Me 5. Kongreya xwe ya Asayî ya Mezin li dar xist, em di têkoşînê de bi israr in

Me bi beşdarbûna dehhezaran 5. Kongreya xwe ya Asayî ya mezin li dar xist. 5. Kongreya me ya Mezin a Asayî bi têkoşîna hevpar, bi piştevaniya enternasyonalîst û bi tevlîbûna dehhezaran dest pê kir.

Li dijî faşîzmê çareserî em in

Me bi şîara “Çareserî em in, Serkeftin ya me ye” û ji Colemêrgê heya Edîrneyê bi tevlîbûna dehhezaran kesan li Salona Enqereyê ya Sporê 5. Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Bi diruşmeyên “Li dijî faşîzmê çareserî em in”, “Ji şer û tecrîdê re na çareserî aştî ye”, “Li dijî xizaniya jinan çareserî em in” “Bi tifaqa demokratîk, bi rêya 3.”, “Hevserokatî xeta me ya mor e”,  “Çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd”, HDP dibe deriye têkoşîna hevpar a gelan.

Kongreya me bi coşeke mezin, bi beşdariyeke xurt hat pîrozkirin. Pêkhateyên partiya me, Tifaqa Kurdistanî, nûnerên ol, çand û baweriyên curbicur, sîyasetmedar, aktîvîst, rojnameger, delegasyonên biyanî li Kongreya me cihê xwe girtin. Malbatên ku li pey edaletê ne beşdarî kongreyê bûn.

Gel bi coşeke mezin herikî salona kongreyê

Ji çar parçeyên welêt serê sibehê gel bi çoşeke mezin ber bi salona kongreyê ve herikî, bi govend û tîlîliyên xwe, bi cil û bergên xwe û alên xwe gihîştin qadê. Kongreya me bû navnîşana gelên bindest, malbatên mexdûr, hemû kesên li pey jiyaneke hevpar û azad. Li gel hemû zext û zora li ser gel û partiya me coş û kelecana gel bêsînor berdewam dike. Bi diruşmeya “HDP gel e gel li vir  e” bersiv dan faşîzmê.

Peyamên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê

Ji Başûrê Kurdistanê partiyên siyasî yên wek Tevgera Gorran, Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistan, Tevgera Reformê ya Neteweyî, Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê, Tevgera Cîvaka Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Komunîst a Kurdistanê peyamên pîrozbahiyê şandin ji bo kongreya me.

Rêveberiya Partiya me bi rêjeyeke zêde hat guhertin. Di kongreyê de 100 kes esîl, 50 kes cîgir û 30 kes jî endamên rûmetdar ên Meclisa Partiyê û hevserokên partiyê hatin hilbijartin.

Taşdemîr: Hûn nikarin HDP'ê xelas bikin

Parlementera me ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, di kongreyê de axaftina xwe bi Kurdî kir û got: Ev der şopa heqîqetê ye. Em hêza xwe ji dîrokê digirin. Em hêza xwe ji Xeyriyan, ji Mazlûman, ji têkoşîna Kobaniyê digirin. Wan digot hûn ê çok daynin lê va ye HDP li vir e. HDP gel e, hêvî ye, aştî ye, ked e. Hûn kî ne hûn ê HDP'ê xelas bikin. HDP xelas nabe. HDP bi zext û zor û bi girtin û gefan nayê bêbandorkirin. Em ê ji îro şûnde jî têkoşîna xwe bi bandor bidomînin.

Buldan: Bila her kes baş bizane ku em ê mîsyona xwe ya çareseriyê heya dawiyê bilîzin

Hevseroka me ya Giştî Pervîn Buldan, di axaftina xwe de bal kişand ser gelek xalan û behsa giringiya têkoşîna hevpar, têkbirina faşîzmê kir. Li dijî tengkirinê, giringiya berfirehkirina fikriyata HDP’e kir. Hevseroka me ya Giştî Buldan bi kurtahî wiha got: Em bi vê çoşa we serbilind in. Hûn bi xêr hatin, ser çavan hatin. Bila her kes îredeya vê salonê baş bibîne. Bostekê jî me ji têkoşina xwe paş de gav neavêt, li hemberî tu kesî çok dananî, ji niha û pê de jî em ne paş ve gav diavêjin ne jî çok datînin. Wek partiya jinan me muxalefeta jinan kir hêza sîyaseta partiya xwe. Em ê hêza gel dide me li hember zaliman heta dawiyê bi kar bînin. Em ê helbet serkeftin û destkeftinên xwe mezintir bikin.

