Ji HDP, KCD, DBP û TJA’yê daxuyaniya hevpar: Şengal ne tenê ye, li Şengalê xwedî derkevin!

Derbarê êrişên li Şengalê de, HDP, KCD, DBP û TJA'yê daxuyaniyeke hevpar li Amedê dan:

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk: Yên ku li hemberî Tirkiyeyê bêdeng dimînin şirîk in 

Êrişên hovane li ser Şengalê pêk hatin, em ê li ser vê daxuyanî bidin. Li ser Şengalê heya niha 74 caran ferman hatiye dayin. Fermana dawî ji aliyê DAIŞ’ê ve hate dayîn, xwestin gelê Şengalê ji holê rakin. gelek însanên me qetil kirin, jin dîl girtin, zulmeke mezin pêk hat. Êriş îro berdewam dike, nexweşxane u cihên sivîlan bombebaran kirin. Zihniyeta van û a DAIŞ’ê ji hevdu cudatir nîne. DAIŞ çi be ê ku îro bombebaran kirine jî di vê zihniyetê de ne. Bombebarankirina nexweşxane û cihên sivîlan wan qedexe ye. Mafên mirovatiyê tev binpê kirin. Em wek saziyên bakur, heta ku gelê Şengalê xweseriya xwe bi dest bixe dê têkoşîna me dewam bike. Yên ku li ser Şengalê hesabê qirêj dikin bila cardin bifikirin. Yen li hemberî Tirkiyeyê bêdeng dimînin şirîkê vê yekê ne. Em van êrişan qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin.

Aktîvîsta TJA'yê Xecê Şen: Em ê têkoşînê bilind bikin

Xecê Şen:Herdu hevserokên me berfireh axivîn. Wekî ku hûn jî dizanin ev 3 roj in êrişeke hovane û dijmirovî li ser gelê me yê Şengalê tê meşandin. Hedefa wan diyar e. Di nav Kurdan de stratejiyek tê diyarkirin. Xwe bi rêvebirin, pergala xwe avakirin di vî warî de netehamula dewletan ya li hemberî vê ye bi awayekî şênber xwe dide diyarkirin. Em van êrişan wek tevgera jin şermezar dikin. Ev demake dirêj e welatên Ewropayê êrişên li Şengalê wekî komkujî pênase kirin. Ev saziyên ku komkujiya li ser Êzidiyan qebûl kirine ev 3 roj in bêdeng in. Em bangî wan dikin ku li gotinên xwe xwedî derkevin. Çawa ku ev jenosîd qebûl kirin ji bo ku ev jenosîd pêk neyê divê berpirsyariya xwe pêk bînin. Heya niha 74 caran komkujiya Êzidiyan, 74 caran komkujî û fermana jinan pêk hat. Ji bo careke din jenosîdek pêk neyê em bi taybetî bangî rêveberiya Başûr dikin. Berpirsyariya xwe bînin cih. Ji bo ku ev komkujî pêk neyê berxwedana ku li Şengalê pêk tê, em berxwedana jinên Êzidî silav dikin. Em heya niha bi wan re bûn, em ê ji îro şûnde jî bi wan re bin. Em divê tekoşînê bilind bikin. 

Palementera HDP’ê Feleknas Uca: Dixwazin vê olê ji holê rakin

Îro careke din bi mijarek giring em li gel hev in. Îro tiştê ku li ber çavên li hemû dinyayê qirkirina Êzidiyan pêk tê, careke din li ser serê Êzidiyan fermanek diqewime. Îro careke din dixwazin fermana 74’an ku tişta DAIŞ’ê li çiyayê Şengalê dikaribû bike, îro bi vê êrişê berdewam bikin. Em dizanin ku ev êriş ne ji rêzê ye. Ev cara 9’emîn e dewleta Tirk êrişên xwe li ser Şengalê didomîne. Yek ji van sedeman em hemû baş dizanin, dijminatiya bi Êzidxanê re, dijminatiya li çiyayê Şengalê bi taybet ji bo ku Şengalê ji Êzidiyan paqiş bikin tişta ku çeteyê DAIŞ'ê nikaribû pêk bîne, îro careke din dixwazin berdewamiya wî bikin. Em hemû dizanin ku civaka Êzidî li gel 74 fermanan tu car ji axa xwe, erdnîgariya xwe, zimanê xwe berneda. Bingeha Kurdistanê Êzidiyatî bû. Îro jî dixwazin li ser vê erdnigariyê vê olê tune bikin, ji holê bidin rakirin. Di 3'ê Tebaxê de li ber çavên cîhanê fermanek li ser Êzidiyan hate meşandin û ev ferman di dîrokê de, di sedsala 21’an de fermana herî hov û barbar e. Îro em dibînin ku li ber çavên cîhanê êriş û ferman li ser Şengalê dewam dikin. Hemû hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Êdî ji sûîqestên li hemberî rêveberê Şengalê bigire heta nexweşxaneyan, her der tên bombebarankirin. 

