Me Rapora xwe ya Qeyûman ragihand: Qeyûm neyartiya gelê Kurd, ziman û çanda gelê Kurd e

Komîsyona me ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk, rapora me ya Desteserkirina Îradeyê û Rastiya Qeyûman ragihand:

Hevberdevkên me yên Komîsyona Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Hediya Karaaslan û Salîm Kaplan û parlementerê me yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî rapora me ya Desteserkirina Îradeyê û Rasiya Qeyûman ragihand. Di daxuyaniyê de Salîm Kaplan wiha axivî:

Salîm Kaplan: AKP di 18 salan de pergala derewê avakir

Dema em li dîroka 18 salan a desthilatdariya AKP'ê dinêrin em dibînin qada herî serkeftî ew e ku heqîqetê wek derew û derewan jî wek heqîqetê pênase dike û mixabin bi şiklekî civakê jî qanih dike. Ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve li ser polîtîkayên qeyûmên qirêj nerazîbûneke gelek mezin hem di nav raya giştî de hem jî li qada navneteweyî de derxistiye holê. Vê nerazîbûna civaka giştî alozî û qeyranek xistiye dilê AKP'ê. Û ji ber vê yekê jî bi kelecaneke gelek mezin lijneyeke nû li ser derewan amede kirine. Jixwe dîroka wan dîroka derewan e. Ka em binêrin rastiya qeyûman çi ye, hiqûq û bêhiqûqiya qeyûman çi ye. Di 16'ê Tîrmeha 2016'an de desthilata AKP'ê rewşa awarte yanê OHAL'ê îlan kiribû. 

Îktidarê Komara Tirkiyeyê guherand kire komara KHK’yan 

Dema ku AKP'ê rewşa awarte yanê OHAL îlan kir hem destûra bingehîn yanê Makezagon binpê kirin û hem jî hemû zagonên vî welatî binpê kirin… Êdî rêk û pêkçûnên vî welatî li ser biryarnameya hikmên zagonî yanê KHK’yan meşandin. Wan ev rejîm kirin rejîma KHK'yan, Komara Tirkiyeyê navê xwe guherand û navê xwe êdî kiriye Komara KHK'yan. Yek ji van KHK'yan jî KHK'ya bi hejmara 674'an bû ku wê demê destûr dida Serokomar ku ew bikare li şûna şaredaran qeyûman tayîn bike. Dîsa zagona 5393'yan a şaredariyan bi xala 45'emîn guherandinek çêkirin. Êdî hêz û destûr dan Wezîrê Karê Hundirîn ku bikaribe li şûna şaredaran qeyûman tayîn bike. Jixwe KHK bi xwe bêhiqûqî ye. Çima bêhiqûqî ye belkî em bikarin li ser sê xalan hinekî vekin. 

Dadgerî di destê AKP’ê de wekî şûrekî li ser serê muxalîfan tê bakirin 

1. Desteya Destûra Bingehîn ya Dadgeha Bilind lêpirsînên li ser KHK’ê qebûl nekirin, jixwe bêhiqûqîya KHK'yan ji vir dest pê kir. Ya duyemîn KHK nehat parlamentoya Tirkiyeyê. Ev bi xwe dide nîşankirin ku wan KHK li şûna zagonan damezirandine. Ya herî giring ku gelek caran li vî welatî hat şîrovekirin, KHK divê bi şertên rewşa awarte ve girêdayî be. Lê mixabin Desthilata AKP-MHPyê êdî temamî jiyanê li ser milê KHK'yan dimeşîne. Dema ku KHK bêhiqûqî bin, jixwe encamên KHK jî bêhiqûqî ne û valahî dê derkevin. Di sala 2016'an de 92 şaredarî îro jî 48 şaredarî bi destê AKP'ê hatin xespkirin. Baş e Wezîrê Karê Hundirîn derbarê vê yekê de çi dibêje: Du tiştan dibêjin. Ya yekemîn dibêjin şaredarê HDP'ê bi rêxistinên terorê re têkildar bûn û ji ber vê yekê ev qas sal ceza li wan hat birrîn. Lê belê em dizanin jixwe êdî dad edalet di destê desthilatdariya AKP-MHP'yê de weke amûrekê û şûrekî tê bikaranîn ku bikaribin serê muxalîfan jê bikin.

