê yekê tercîh dikin. Ev desthilatdariya ku di rêveberiyên giştî de zelaltî û teftîş ji holê rakirî niha derbasî pergala rêbiran (haramiyan) dibe û bêedaletiyeke timî ava dikin.

DI DARAZÊ DE BÊEDALETÎ Û BÊHIQÛQÎ

Qada darazê êdî ji bê edaletiyê riziya ye. Îro bêhiqûqtiyên herî mezin bi destê dozger û hakimên ku di bin çewisandin û tasallut ? ê de, pêk tên. Pergala darazê ya ku li gor rêgezên hiqûqa gerdûnî na li gor daraza Qesrê tevdigere, pêşeroja welat ber bi bêedaletiyeke mayînde ve biriye.

Pergala darazê ya ku hiqûq veguhrandiye mekanîzmayeke tasfiyê û tedip? ê DMME jî di nav de şert Û mercên nirxên hiqûqê tune kirine û berê xwe daye dadgehên serdema navîn.

Bêedaletî li aliyekî li seranserî tevahiya civakê belav dibe, li aliyê din ji 2015’an vir ve li qada siyasî Partiya Demokratîk a Gelan, li qada civakî gelê kurd li derveyî hiqûqa heyî bi pergaleke hiqûqa dijminane hewl didin beralî bikin. DMME di doza hevserokê me yê giştî yê berê Selahattîn Demîrtaş de, biryar dabû ku desthilatê daraz li hemberî HDP’ê ya nikare bi têkoşîna siyasî têk bibe, kiriye çek û Demîrtaş wek dîlekî siyasî di girtîgehê de dihêle. Desthilatê dema ragihand ku dê li gorî biryara DMME’yê tevnegere, tespîta daraza navneteweyî ya daraz di bin ferman Qesrê de ye piştrast kir. Qesrên edaletê veguherîne qesrên bêedaletiyê ku bêedaletiya Qesrê temsîl dikin. 

NENASIYA DADWERÎ Û ÇARESERIYÊ

Desthilata AKP-MHP’ê hewl dide ku bi çi awayî dibe bila bibe, pergala xwe ya dizek a xwe spartiye bêedaletiyê berdewam bike. Hay pê heye ku bi piştgirî û riza gel xwe li ser piyan nagire, civakê tim li dij hev digire, weke yê din dibîne, zimanê nefretê bi kar tîne, bi tundî û zextê pê re dixwaze temenê xwe dirêj bike. Bi zimanê nefret û dijminatiyê di serî de kurd berê xwe dide cihêrengiya civakê ya bawerî, zayendî û çandî.

Gelê kurd ji mafên xwe yên herî xwezayî û mirovî yên çand, nasname, perwerdeya bi zimanê zikmakî û azadiya xweîfadekirinê hatiye bêparkirin û heta bi daxwaza van mafên rewa jî tê qedexekirin û kesên van daxwazan dikin rastî astengî û cezayan tên.

Bi avakirina rejîma qeyûman a derhiqûqî û nezagonî mafên gelê kurd ên hilbijartinê jî desteser kirine, derfet û mafê rêveberiyên herêmî jî ji holê hatine rakirin. Rejîma yekkesî, bêçarehiştina pirsa kurd ji xwe re kiriye bingeh û bi vê yekê pêşeroja xweşî, demokrasî, dadwerî û hizûra vî welatî dixe nav talûkeyê.

Pirsgirêka kurdan a ku bi bêçareseriyê re rû bi rû hatiye hiştin, qeyrana demokrasî û dadê li her qadê de kûrtir dike. Nêzîkatiya ku qeyranê zêdetir dike, li ser polîtîkayên ewlehiyê hewl dide welêt bi rê ve bibe, li pêşiya çareseriya demokratîk astengiya herî mezin e.
Bêçareserî her roj êş û keserên nû li ser hev zêde dike. Duh salvegera hovîtiya bodrûmên Cizîrê bû. Me Cizîr ji bîr nekir. Em bi munasebeta vê rojê yên jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr tînim û ji vir diyar dikin, em ê bi israr têkoşîna xwe ya çareseriya aştiyane û edaletê bidin ji bo ku ev rojên reş careke din neqewimin.

