Ji macerayên nû yên li Sûriyeyê re Na!

Koalîsyona AKP-MHPê, gelek leşker, yekîneyên zirxpoş û çeken giran neqlî sinorê Hatay û Kilîsê dike da ku Efrînê û Sûriyeyê dagir bike. Ev çend roj in, Efrîn di bin topbaranê de ye. Gund tên valakirin. 

Ev 6 sal in, Hikûmeta AKPê polîtîkayeke çewt li Iraq û Sûriyeyê dimeşîne û hemû hemleyên wê wek fiyasko encam dane, niha jî xeletiyeke din a politikaya derveyî di meriyetê  de ye.

Rejîma Erdogan, ji bo ku qeyrana navxweyî veşêre û maniple bike, ji bo ku izolasyona cîhanî bide jibîrkirin, ji bo ku desthilatiya xwe qayîmtir bike, hewl dide da ku hezeyanên rasîst û neteweperest berz û bilind dike. Koalîsyona AKP-MHPê amadekariyê dike da ku li Sûriyeyê têkeve nav macerayeke nû. Her wisa berdêla van hewldanan jî ciwan û hemû pêkhateyên civakê dide.

Ev amadekarî, teşebisa macerayeke nû ye. Plana Efrînê, ji ber aciziya serkeftin û destkeftiyên Rojava ne. Ev plan aciziya xweîdarekirina gelên wek kurd, ereb, tirkmenan e ya ku bi awayekî yeksan deverên xwe bi rê ve dibin û aciziya rêveberiya mişterek a gelên wir e.

Ev hemle, hemleya têkbirina têkoşîna li dijî DAIŞê ye. Bi vê hewl didin ku têkoşîna li dijî DAIŞa ku li Reqayê hatiye dorpêçkirin, têk bibin. 

Teşebisa dagirkirina diyarekî kurd ê nû ya rejîma Erdogan, xetereya şerê di navbera kurd-tirk, ereb-kurd de zêdetir dike û dê Tirkiyeyê têxe nav atmosfereke berberî û buhranê. Ev hewldanên rejîma Erdogan, ya ku dixwaze demografyaya wê deverê biguhere, xeletiyeke mezin e û nayê qebûlkirin. 

Em careke din bangî hemû hêzên demokrasi û aşitiyê dikin. Ev polîtîka dê vî welatî û vê civakê têxe nav kêşeyên mezintir. Divê demildest, ev arezû were terikandin. Divê her kes li dijî van polîtîkayên hikûmetê ya kaos û ragêşiyê ya geh li navxwe, geh li derve, dengê xwe bilindtir bike.

 

Partiya Demokratîk a Gelan
Lijneya Rêvebirina Navendî
1 Tîrmeh 2017