Yên nabin çareserî dema xwe diqedînin û dema HDP’ê dest pê dike

Tifaqa me ya demokrasiyê û tifaqa Kurdistanî her ku diçe mezintir dibe, hêviyan xurt dike. Bila her kes baş bizane ku em ê mîsyona xwe ya çareseriyê heya dawiyê bilîzin. Faşîzma AKP’ê bi tecrîdê rêya çareseriya pirsgirêka Kurdan dixitimîne, li gel bangawaziya birêz Ocalan a ji bo çareseriyê bersiva tecrîd, li mal de û li derve li ser dijmanitiya Kurdan siyasetê dimeşînin. Em careke din dibêjin, çareserî em in çareserî HDP ye, çareserî hûn in. Yên nabin çareserî dema xwe diqedînin û dema HDP’ê dest pê dike. Em dibêjin ku hûn ê biçin û rêveberiya gel wê bê,  em ê helbet rojên ronî ava bikin.

Sancar: Ev coşa we, ev hêza we îro li dijî faşîzmê bersiva herî xurt e

Hevserokê me yê Giştî Mîthat Sancar di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya têkoşîna hevpar û domdar a li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û wiha got: Ev coşa we, ev hêza we îro li dijî faşîzmê bersiva herî xurt e. HDP deh sal berê hat avakirin. Berxwedana li ser vî welatî kevneşopiya têkoşînê di HDP’ê de îro mezintir dibe. Fikriyata me hêza xwe ji heqîqetê digire. Niha dem dema avakirinê ye. Avakirina “Jiyana nû” dê gelek pirsgirêkên vî welatî çareser bike.

Em li her derê û her gav biisrar aştiya mezin diparêzin

Li ser hemwelatiya wekhev çareserkirina pirsgirêka Kurdan bi aştî û demokrasiyê mumkin e. Lewma em li her derê û her gav biisrar aştiya mezin diparêzin. Çareserî em in, soza me heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan divê di bin banê Meclisê de pêvajoyek dest pê bike. Ji bo ewlehî û zelalbûna pêvajoyê hewce ye Meclis di navenda pêvajoyê de be û rola xwe ya karîger bilîze. Em ji vir cardin dibêjin; li ser navê Îmraliyê lîstikan nelîzin, gotinan nekin. Tecrîdê rakin û rêya dialog û çareseriyê vekin. Pirsgirêka Kurd, gelê Kurd bi tanê di hilbijartinan de nikare bê nirxandin. Gelê me ne amûrê desthilatiya we ye. 

Ozturk: Yên ku xwestin Kurdan xelas bikin, bila li vê salonê baş binihêrin

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk: Li ser navê Kongreya Demokratîk a Civakî serî de dayikan we hemûyan silav dikim. Ji bo îradeya gelê Kurd bişikînin roj bi roj li ser gelê Kurd êrişên xwe xurtir kirin. Wan xwestin Kurdan xilas bikin lê bila îro li vir baş binihêrin. Ew nikarin encam bigirin. Rê û rêbaz diyar e. Pirsgirêka gelê Kurd divê bê çareserkirin. Lê bi tecrîdê re we biryara şer da. Rêya rast divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û rêya çareserî û diyalogê vebe. Heke hûn şaşiya xwe ya sed salan dewam bikin hûn ê jî wenda bikin. Binihêrin ev pirsgirêka Kurd a sed salan bi rêbaza zext û zorê nayê çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd rê û rêbaz diyar e, ew rê jî birêz Ocalan e.

Peyama piştgiriya navneteweyî

Di Kongreya me de ji Ewropayê bigire heta Rojhilata Navîn sazî, partî û dezegehên navneteweyî peyamên xwe yên piştgirî û piştevaniyê belav kirin û behsa giringiya têkoşîna hevpar û piştevaniya navneteweyî kirin. Li dijî zext û zora AKP-MHP’ê ya li ser partiya me û gelê Kurd, behsa giringiya têkoşînê hat kirin û daxwaza berdana hemû siyasetmedar û endamên partiya me kirin.

3 Tîrmeh 2022