Ji qada herî zêde bêedaletî lê diqewime yek jî qada azadiya bawerî û çandê ye. Ji aliyê vê desthilatê ve bêedealetiyên nû lê zêde dibin, yên bi taybetî li piştperdeya bêedaletiyên ku civaka elewî rû bi rû dimîne. Elewî jî di hedefa zimanê nefret û cudakiriyê de ne. Wateyeke din a wê yekê tune ye ku bi israr malên Cemê bê statû dihêlin, elewiyên ku parçeyekî civakê yê mezin in, desthilat wan nas nake, daxwazên wan bêbersiv dihêle.

Ji aliyekî din ve, qeyûmên ji bo kurdan rewa dibînin, ji bo şaredariyên rojavayê Tirkiyeyê, mînaka beloq a ku me li zanîngeha Bogazîçiyê dît, berfireh dibin gav bi gav ber bi tev saziyên ku serî li ber hikûmetê danaxin. Qanûnên ku destûr didin hikûmetê yên desteserkirin û qeyûm tînin ser komele û saziyên sivîl yek bi yek ji meclisê tên derbaskirin.

BÊEDALETIYA LI GIRTÎGEHAN

Di girtîgehan de her cure muameleyên dermirovî bi awayekî sistematîk pêk tên û li gel qanûnan nirxên wijdanî û exlaqî binpê dikin. Tecrîda ku sûcekî gerdûnî ye, li Îmraliyê li birêz Ocalan û li hikumxwarên siyasî tê kirin. Ev bêhiqûqiyên ku di raporên CPT’ê û biryarên Konseya Ewropayê de hatine tespîtkirin bi awayekî tecrîda giran tê berdewankirin. Girtiyên siyasî yên li dijî vê rewşê greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem dane destpêkirin 74 roj in grevê didomînin.

Lêgerîna tazî ya ku li navendên girtîgeh û binçavkirinê tên kirin normalîze dikin. Bêhiqûqî û bêedaletî gihîştiye bêpîvaniyek wisa ku kesên înfaza cezayê wan qediyaye bi awayekî kêfî û bêîzahat nayên tehliyekirin.

CIWAN Û BÊEDALETÎ

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe mudaxilê jîngehên ciwanan dikin û wan bênefes dihêlin. Desthilata ku ji ciwanên îtaat nakin ditirse, ji bo ku ciwan siyasetê nekin, azadiyê neparêzin û tênekoşin, serî li her cure zordariyê dide.

Bi riya KHK’an dûrxistina akademîsyenên demokratîk û mihalif ji zanîngehan, dagirtina hêzên ewlekariyê li kampûsan, tayînkirina rektorên qeyûm nîşaneya bêedaletiyê ye. Di şexsê xwendekarên zanîngeha Bogazîçiyê de hemû xwendekarên mixalif hedef digirin.

Di nav pirsgirêkên herî mezin ên ciwanan de bêkarî heye. Îro bêkariya ciwanan ji sedî 30 ye. Polîtîkayên desthilatê yên li ser ciwanan wan mehkûmê bêpêşerojiyê dike. Herî zêde ciwan bi bin bandora van polîtîkayên hov û êrişan de dimînin.

Bêedaletiyên desthilata ku ji ciwanan ditirse, ber bi cihek xeter ve diçe. Pergala bêbandorkirinê bi teybetî li ser Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi gelemberî li ser hemû ciwanên mixalif tê kirin. Ciwan li zanîngehan û li kolanan merûzê binçavkirin û girtinan dimînin; tên revandin, rastî kiranên xerab tên û îşkence dibînin; ji bo ku sîxuriyê bikin di bin zextan de dimînin. Bi teybetî jinên ciwan bi polîtîkayên tacîz û bêîradekirinê tên dorpêçkirin.

BÊEDALETIYA ZAYENDIYA CIVAKΠ

Ji ber qodên zîhniyeta tifaqa desthilatê herî zêde jin rastî neheqiyan tên û bi bêedelatiyê re rû bi rû dimînin. Ji ber ku jin her tim rastî tundî û tacîzan tên, her tim tên kuştin û kesên ku jinan dikujin tên parastin, bêedaletiyeke mezin heye û ev bêedaletî ewqas zêde ye ku bêedelatiyên din ên rojane pêk tên nabin rojev. Ewlehiya can mafekî herî bingehîn e û ji ber ku ewlehiya jinan di talûkeyê de ye, bêedaletiyên têkildarî aborî, siyaset û çandê û her wiha newekhevî êdî bûne pêkanînên jirêzê. Piraniya jinan bêkar, xizan in û li hemberî heman keda ku tê dayîn meaşê kêm digirin, li ser kar bi tacîzan re rû bi rû dimînin, ji ber ku keda wan a li malê tune tê hesibandin bêedaletiyeke mezin derdikeve holê û ev mijar zêde nabin rojev.

