Komkujiya Ermeniyan qebûl bikin!

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî:

Di 24’ê Nîsana 1915’an de 250 rewşenbîr û siyasetmedarên Ermenî ji aliyê Teşkîlat-i Mahsusa ya girêdayî rêxistina Cemiyeta  Îttihat û Terakkiyê ji malên xwe hatin wergirtin û bi zorê hatin sirgûnkirin û qetilkirin. Ev roj, roja destpêkirina Komkujiya Ermeniyan bû. Gelê Ermenî, ji cih û warên xwe yên hezaran salan hate sirgûnkirin û gelek jî jê hatin qetilkirin. Hemû hebûn û şopên gelên Mesîhî ji Anatoliyayê hate tunekirin, mal û milkên Ermenan û dewlemendiya şaristaniya wan hate desteserkirin. 

Tirkiye 106 sal in bi Komkujiya Ermenan re hevrûbûneke esas û rasteqînî nekiriye. Ji ber ku ew hevrûbûn pêk nehatiye, lewma jî ew sûc îro jî di rojevê de ye û tê nîqaşkirin di encamê de cudakarî û vederkirin îro kî berdewam dike. Komkujiya Ermenan beriya her tiştî meseleyeke însanî, hiqûqî û civakî ye. Ev karesata mezin nikare bibe amûrê serdestan û hesabên wan ên siyasî û rojane. Hem li hindur hem jî li derve, ev komkujî nikare ji ber polîtîkayên rojane bê îstismarkirin. Lê mixabin hem desthilatdarên Tirk, hem jî hêzên navneteweyî vê trajediyê li gorî hesab û berjewendiyên xwe bi kar tînin û rê li ber naskirin û qebûlkirina vê komkujiyê digirin. Ev yek nayê qebûlkirin û divê ev siyaseta durû rojek berî rojekê bê terikandin. Komkujiya Ermenan li vê axê hate pêkanîn, divê edalet jî li vê axê bê pêkanîn. 

Komkujiya Ermenan di dîroka vî welatî de diyardekeye giring e. Semboleke dîrokî ye û xeta qirêj a hêzên kûr di nav dewletê de nîşan dide. Polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Rûm, Siryan, Keldan, Kurd, Elewî, Êzidî hatin pêkanîn jî parçeyek û berdewama vê zihniyetê ne. Tiştê ku anîn serê gelan, di nav polîtîkayeke yekpare de hatin pêkanîn. Qebûlkirin, naskirin û tezmînkirina vê komkujiyê ji bo avakirina siberojeke azad, hevpar û wekhev pêdiviyeke mezin e. 

Di 106’emîn salvegera komkujiya Ermenan de, em êş û azara gelê Ermenî û trajediya însanî ya mezin di dilê xwe de hîs dikin û hemû qurbaniyên ku bi awayekî sîstematîk hatin qetilkirin, bi rêzdarî û bi rehmet bi bîr tînin.

 

Partiya Demokratîk a Gelan

Lijneya Rêvebirina Navendî

24 Nîsan 2021