Li dijî komkujiyên DAIŞ’ê, banga me banga yekîtiyê ye

Daxuyaniya Hevberdevkên me yên Komîsyona Karên Derveyî Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy:

Bi taybetî li Iraqê û li cihên nakok ên Başûrê Kurdistanê yên wek Mexmûr, Kirkûk û Şingalê êrişên DAIŞ’ê di van rojên dawî de her ku diçe zêdetir dibin. Em wek partî rewşa xeternak a sivîlên wê derê û gefên li ser sivîlan ji nêz ve dişopînin.

Li dijî êrişên DAIŞ’ê, em çaverê ne ku ji bo bergiriya van êrişan û parastina sivîlan, Hikûmeta Iraqê û hêzên Pêşmerge zêdetir bi hevahengî bixebitin. Ji ber ku DAIŞ’ê berê jî li Şingalê, li dijî Kurdên Êzidî komkujî pêk anîbû, loma niha parastina wê derê gelek pêwîst û giring e. Ji ber vê talûkeyê, em bangî Koalîsyona Li Dijî DAIŞ’ê ya Navneteweyî jî dikin ku li dijî van êrişên DAIŞ’ê yên li herêmê roleke çalak û karîger bilîze.

Li ku derê dibe bila bibe, ne li Iraqê ne jî li Sûriyeyê, em  wek HDP tu carî qebûl nakin ku rêxistinên cîhadî yên wek DAIŞ û El Qaîde xelkê sivîl bikuje. Em hemû kesên ku di şerê li dijî van rêxistinan de jiyana xwe ji dast dane, bi rêzdarî bi bîr tînin.

 

Feleknas Uca-Hişyar Ozsoy

Hevberdevkên Komîsyona Karên Derveyî yên HDP’ê

7 Kanûn 2021