Leyla Guven: Ez çalakiyê bi dawî dikim, dê têkoşîna me bidome

Di 200emîn roja greva xwe ya birçîbûnê de, daxuyaniya parlementera me ya Colemêrgê Leyla Guven:

Kurdistan jî di nav de, îro hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn, bi hemû hilweşîna xwe wek qada şer e. Ev şer înkarkirina siyasî û çandî û polîtikayên teslîmiyetê ferz dike û bingeha jiyana azad ji holê radike. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan êdî perspektîfa Birêz Ocalan ya Neteweya Demokratîk wekî rastiyekê tê pejirandin. Wekî ku bi mînaka xwe ya Şoreşa Rojava ku cîhanê dihejîne jî dixuye, nexşerêya çareseriyê ya birêz Ocalan a “Rojhilata Navin a Demokratîk” hemû gelên vê erdgînariyê hembêz dike. Li seranserî Rojhilata Navîn, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, aktorê herî sereke û girîng birêz Ocalan e.

Îro tecrîda ku li vî welatî di kesayetiya Ocalan de li ser hemû civakê tê meşandin, beriya her tiştî rûreşiya hemû mirovahiyê ye. Lewma ez dikarim bibêjim ku şansê me yê herî mezin şoreşgeriya me ye. Ji ber ku tenê şoreşgerî dikare vê rûreşiyê ji holê rake, dikare li hemberî vê xespê bisekine.

Ez wekî jineke kurd, ji sala 1994’an vir ve bênavber di hemû qadan de xebat û têkoşîna siyasî dimeşînim. Li gel hemû bêhiqûqiyê, me têkoşîna xwe meşand. Lê di merheleya ku em îro gihiştinê de jî ez bi aweyekî eşkere dibînim ku min siyaseteke rast, bibandor, pêşdîtî, berfireh ya siyasî nemeşandiye.

Min bi hişmendiya “tecrîda li ser birêz Ocalan tecrîda li ser gel e”, bi îradeya xwe ya azad dest bi çalakiya greva birçîbûna ya bênavber û bêdorveger kir. Min got ku heya ev tecrîd neşikê, ez ê vê çalakiyê bimeşînim. Ji ber ku di 20 salên dawî de li gel hemû tecrîda giran, birêz Ocalan tu car dev ji fikr û hewldanên xwe yên aştiyane berneda. Lewma derketina derve ya van firk û ramanên Birêz Ocalan girîng e.

Îro em di vê greva birçûnê de ketine meha 7’emîn. Di serî de Nasir Yagiz û bi hezaran rêhevalên min ên di girtîgehan de ku di heman demê de rêhevalên kesên gotine “Em ji jiyanê ew qas hez dikin ku di oxira wê de dikarin bimirin” bi hêz û qeweteka mezin xwedî li vê çalakiyê derketin. 

Berxwedana me ji Strasbourgê heta çar aliyê dinyayê belav bû û di vê pêvajoyê de 3 hevalên min ên parlamenter jî bi me re ev berxwedan mezin kirin. Bi vî awayî ev çalakî veguherî saleke berxwedanê. 

Di vê pêvajoyê de birçîbûnê canê me neêşand. Lê rêhavelên me yên ji bo ku jiyanê biparêzin xwe feda kirin, bi canê xwe ew bêdengî qelaştin, bi şehadetên xwe dilê me gelek êşandin. Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akîcî, Sîraç Yuksek, Mahsum Pamay, Umît Acar ve Ugur Şakar. Ew lehengên rasteqîn û xwediyên vê pêvajoyê ne. Ez her yekî bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînim. 

Bi taybetî ez dixwazim rojiya mirinê ku 27 roj in tê meşandin jî binîm ziman. 30 rêhevalên me yên di greva birçîbûnê de bûn, ev çalakî veguhirandin rojiya mirinê û li hemberî tecrîdê îradeyeke tarîxî û bêhempa nîşan dan. 

Em dizanin ji bo ku êşa li ser axa me tê jiyîn bi dawî bibe û ji bo aştiyeke bi rûmet, tekane muxatab Birêz Ocalan e.  Armanca vê berxwedanê jî şikandina vê tecrîda nemirovî û bêhiqûqî ye. Armanca me ew bû ku pêşî li dengê Ocalan yê aştiyane bû ku ji hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareseriyê dihewîne, bigihije civakê. Di 2’yê Gulanê de ji hevdîtina Birêz Ocalan deklerasyonek û nexşerêyeke çareseriyê ku ji 7 xalan pêk tê ji raya giştî re hate eşkerekirin û ev deklerasyon di heman demê de rola Ocalan ya demokratîzekirina Tirkiyeyê bi aweyekî eşkere nîşan dide. Lewma şikandina pergala tecrîda Îmraliyê bi qasî kurdan, ji bo gelên Tirkiyeyê jî dê destkeftiyan bi xwe re bîne.

Di vê demê de dayikên laçikspî yên ku derketin kolanan jî û dayika Nora ku ji Arjantînê ji dayikên Plaza De Mayo hat serdana min jî nîşan da ku aştî bi berxwedana pîroz ya dayikan dê pêk bê. Dayik û ewladên wan bûn tovên jiyaneke nû. 

Di merheleya ku em îro gihîştinê de ji bo şikandina tecrîdê, hêviyek çêbû. Birêz Ocalan ewil bi birayê xwe Mehmet Ocalan û pişt re jî 2 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Lê belê heta ku tecrîd bi giştî bê şikandin em ê bi rê û rêbazên cuda têkoşîna xwe ya aktîf bimeşînin. Berpirsiyariya vê yekê êdî li ser milê me yên ku siyaseta demokratîk dimeşîne ye. Ger siyaset çareseriyê neafirîne, pirsgirêkên nû bi xwe re tîne. 

Ez soz didim ku ez ê bi vê berpirsyarî û ferasetê tevbigerim û ji îro şûn de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikim. Greva me ya birçîbûnê gihîşte armanca xwe. Lê belê berxwedena me ya li hemberî tecrîdê û têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê di her qadê de bidome. Qonaxa ku divê ev têkoşîn bigihijê, aştiyeke bi rûmet e. 

Ez yek bi yek spasiya xwe ji hemû kesên ku li cem min cih girtin dikim. Ez spasiyê ji hemû kesên ku di vê merheleya faşîzmê de deng dan dengê me dikim. Spas ji wan kesên bi me bawer bûn, yên ku hêviya xwe winda nekirin. Di serî de li gel hemû êrîşan, dayikên aştiyê ku qad bernedan û ji hemû jinan re spasî û hezkirinên bêdawî dikim.  

 “Hevî ji serkeftinê bi qîmettir e.” Me hêvî kir û em bi ser ketin.

 

Leyla Guven

26 Gulan 2019