Li dijî faşîzmê em bi hev re bibêjin jin, jiyan, azadî!

Daxuyaniya civîna Meclisa me ya Jinan a 29’ê Mijdara 2022’an:

Em wek Meclîsa Jinan ya Partiya Demokratîk a Gelan, ji bo nirxandina geşedanên siyasî û diyarkirina xeta têkoşîna xwe ya siyasî ya serdema nû, di 29’ê Mijdara 2022’an de li hev civiyan. Em civîna xwe diyarî dikin hevala me Nagihan Akarsel, Xwişkên Mîrabel, jinên Îranê yên ku di şexsê Jîna Mahsa Emînî de li dijî rejîma Mele li ber xwe didin û hemû jinên ku di 25’ê Mijdarê de li dijî tundiya mêr-dewletê barîkat danîn dikin.

Em her tim dibêjin “Jin, jiyan, azadî!”

Serhildana jinan ji bo jiyan û azadî, li hember mêr-dewletên serdest ku bi armanca ji nû ve dîzaynkirina hemû cîhanê û bi taybetî Rojhilata Navîn ji krîza xwe ya kûrtir derbikevin, serfiraz bû. Ev îsyana ku ji Îranê li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan rabû, îro li tevahî cîhanê bûye dengê berxwedan û têkoşînê. Sedema ku tundiya mêr-dewletê ya li hemberî jinên ku di 25'ê Mijdarê de dadikevin kolanan ev qas zêde bûye nîşana wê yekê ye ku tirsa ji vî dengî û serhildanê çiqasî heye.

Operasyona binçavkirinê ya ku piştî 25'ê Mijdarê li dijî aktîvîstên TJA'yê pêk hat, girêdayî polîtîkayên dijminatî û êrîşkar ên li hemberî jinan e. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi zext û zorê dixwaze jinan bêdeng bike. Jinên Kurd ên ku jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiya jinan dikin, careke din bûne hedefa desthilatdariya mêr a AKP-MHP'ê.

Êrîşên binçavkirinê yên li dijî jinên Kurd jî girêdayî operasyonên li dijî Rojava û Şengalê ne. Eşkere ye ku dewlet polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan li derve jî bi êrîşên li dijî têkoşîna jinên Kurd a li hundir didomîne. Bi vî awayî AKP-MHP dest pê dike xebatên xwe ya hilbijartinê.

Ev êrîş encama tirsa xurtkirina têkoşîna jinan a navneteweyî ye. Têkoşîna me ku deshilatdar dixwazin krîmînalîze bikin, serhildana me ye û em her tim dibêjin “Jin, jiyan, azadî!” Em vê feraseta hatî afirandin qebûl nakin, red dikin û têkoşîna xwe hembêz dikin.

Em li dijî tecrîdê li ber xwe didin!

Hedefa sereke ya tecrîd û polîtîkayên şer ên ku her ku diçe kûr dibe, hemû dînamîkên jiyana nû ya li ser bingeha azadiya jinan e. Hikûmet dixwaze tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir û li hemû girtîgehan belav bû veguherîne rejîmek îdarî. Girtîgeh navendên ku îro ev polîtîkayên tecrîdê lê tên meşandin in. Sûcê li dijî mirovahiyê yê li hemberî Garîbe Gezer hatiye kirin nîşaneya herî zelal a vê yekê ye.

Li dijî polîtîkayên tecrîdê yên desthilatdariyê ku bi qanûnên ku derdixe, bi polîtîkayên zext û tundiyê hewl dide, dixwaze jinan bêdeng bike û bitirsîne, ji bilî mezinkirina berxwedan û têkoşînê ti rê nemaye. Di rastiyê de nehiştina hevdîtina bi heyeta CPT’ê ya birêz Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê ya ku ev polîtîka lê dihat meşandin, helwesteke li dijî polîtîkayên şer e. Di her firsendê de em ê banga xwe ya ji bo nêrîna parêzeran ji birêz Ocalan re ku ev demeke dirêj e ji ber bêhiqûqiya tecrîda li Îmraliyê agahî jê nayê girtin, dubare bikin. Em ê li dijî tecrîdê dest ji berxwedana xwe bernedin!

Ew bi şer û tundiyê di hilbijartinê de bi ser nakevin!

Şerên ji nû ve belavkirinê yên ku hêzên emperyal ên cîhanê li Rojhilata Navîn didin meşandin hemû hêzên demokratîk bi taybet jinan hedef digirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi desturnameya NATO’yê li ser Kurdan û jinan li hundir û derve polîtîkayên şerê qirêj dimeşîne, ji sûcên şer jî bi guman e. Ew aniha gumana tawanên cengê ji her cureyî heye, di nav de bikaranîna çekên kîmawî.

Desthilatdariya ku bi afirandina hawîrdora krîz û kaosê derbasî hilbijartinan bû, bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi hilbijartinê kir. Êrîşên hewayî yên ku bi hinceta êrîşa Taksîmê pêk tên, her çendî kiryar diyar be jî, li dijî jiyana hevpar a gelan û jinan, li dijî şoreşa jinan ya li Rojava ye.

Jin li dijî xizaniyê serî hildidin!

Îro jin krîza aborî ya herî giran dijîn, ku encama polîtîkayên şer û tundiyê ye. Jinên ku bi xizanî, bêkarî û birçîbûnê re têdikoşin, ji bilî van bi mêran ve jî girêdayî ne. Keda erzan an jî keda jinên qeydnekirî nayê dîtin û barê lênêrînê li ser jinên ku dewlet qadên kar ji wan re naveke tê ferzkirin. Hikûmet bi polîtîkayên xwe yên li dijî kedê tundiya herî giran a aboriyê li ser jinên ku di malê de heps kiriye dike. Jinên ku dibêjin “ji bo keda wekhev, destkeqek wekhev” li dijî xizaniyê serî hildidin.

Jin bi hev re rêya 3’emîn ava dikin!

Her du blokên heyî pergala serdest a mêr ku jinan qetil dike, beraat dide kujeran, newekheviya zayendî kûr dike û bi zêdekirina xizaniyê jinan ji qada giştî derdixe nedîtbar dikin. Di navbera van her du blokan de, rêya me ya sêyem heye. Di rewşek kûrbûna xizanî û krîzê de, xeta me ya sêyemîn, tifaqa dîrokî ya bindestan a li dijî du blokên serdest e. Em jin dê bi hev re jiyana demokratîk, azadîxwaz û piralî ava bikin. Armanca me ne tenê guhertina hikûmetê ye; afirandina heqiqeta ku wê jiyana nû ava bike ye. Em ne zîhniyeta restorasyonê û ne jî rejîma yek zilamî qebûl dikin. Em di rêya 3’emîn de bi tifaq û hevgirtina xwe ya jinan re dicivin.

Meclisa me ya Jinan pêvajoya siyasî bi hemû aliyên xwe ve nîqaş kir, rewşa rêxistinî nirxand û plansaziyeke kolektîf ava kir ku pêvajoya hilbijartinê jî di nav de ye. Li dijî polîtîkayên şîdet, gendelî, talan, polîtîkayên şer ên ku di encama tecrîda girankirî ya li ser jiyana me de xurt bûne, li dijî feqîrî û qetlîamên jinan ên bi şer tên gurkirin, em li ber xwe didin. Em ê di biryardariya xwe ya avakirina jiyaneke nû, azadî û sîstemeke wekhev û adil de bi israr bin.

Partiya Demokratîk a Gelan

Meclisa Jinan

29 Mijdar 2022