Jiyanê ji bo zarokên me dikin dojeh

Di şewata wargehê ya li Edeneyê de 11 jê xwendekar, 12 kes şewitîn û wefat kirin û 22 kes jî birîndar bûn. Di serî de rehma Xwedê li miriyan be, serê malbata wan sax be û em şîfa xêrê ji bo birîndaran dixwazin.

Şewatên wargehan ne tenê îro diqewimin, xuya ye ev feraset û xaflet û xemnexuriya hikûmetê bidome dê dawî lê neyê. Wezîfeya hikûmetê kontrolkirin û venerîn e, lê ew tim bi feraseta “sebr û tebatê” tevdigerin. Bêserûberiya li ser wargehên telebeyan ên xwemalîkirî û radestî terîqetan bûyî, gehiştiye asteke mezin. Kontrola ewlehiyê ya derve û hindur a avahiyan nehatiye kirin û hê jî li wî welatî meseleya qefilkirina pêlekanên şewatê tê axaftin, em vê hoveberiyê qebûl nakin.

Rewşa wargehên ku zarokên xizan lê dimînin, di rastiya de encama vê rewşa kambax a pergala perwerdeyê, kêmasî û îxmala veberhênana ji bo pêdiviyên gel, destnîşan dike. Eyb û sûceke mezin e ku zarokên me mehkûmî wargehan bûne û rastî her celeb îstîsmarê tên.

Hikûmeta AKPê ji mirina zarokan aciz nabe û li şûna wê ji amadekirina nûçeyên derbarê wan de aciz dibe. Derbarê şewatê de bi hinceta “rewşa aramî û ewlehiyê xerab dibe” qedexeya weşanê tê ragihandin. Em ji hemû nimûneyan dizanin ku eger ji bo kîjan babetê qedexeya weşanê were ragihandin, teqez an bêberpirsyariya hikûmetê heye an jî tiliya hikûmetê di nav de heye.

Li gorî “Nîzamnameya Wargehên Xwendekarên Taybet a Wezareta Perwerdeya Netewî” bi tenê ji bo zarokên lîseyê û zanîngehê wargehên taybet dikare were vekirin. Zarokên ku li Edeneyê hatin qetilkirin, temenên wan di navbera 11-14an de bûn û ew xwendekarên dibistana navîn bûn. Berpirsên vê karesatê ya ku zarokên dibistana navîn di wargehan de bi cih kirî hikûmet bi xwe ye.

Yek ji berpirsên vê qetlîamê jî darêzgêriya xemnexur a di bin hikmê hikûmetê de ye. 8 sal berê 18 xwendekar li Konyayê di wargehê de mirin û doza ku derbarê wê de hatî vekirin, ev 8 sal in didome û hê kesek jî nehatiye girtin. Salek berê li Pasûrê di wargehekê de ji ber şewatê 6 zarok mirin, lê hê jî ti hesabê wê li dadgehan nehatiye dayîn.

Gunehê karesata li Eledaxa Edeneyê, li stûyê hikûmeta ku polîtîkayên li dijî zarokan xistiye meriyetê û xemnexuriya xwe wek “çarenûs” dipêçe, bi xwe ye. Divê hikûmetê hejmara wargehan zêde bikira û polîtîkayên girseyî û bêpere û çakûpak ên ji bo mafê starbûnê bi pêş bixista, lê berevajî wê gel teşwîqî wargehên cimaetan kir. Ev yek nayê efûkirin. AKP heta ku ji bo zarokên ku hê nehatine temenê zewacê qanûnan derdixe û wan dizewicîne, divê ji bo pêkanîna ewlehiya jiyana wan hewl bide.

Divê demildest bêserûberî û bêberpirsyariya derbarê wargehên xwendekaran de were aşkerekirin û di dadgehan de hesabên wan were pirsîn.

Lijneya Rêvebirina Navendî

30 Mijdar 2016