Komploya navneteweyî bi tecrîda girankirî tê berdewamkirin

Daxuyaniya Lijneya me ya Rêvebirina Navendî:

Di ser komploya navneteweyî re 24 sal derbas bûn. Bi komploya navneteweyî re xwestin aştiya vê civakê û îradeya pêkvejiyana gelan ji holê rakin. Ev zihniyet îro jî berdewam dike. Komploya navneteweyî îro ji Îmraliyê dest pê kiriye û hemû civak xistiye bin bandora xwe. Komplo îro bi tecrîda girankirî tê berdewamkirin.

Birêz Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Hemû hiqûq û peymanên navneteweyî tê binpêkirin û tecrîdeke giran li ser wî tê meşandin. Ev yek sûcekî li dijî nirxên mirovahiyê ye. Birêz Ocalan di nav şert û mercên dijwar de bi aqil û feraseta xwe ev komplo û tiştê ku bi komployê dihat armanckirin pûç kir û hesabê wan serobin kir. Bi vê aqil û ferasete nehişt ku gel têkevin qirika hevdu û dijminahiya di navbera gelê Kurd û Tirk û gelên Rojhilata Navîn bê kûrkirin. Bi hemû hêza xwe hewl da ku aştiyê pêk bîne. Lê ew zihniyeta ku ev komplo pêk anî, niha jî dixwaze bi tecrîdê dengê birêz Ocalan qut bike. Komplo îro bi destê AKP’ê tê meşandin. AKP polîtîkayên şer kûr dike bi vê yekê polîtîkayên neçareseriyê li ser civakê ferz dike.

Ji Adara 2021’an vir ve tu agahiyek ji Îmraliyê nayê girtin, hevdîtin nayê kirin. Daxwaza hevdîtinê ya malbat û parêzer, Hevserokên me yên Giştî û parlementerên me tê redkirin. Daxwaza hevdîtinê ya ji 2 hezaran zêdetir parêzerên cîhanê nayê qebûlkirin. Di 11 salên dawî de tenê 5 caran parêzeran, di 8 salên dawî de jî tenê 5 caran malbatê karibûye hevdîtinê bike.

Komplo îro bi tecrîda girankirî, bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi daxwaza fetisandina şoreşê û bi kûrkirina polîtîkayên dijminahiyê tê berdewamkirin. Ji bo wê jî îro bi tecrîda girankirî dixwazin ji tiştê ku 24 sal berê xistibûn meriyetê encam bigirin. Ji bo wê jî komployê û tecrîda girankirî li Tirkiyeyê di warê civakî, aborî, siyasî û birêvebirinê de qeyraneke mezin bi xwe re anî. Bingeha wan qeyran û aloziyan di esasê de xwe dispêre neçareserkirina pirsgirêka Kurdan û kûrkirina tecrîdê. Gelê Kurd û dostên gelê Kurd, kesên azadîxwaz û demokrat bi salan e dixwazin vê yekê biguherin û ji bo wê jî gelek berdêlên giran dan. Em careke din diyar dikin ku eger ev feraset, ev nêzikatî neyê guherandin, pirsgirêkên heyî dê hîn kûrtir bibin.

Di ser komploya navneteweyî re 24 sal derbas bûn. Komployê di encamê de hilweşîneke mezin bi xwe re anî. Divê her kes bi encamên wê re rûbirû bibe. Bi komployê tenê Birêz Ocalan nehatiya armanckirin, di heman demê de encamên komployê îro hemû civak fetisandiye, dîl girtiye. Ev nêzikatî dibe sedema qeyranên mezintir.

Bi boneya salvegera komploya navneteweyî em careke din bang dikin. Rojek berî rojekê tecrîda li ser Birêz Ocalan rakin. Werin em li wî welatî aştiyê ava bikin. Werin em pirsgirêkên xwe yên civakî bi diyalogê, bi rêbazên demokratîk çareser bikin. Werin em bi hev re jiyaneke hevpar, civakeke ewle li ser esasên demokratîk ava bikin. 

Lijneya Rêvebirina Navendî

15 Sibat 2023