Li hemberî jinan evqas êrîş pêk tên û di demeke wiha de desthilat dixwaze Peymana Stenbolê betal bike û ev jî nîşan dide ku ger peyman were betalkirin dê rewş xirabtir bibe û êrîşên li hemberî jinan zêdetir bibin. Li hemberî jinan bi destê desthilata mêran a yekperest êrîş pêk tên û sedema van êrîşan ew e ku desthilat ji jinan ditirse. Ji ber ku jin desthilatê dihejînin. Ger jin li hemberî pergalekê serî rakin emrê wê pergalê zêde dirêj nîne.

DI TENDURISTÎ Û PERWERDEYÊ DE BÊEDALETÎ

Ji ber bêedaliteyên di qadên tenduristî û perwerdeyê de pêk tên, piraniya civakê ji bo ewlehiya canê xwe û pêşerojê bi fikar dibin. Di van qadan de çavkaniyên cemaweriyê ji bo xizmeta gel nayê pêşkeşkirin, kesên ku pereyê wan hene baş perwerde û tedawî dibin. Di van qadan de her tim bêedaletî heye û piştî pandemiyê bêedaletî baştir raxist ber çavan.

Nexweşiya COVID-19’ê destnîşan kir ku bêedaletî zêdetir e, statûya rêveberiyeke ku tenduristiya gel dixe talûkeyê heye. Li hemberî kesên ku temenê wan ji 65’an zêdetir e cihêkariyeke bêeman, qedexeya derketina derve ne li gorî rêgezan in, kedkarên tenduristiyê bi rojan û bi saetan dixebitin lê meaşê zêdetir wernagirin. Peydakirina aşiyê, bêedaletiyên ji bo tedawî û aşiyê tenduristiya civakê û însanan dixin talûyekê û ev mînakên biêş in.

BÊEDALETIYA LI AVHEYAYÊ Û WÊRANKIRINA XWEZAYÊ

Qadeke ku herî zêde li pêşberê wê bêedaletî dibe û tê wêrankirin jî xweza ye. Tirkiye li aliyekî veguheriye qada sergoyê welatan li aliyekî din jî çavkaniyên binê erdê pêşkêşî şîrketên alîgirên xwe kiriye û xwezayê wêran dikin.

Desthilatdarî di destpêkê de axa ku ji bo cotyariyê guncave, her wiha daristan, cihên bejahî, çavkaniyên avê û cihên avî dike çoltar. Raporên ÇED’ê li ber çavan naye girtin û ji qadên kan û madenan re tê vekirin.  Bi çêkirina înşiatên rêyan wêraneke mezin pêk tînin.  Bi projeyên mîna Kenala Stenbolê rantê kûr dike.  Bi reva ji Peymana Avhewayê ya Parîsê, hem di asta kurewî û hem jî li herêmî bêedaletiye mezin li avhewayê dike, bêedaletiya li dijî ax û avê kûrtir dike.

DESTHILATDARÎ, SIYASETÊ JI REQABETÊ WÊDETIR WEKÎ DIJMINATIYÊ DIBÎNE

Her bêedaletiyeke li aliyekî civakê, hêzeke siyasî, komeke berjewendiyên wan tê de heyî ji yên din kêm an jî zêde bi xwe re bêedaletiyên din pêşdixe. Bêedaletî êdî bûye rêgezeke rêveberiyê û ev bêedaletiya riziyayî hemû civak dorpêç kiriye.  Avheyayeke wiha civakî û exlaqî, ji bo pêşketina faşîzmeke ji rêzê jî li ser civakê şert û mercên guncav dide avakakirin.  Siyaset û zora çetewarî tê tevlihevkirin. Hin siyasetmedar, sitasetmedarên ne ji xwe bi lêdana li wan pesnên xwe didin. Bêcezahiştina her zordariyekê, êrişkariyê zêdetir dike û rê li ber harbûna zordarên çetewar vedike.  Her ku desthilatdar windakirina xwe dibîne bêtir har dibe, serî li tundiyê dide, heqaretê ji bo xwe rewa dibîne û rewşeke tirsê ava dike.

Bi van bêedaletiyan nepêkane ku ev rewş wiha biçe serî. Pêwyira her kesê bi hesreta edaletê re ye ewe ku ji vê rewşa xeternak re bêje reweste,  rê li ber bêhnvedana civakê veke û bingeha çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê biafirîn e.

