Li dijî şerê xwîşk û birakujiyê em dengê xwe bilindtir bikin

Bangewaziya me ji bo Seroka Parlamena Herêma Kurdistanê Dr. Rewaz Faîq: Li dijî şerê xwîşk û birakujiyê em dengê xwe bilindtir bikin! 

Bangewaziya me ji bo û hemû parlementerên jin ên Kurd ên Parlamena Kurdistanê: Li dijî şerê xwîşk û birakujiyê em dengê xwe bilindtir bikin! 

Bangewaziya me ji bo hemû rêxistinên jinan ên Kurd: Li dijî şerê xwîşk û birakujiyê em dengê xwe bilindtir bikin!

Bangewaziya me ji bo hemû jinên Kurd: Li dijî şerê xwîşk û birakujiyê em helwesta xwe nîşan bidin dengê xwe bilindtir bikin! 

Jinên Kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê, di nav şer û pevçûnan de rastî her cure zext û zordarî û mêtingeriya dewletên serdest tên û êş û kulen Kurdistanê baş dizanin. Em, êş û azara kuştin, komkujî û jenosîdên li ser gelê me û welatê me hatine pêkanîn, di dilê xwe de hîs dikin. Lê me tu carî li ber zalim û zordestan serî netewand, çong veneda. Têkoşîna ji bo ziman, çand û nasnameya jinên Kurd îro li seranserî cîhanê deng vedaye û olan daye. 

Cografyaya Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de, geh bûye qada şer a dewletên mêtinger, geh jî bûye cografyaya dek û dolabên wan dewletên serdest. Ji bo ku yekîtiya Kurdan pêk neyê ew hêzên serdest, hemû xilaf û nakokiyên xwe datînin aliyekî û li hemberî Kurdan dibin yek. Nîşana vê rastiya dîrokî, Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye ku herî dawî hemû hêzên serdest li dijî wê derketibûn. Êşa parçeyekî Kurdistanê dilê hemû parçeyên din diêşîne. Qêrîn û hawara li Helebce û Roboskiyê, îro hê jî dilê Hewlêr, Silêmanî, Kirmanşan, Amed û Kobaniyê diêşîne. Welatê me hatiye parçekirin, lê zimanê me, çanda me û têkoşîna me her yek bû. Yekîtiya me di dilê me de pêk hatiye. 

Gelê me yê Mexmûrê ji ber ku gund û warên wan hatibûn şewitandin, îro li Kampa Mexmûrê niştecih e û li wir ji bo jiyaneke azad têkoşîna xwe dimeşîne. Lê çend roj berê êriş li Mexmûriyan hat kirin û 3 jinên Kurd hatin kuştin. Li tevahiya cîhanê têkoşîneke li dijî Vîrûsa Koronayê tê meşandin, lê li welatê me dewletên serdest êrişî li gelê me dikin û dixwazin ku nakokiya di navbera Kurdan de zêdetir bikin. Li welatê me, dixwazin em bêhenase bimînin û lewre polîtîkayeke qirêj xistine meriyetê û bi kuştina Kurdan şad dibin û dixwazin ku di navbera Kurdan de dîsa şerê xwîşk û birakujiyê bidin destpêkirin û desthilatiya xwe qayîm bikin. 

Me heta niha bi yekîtî, piştgirî û palpiştiyê, li dijî vê hişmendiya serdestan, li ber xwe da. Jinên Kurd, heta niha bi têkoşîna xwe, bi sekn û helwesta xwe û bi tifaqa xwe bersiva herî watedar dan dagirkeran. Em îro careke din dibînin ku yekîtiya me ya neteweyî ji bo me çiqas girîng û pêwîst e. Di şerê li Rojhilata Navîn û cîhanê de, herî zêde jin bi bandor dibin û zirarê dibînin. Lewma em îro zêdetir pêdivî dibînin ku dengê xwe bilind bikin û helwesta xwe nîşan bidin. Em parlementerên jin ên Kurd ên Parlamena Tirkiyeyê vê yekê qebûl nakin. Me gelek ziyan ji şerê xwîşk û birakujiyê dît, lewma divê li dijî wê, em dengê xwe ji duh zêdetir bilind bikin. 

Li Kurdistanê êdî em jî hene û em bi yekîtiya xwe nahêlin serdest bibin xwedî gotin û kiryar. Em dikarin bi avakirina yekîtiya xwe bersiva herî watedar bidin dijminên gelê Kurd. 

Em naxwazin şerê xwîşk û birakujiyê dubare bê pêkanîn. Em baş dizanin, tu jî bi salan e li dijî xwîşk û birakujiyê li ber xwe didî. Banga me li te û li tevahiya parlementerên jin ên Kurd ên Parlamena Herêma Kurdistanê ye: Em jinên Kurd li gorî berpirsyariya xwe ya dîrokî tevdigerin û her bi hev re ne. Em cudahiyê naxin navbera tu partî, dever û siyasetan û bi nasnameya xwe ya Kurdbûn û jinbûnê, bi êş û azarên xwe û bi têkoşîna xwe, yek in û bi hev re ne. Dem dema xurtkirina yekîtiyê ye. 

Li temamî cîhanê têkoşîna li dijî Vîrûsa Koronayê didome, lê dijminên Kurd di vê demê de êrişî Kurdan dikin. Lê me soz daye gelê xwe, em ê gelê xwe ji her cure vîrûsê biparêzin. Yekîtiya jinên Kurd, bingeha yekîtiya gelê Kurd e. Me ji şer û pevçûnê gelek xisar dît, lewre em dubare dibêjin ku em şerê xwîşk û birakujiyê qebûl nakin û em ê bi hemû hêza xwe li dijî wê derkevin

 

Parlementerên jin ên Kurd ên Parlamena Tirkiyeyê

21 Avrêl 2020