Kaçmaz: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye

Parlementerên me li hemberî tecrîda Îmraliyê 17 roj in nobeta edaletê didomînin.

Parlementerên me Muazzez Orhan, Remziye Tosun, Hüseyin Kaçmaz, Kemal Peköz, Erdal Aydemir, Nuran İmir, Celadet Gaydalı, Abdullah Koç beşdarî nobeta edaletê bûn. Li vir parlementerê me Hüseyin Kaçmaz axivî û wiha got:

AKP û MHP’ê de hemû mafên bingehin tê binpêkirin

Ev 17 roj in em li hemberî tecrîda Îmraliyê nobeta xwe didomînin. Ev 17 roj in em di çalakiyê de ne lê ev bi salan e ev polîtîkayên dijî Kurdan, polîtîkayên tecrîdê ji aliyê desthilatdaran ve tê meşandin. Îro tecrîda Îmraliyê ya li ser birêz Ocalan û girtiyên din, wateyeke wê heye. Wateya wê ew e ku tifaqa AKP û MHP’ê, mixabin bi tecrîdê hemû mafên bingehîn binpê dike. Cudahiya çete, dewlet û mafya ew e ku, dewlet girêdayî qanûn û zagonan e. Pewîst e ku dewlet li gor qanûnan tevbigere. Lê îro mixabin di bin desthilatdariya AKP û MHP’ê de hemû mafên bingehin tê binpêkirin.

Civaka Tirkiyeyê jî îro di bin tecrîdê de ye, îro hemû mafên wan tê binpêkirin

Îro her girtiyek mafê wî heye ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin pêk bîne. Lê mixabin îro li Îmraliyê tecrîdeke dijî mirovahiyê, li dijî zagonê, dijî qanûnê ji aliyê AKP û MHP’ê ve tê meşandin. Di kesayetiya birêz Ocalan de ev tecrîd tê meşandin lê em dizanin tecrîda Îmraliyê derbasî Kurdistanê û piştre derbasî tevahiya Tirkiyeyê dibe. Civaka Tirkiyeyê jî îro di bin tecrîdê de ye, îro hemû mafên wan tê binpêkirin. Ji aboriyê heya siyasetê û dîplomasiyê rewşa Tirkiyeyê ku ketiyê, bi tecrîdê ve girêdayî ye. Em gelek car dibêjin û parlamentoyê jî tînin ziman, ev polîtîkayên heyî, li dijî gelê Kurd e, dijminahiya gelê Kurd e. Rast e, ev polîtîkayên tê meşandin, bîrdoziya dijî Kurdan e. Lê îro ev tecrîd rewşa Tirkiyeyê her diçe xetere dike.

Em ji tecrîd û şer re dibêjin na

Dewlet dive li gor qanûnan tevbigere. 17 roj in em bi dengekî bilind bang dikin, tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em ji tecrîd û şer re dibêjin na. Lê mixabin desthilatdariya AKP û MHP’ê çavên xwe, guhên xwe û dilê xwe girtiye. Heger ku ne ji dijminahiyê bûya, heger ne dijminahiya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bûya, wê gotina birêz Ocalan berçav hatiba girtin. Birêz Ocalan got, ‘Heger astengî were rakirin, tecrîd were rakirin, wê pirsgirêka Kurd di hefteyekê de çareser bibe.’ Lê mixabin desthilatdariya AKP û MHP’ê, sekneke cidî, sekneke ji bo pêşeroja gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê nîşan nade.