Em encax dikarin bi hemû cudakariyên xwe, bi têkoşîna hevpar dikarin edaletê pêk bînin. Niha tam jî dema ku em bêjin ji bo her kesî edalet e.

EM JI BO HER KESî BANGA TÊKOŞÎNA EDALETÊ DIKIN

-Em ê ji lêgerîna edaletê ya civakê re bibin nefes û deng. Em ê li hemû qadan daxwazên wan ên edaletê li navenda têkoşîna xwe ya siyasî û civakî bi cih bikin.

-Em ê li hember bêkarî, xizanî, nelirêtî, buhabûna jiyanê, mijokarî, talan û newekheviya dahatê ya her diçe mezin dibe, têkoşîna xwe berfirehtir bikin.

-Em li hember newekhevî, sergitina nelirêtiyan, tundî, zimanê nefretê û polîtîkayên dijayetiyê li ber xwe bidin.

-Em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên gelên cuda û komên baweriyan û ji bo ku bikaribin çanda xwe,  huqûq, nasname û zimanê xwe bi awayekî azad bi kar bînin, bi biryardarî bimeşînin.

-Em ê li hember qirkirin û tundiya li jinan, xizanî û bêkariya jinan têkoşînê mezin bikin û li pevpeymana Stenbolê hîn bi hêztir xwedî derkevin.

-Em ê li dijî hemû polîtîkayên hov ên li hember ciwanan bisekinin.

-Em ê texrîbat û qetlîama xwezayê bisekinînin.

-Ji bo dikaribin bi awayekî azad siyasetê bikin, em ê mafê hemû hêzên muhalefeta civakî û demokratîk biparêzin.

-Em ê bikin ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û DMME (AÎHM) yên der barê Demîrtaş, Kavala, Berberoglu pêk bên.

-Em ê tundî, tecrîd, zext û zoriya û xespkirina mafan a li girtîgehan bi dawî bikin…

-Ji bo ku edaleta civakî pêk were, em seferberiya “ji bo her kesî edalet” didin despêkirin ku dê heta hezîrana 2021’ê, 4 mehan bidome.

Bi jin, karker, kedkar, esnaf, ciwan, gundî û bi cotkaran re; bi berasteng, kedkaran re; em ê bi hemû gelên ku  mafên zimanê zikmakî, mafên rêveberî, nasname, çand û mafên wan ên bawerî ku tên binpêkirin re hevdîtinan bikin; em ê li kolan û qadan, bi medyaya dîjîtal û rasterast civîn, çalakî û hemû awayên xweîfadekirinê bi kar bînin; ji bo daxwaza edaletê hîn berfirehtir bibe, em ê daxwaza xwe bi hemû zimanên gelên Tirkiyeyê vebêjin.

Armanca me, em hemû hêzên civakî, siyasî û çandî yên li her cure bêedaletiyê îtiraz dikin û li dijî sazîbûna faşîzmê têdikoşin bînin ba hev. Bi vî awayî, ji bo avakirina  “tifaka demokrasiyê” ya pêşerojê  ya li ser hîmê civakî ya berfireh, dê gaveke bihêz bê avêtin. Di vê pêvajoyê de, hem ji bo siyaset rê li ber têkoşîna civakî vebike hem jî ji bo têkoşîna civakî siyasetê zindî bike, em ê hewl bidin têkiliya di navbera parlamenterî û têkoşîna azadiya civakî de xurt bikin.  

BANGA ME LI HER KESÊN EDALETÊ DIXWAZIN

Di serî de muhalefeta siyasî, em bang li tevahiya muhalefeta civakî û yek bi yek li her kesî dikin. Bêyî hinekî din jî dereng bimînin, berî tifaqa desthilatê gelên me hîn bêhtir ber bi xizanî, birçîbûn û sefaletê ve bibe û aborî, siyaset, ekolojî û civakê birûxîne, em tev bi hev re ji bo her kesî edaletê bixwazin.  

Avakirina welatekî demokratîk, wekhev û adilane di destê me de ye. Em bang li hêzên muhalefê yên demokratîk û civakî, hemû mirovên biwijdan dikin ku li hemberî rejîma bêedalet, neheq û zordest bibin yek û bi awayê hevpar têbikoşin.  

Jiyan bêedalet nabe. Em edaletê pêk bînin û wê bijîn. Jiyaneke adilane ava bikin. 

JI BO HER KESÎ EDALET, LI HER DERÊ, BI HER ZIMANÎ, HER TIM EDALET…