Sefîrê Tirkiyeyê û Nûnerê Hikumeta Başûrê Kurdistanê gefê giran xwarin

Ew têra wan nake, kesên ku dixwazin biçin birîndaran xilas bikin wan bombebaran dikin. Ji kuştina Êzidiyan têr nabin. Çiqas bikin ji vê fermanê têr nabin. Ev êriş ji ziyareta Kazimî xweser nîne. Ji ber ku Kazîmî dê bi rêveberiya xweser ve bihata cem hev. Piştî fermana ciyayê Şengalê, civaka Êzidiyan di çiyayan de li ber xwe da. Civaka Êzidî xwe bi rê ve bir,  ji nû ve xwe ava kir. Hêza jinan jiyaneke nû ava kir. Jinên ku ji DAIŞ'ê rizgar bûn beşdarî refên parastinê bûn. Di 3'ê Tebaxê de em jî li çiyayê Şengalê bûn. Civaka Êzidiyan got ku di 7 saliya bîranîna fermana Şengalê de em xweseriya xwe misoger dikin. Ew roj sefîrê Tirkiyeyê li Bexdayê, Nunerê Hikumeta Başurê Kurdistanê gefê giran xwarin. Gotin ku peymana Hewlerê-Bexdayê pêk neyê dê tiştên xirab biqewime. Di heman demê de 2 roj beriya niha êriş hatin kirin. Çûyîna Kazimî û tehdîda ku sefîrê Tirkiyeyê û Nûnerê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kirin, ji hev cuda nîne. 

Bêdengiya NY êrêkirina vê fermanê ye

Em dizanin ku ev êriş lîstokek e. Çawa ku bi peymana Hewlêr û Bexdayê xwestin civaka Êzidiyan bêîrade bikin, niha jî ji bo ku Êzidî beşdarî hevdîtinan nebin, dixwazin civaka Êzidî bêîrade bikin. Em hemû baş dizanin, ên ku peymana Hewlêr û Bexdayê pêk anîn, Amerîka li ber masê vê peymanê di ber çavan re derbas kirin, îro Hikûmeta Bexdayê, Hikûmeta Kurdistanê, NY û dewletên cîhanê bêdeng in bi vî awayî bi van êrişkaran re hevkar in. Çima ez dibêjim hevkarî. Binihêrin li Filistînê, li devereke din bûyerek diqewime hemû dinya radibe ser piyan. Li ber çavên dinyayê nexweşxane tê bombekirin, hemû cîhanê çavên xwe girtine, zimanê xwe lal kirine, guhê xwe ker kirine û temaşe dikin. NY ku heya niha îro digot em baweriyan diparêzin, em kêmneteweyan diparêzin îro hûn jî çavên xwe ji vê fermanê re digirin. Bêdengiya dinyayê erêkirina vê fermanê ye. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê. Bi taybetî bangewaziya me ji gelê Başûrê Kurdistanê re heye. Li hemberî vê êrişê û fermanê bêdeng nemînin. Çiqas ku hikûmet xwe tevlî van êrişan bikin, divê gelê Kurd li Şengalê xwedî derkeve. Şengal namûsa gelê Kurdistanê ye. Şengal bingeha Kurdistanê ye. Ku Şengal vala bibe dê Kurdistan vala bibe. Ku civaka Êzidiyan parçe bibe dê parçeyek ji Kurdistanê kêm bibe. Ji ber vê yekê dem dema xwedîderketina Şengalê ye. Ji bo ku em xweseriya Şengalê misoger bikin, divê em li Şengalê xwedî derkevin. 

Ew gotinên ku doh Çavuşoğlu ji bo Talîban dibêje ji aliyekî ve çawa ku DAIŞ û Talîbanê êrênî dibîne ew zihniyet êrişî Şengal dike. Ew zihniyet bi DAIŞ û Talîbanê re dixwaze jiyana Êzidiyan tune bike, asîmîle bike. Doh Dayikên Aştiyê jî gotin, her çar aliyê me dijmin in, lê civaka Êzidiyan ne civaka berê ye. Em ê berxwedana xwe bidomînin. Berê xwe bidin Şengalê li dora Şengalê bibin xelek. Em dixwazin emel bibînin. En ku dibêjin em bi civaka Şengalê re ne, êdî divê bizabinin ku gelê me bi van gotinan emel nakin. Ez kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim. Civaka Êzidiyan ne bi tenê ye. Em hemû Şengalî ne.     

18 Tebax 2021