Birêz Ocalan dibêje ‘Ez dikarim çareser bikim’, desthilatdar û dewlet bi tecrîdê bersiv dide

Di hevdîtinên budceyê de rayedarekî AKP’ê got, “ev pere ji bo şer tê veqetandin”. Got, “yek çekê ku tê bikaranîn, milyonek 200 hezar dolar e”. Îro gelên Tirkiyeyê di nava tunebûnê de ye. Lê ji polîtîkayên şer re budce heye, ji bo polîtîkayên dijî Kurdan budce heye, lê ji bo civaka Tirkiyeyê budce tune ye. Şer dibe sedema belengaziyê. Birêz Ocalan dikare vî şerî bi dawî bike, dikare şerê 40 salan bi dawî bike, aştiyeke bi rûmet pêk bîne. Pêwîst e dewlet û desthilatdar, van gotinan di berçavan re bigire. Lê mixabin dema birêz Ocalan dibêje ‘Ez dikarim çareser bikim’, desthilatdar û dewlet bi tecrîdê bersiv dide.

Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye

Wekî tê zanîn 2 sal in tu agahî ji girava Îmraliyê, ji birêz Ocalan û girtiyên din tu agahî nayê girtin. Ne malbat, ne parêzer tu agahî nastînin. Duh agahiyeke nû hat parvekirin. Desthilat her dem bi derewan ev pêjajo meşand. An bi hinceta koster xira bûye, an rewşa hewayê hevdîtin dihat astengkirin. Her tim şer kûr bu. Dema dengê birêz Ocalan negihije raya giştî, şer kûr dibe, sedan, hezaran kes jiyana xwe ji dest didin. Lê wekî em dibêjin, mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye. Em bangewazî li desthilatê dikin, çima hûn li pêşiya aştiyê disekinin, çima hûn dibin sedema zarokên gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ku jiyana xwe ji dest didin. Polîtîkayên li dijî Kurdan çi sûdê dide civakê? Dive her kes vê tecrîdê nalet bike, vê tecrîdê şermezar bike. Dive mirov baş bizane, dema desthilatdar carekê li dijî hiqûqê tevbigere, êdî her tim dikarê derkeve ji derveyî hiqûqê. Bi salan e tiştê ku li ser civaka Tirkiyeyê tê meşandin jî ev e. Li ser Îmraliyê, li ser pirsgirêka Kurd ku bi “beka” bi nav dikin û pê pêşeroja desthilatdariya xwe ava dikin. Îro sekna ji derveyî cidiyetê, dibe sedema berdewamkirina şer, her roj xitimandineke mezin dibe behra civaka Tirkiyeyê.

Heya tecrîd neyê rakirin, aramî û xweşî pêk nayê

Duh careke din cezaya dîsîplînê hatiye dayîn. Lê em baş dizanin, bi salan e hişmendiya ku digot “koster xira bûye”, “rewşa hewayî xeter e”, îro ew hişmendî, bir cezayên dîsîplînê pêşeroja gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd tarî dike. Dive her kes baş bizane, tecrîda li Îmraliyê ne tenê li ser birêz Ocalan û girtiyên din e. Ev tecrîd li ser civaka Tirkiyeyê tevahî tê meşandin. Heya ku tecrîd neyê rakirin, neyê şikandin, aramî û xweşî pêk nayê. Dijminahiya gelê Kurd, polîtîkayên dijî gelê Kurd, rewşa heyî her roj kûr dike. pêwîst e, demildest ev tecrîd bê rakirin. Tecrîd îro li ser civakê ye, li ser parlamentê ye, li ser hemû saziyên dewletê ye. Heger dewlet, Wezareta Edalatê, saziyên dewletê, bêje ku Komara Tirkiyeyê komareke hiqûqê ye, dive tecrîdê bi dawî bike. Heya ku tecrîd neyê bidawîkirin, sazbûna dewleta Tirkiyeyê jî pêk nayê. Îro tecrîd neyê rakirin, desthilatdar wê bêhiqûqiyê bimeşîne, qeyûmên li ser şaredariyên gelê Kurd berdewam bike, vê îradeya gelê Kurd tune bike. Armanceke tecrîdê jî tunekirina îradeya gelê Kurd e. Peyamek tê dayîn, dibêjin ku “dema em bixwazin em dikarin îradeya we tune bikin.” Di encama polîtîkayên tecrîdê de pêşeroja gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê dikeve nava xetereyê de.

13 Çile 2023