Kaplan: Hemû şaredarî û rêxistinên me di nava hewldan û xebatê de ne

Heyeta me ya ji endamên Lijneya Rêveberina Navendî, parlementer û rêveberên me pêk dihat, li Xarpêtê piştî lêkolînên xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê. Berpirsê Rêveberiyên me yên Herêmî û Cîgirê Hevserokê me yê Giştî Salîm Kaplan di daxuyaniyê de wiha axivî: 

Heya niha em 60 gundan re ketin têkiliyê

Endamên çapemeniyê, hûn bi xêr hatine. Ez bi rêzdarî bi ser navê heyeta HDP’ê we silav dikim. Bi rastî ev 3 roj in, êşeke mezin ketiye dilê vî welatî. Beriya her tiştî em kesên ku di  erdheja Xarpêtê de jiyana xwe ji dest dane, sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Em hêvîdar in ku birîndarên li nexweşxaneyan jî bi lezgînî bigihên ser tenduristiya xwe. Ji destpêka erdhejê heta niha, nevanda partiya me û rêxistinên me yên herêmî, di nava hewldaneke gelek mezin de ne. Ji bo ku bi lezgînî alîkariya gelê Xarpêtê bikin, em di nava hewldanekê de ne. Ev 3 roj in, heyetên me hem li Xarpêtê hem jî Meletiyê tesbîtên xwe dikin. Heta niha di nav 60 gundan de lêkolînên me dewam dikin, lê heya niha tu sazî û dezgehên dewletê têkilî bi wan re daneynîne. Em wek heyet bi 60 gundan re ketin têkildariyê. Dîsa bi taxên girêdayî bajêr, ku ew dûrî navendê ne re em ketin têkiliyê. 

Divê wargeh û konbajar bên avakirin

Mixabin em nikarin bibêjin rewşeke şênber ku pirsgirêkên erdhejê hatiye çareserkirin, tune ye. Mixabin heta niha li tu gund û taxan tu wargeh û kombajar nehatin avakirin. Demsala ku em tê de ne, demsaleke zivistanê ye û zivistan pir dijwar derbas dibe. Germahiya hewayê carna dadikeve bin sifirê de 20. Ji ber vê yekê, xanî, avahî û balexaneyên ku tu xisar nehatibin dîtin jî, ji ber ku erdhej hê berdewam dike, pîvanên wan biçûk bin jî, hê erdhej careke din berdewam dike. Ji ber vê yekê, tirseke mezin jî di dilê gel de heye. Gel naxwaze têkeve balexaneyan. Pêdiviyeke gelek mezin bi konbajaran heye. Pêdiviya duyemîn, divê wargehên xwarinê bên avakirin, lê mixabin heta niha ev hê nehatine avakirin. Li 4 balexaneyên ku li navendê xirab bûne, hê xebatên xilaskirina gel berdewam dike. Sazî û dezgehên dewletê, bi piranî mijûltiya xwe dane ser van deran. Lê gund, gundok û kesên ku li van deran hatine mexdûrkirin, ajalên ku li van deran telef bûne, li ser wan heta niha tu xebat nehatine kirin. 

Hemû şaredarî û rêxistinên me di nava hewldan û xebatê de ne

Wek hûn dizanin, ji qeyûman vir de bi tenê 27 şaredariyên me mane. Ev 3 roj in şaredariyên me di nava hewldan û xebatan de ne. Îro saet nêzî 16:00’an ew ê alîkariya me ya yekemîn, bigihê vir. Em dixwazin hinekî rêbazên xebatên xwe bi we re parve bikin. Ji ber ku Şaredariya me ya Erxaniyê nêzikî vir e, hemû xebatên me yên şaredariyan û navçe û bajarên me, rêxistinên HDP’ê wê li vir bên berhevkirin. Koordînasyona me ya Xarpêtê ev der e. Pêdivî bi ku hebe, bi kîkan gundî, bi kîjan taxî û bi kîjan malbatî hebe, yek bi yek ew deverên ku hatine tesbîtkirin, ew ê bigihê destê gelê me. 

Sazî û dezgehên dewletê heya niha tu gav neavêtine

Heya niha alîkariya me daye hevdu, bi piranî pêdiviyên zarokan in, pêdiviyên jinan û yên jiyanî yên wek av, xwarin, betanî ne. Eger derfetên me hebin em dixwazin konê zivistanê bigihînin ber destê gelê xwe. Em dixwazin vê yekê jî bi raya giştî re parve bikin. Bi rastî aloziyên xwezayî gelek çêdibin, erdhej jî, lehî jî, mîna aloziyên wisa, belkî mirov nikare pêşiya wan bigire, lê jiyanstendin ne ji ber aloziyên wiha ye. Jiyanstendin ji ber bêtedbîriya sazî û dezgehên dewletê çêdibin. Li Gezînê balexaneya ku di 2011’an de hatiye xerakirin, jixwe xeterbûna wê hatibû tasbîtkirin. Lê sazî û dezgehên dewletê li hemberî vê tu gav neavêtine. Mixabin ew der îro ji 3 kesan re bû goristan. Ev ne jiyaneke asayî ye, esas ev tişt cinayeteke siyasî ye, divê mirov bi vî rengî lê binihêre. 

Em wek HDP bi rêxistinên xwe bi şaredarên xwe, bi navçeyên xwe, ev 3 roj in di nava xebatan de ne. Ji aniha pê de jî, heya ku em êşên wan, birînên wan derman bikin jî em ê xebatên xwe bidomînin. 

20 Rêbendan 2020