Desthilatdariya AKP'ê ji nirxên mirovahiyê û gel dûr ketiye 

Sûcdariyên ku şarederiyên HDP'ê kirine çi ne: 650 sal ceza dan hevşaredaran, sedema vê çi ye? 1) Hevşeradera Pirsûsê birêz Hatice Çevîk beşdarî Newrozê bûye, wenê girtiye, li pişt wî kesek xemla kesk û sor û zer li xwe kiriye. Ew jî ketiye nav vî wêneyî. Ev wêne bûye sedema sûcdariya hevşedara me, hem bûye sedema girtina wê û hem jî bûye sedem ku li şûna wê qeyûm bê tayînkirin. Sûcê wan ê gelek mezin ev e. Hevşaraderê Colemêrgê Birêz Cihan Karaman çi kiriye? Kurê wî di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye jê re bûye sûc ku tev li merasima cenazeyê kurê xwe bûye. Dozgeran li ser vê yekê doz vekiriye. Kesên ku sersaxî dane wekî endamê rêxistinê pênase kirine. 8 mehan ew hate girtin. Em jî vê pirsê dikin, gelo li ser rûyê cîhanê tu bav heye ku kurê wî jiyana xwe ji dest dabe sersaxiyê gel, dost û hevalên xwe qebûl nekiribe. Desthilatdariya AKP'ê evqasî ji nirxên mirovahiyê û gel dûr ketine. 

Sûcdariyeke din alîkariya xizanan e

Sûcên din çi ne em binêrin, dibe ku hûn pê bikenin. Ji hevşaredara me ya Elbakê re dozger wiha dibêje; “şaredar ji malbateke xizan re, ji ber ku xwaringeha wan tune ye, xwaringeh ava kiriye û li ser vê yekê jî propagandaya rêxistinê kiriye”. Di meha remezanê de ji ber ku li welatê me xizan gelek in, koliyên alîkariyê hatine belavkirin ev bûye sûcêkî ji hevşaredarên me re. Tiştekî ecêbtir, ji hevşeredarê me re gotine dema ku bûne namzetên hevşeredariya HDP’ê danasîna bernamzeta hatiye kirin û tu jî çûye te li wir xwe daye nasandin. Kesê ku bûye namzet gotine ji te re sûcê tu xwe bidî nasandin, ku tu pesnê xwe bidî û polîtikayên xwe bi raya giştî re parve bike. Bêhiqûqiya qeyûmên AKP'ê ya li dijî HDP'ê bi vî rengî ye.

Em bang li rêyedarên Wezareta Karê Hundir dikin: Werin em vê niqaşê li hemberî raya giştî bikin

Qeyûman di hundirê 4-5 salan de texrîbatên gelek mezin hiştin li pey xwe. Di lijneya wezeratiya karê hûndir ku amade kiriye binihêrin wiha dibêje. Dibêje deynê ku şaredariyên HDP'ê mane, 6,4 milyar e. Em jî di rapora xwe de  bersiva vê yekê didin. Em îdia dikin him  Wezîrê Karê Hundirîn dikare were an jî dikare hin burokratên xwe bişîne. Bi kîjan kesan bawer e bila werin em bi hev re derkevin pêşiya raya giştî em vê nîqaşê li ber raya giştî ya Tirkiyeyê bi hev re bimeşînin. 

Himamên bûhayên wan bi milyonan avakirin û bi tonan qedayîf xwarin

Sal 2016, piştê 11'ê îlonê dema qeyûm hatin ser şaredariyan 24 şaredarî tenê deynê wan ê heyî 780 mîlyon e. Piştî 2,5’an û 31'ê Adarê dema ku ev der bû destkeftiyên HDP'ê wê demê 5,6 mîlyar deyn hebû. Himamên ku milyonan hatin avakirin bi tonan qedeyifan xwaribûn, diyariyên ku dabûn wezîran me gelek caran parve kiribû. Minakeke gelek balkêş em dixwazin bidin. Yek ji wan ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye. 2016 dema qeyûm tê deynê wê 80 milyon e. Piştî 30 mehan dema me bi hêza gelan wê derê stand êdî nêzikî milyarek 30 milyon deyne wê heye. Di nav 4 mehan de gelek kar û xebat hatin kirin li gel vê yekê 90 milyon deyn hatiye dayîn. 

Qeyûm neyartiya gelê Kurd, ziman û çanda gelê Kurd e

Mînakeke balkêş mînaka şarederiya Gewerê ye. Dema ji aliyê qeyûman hatiye xespkirin 4.5 mîlyon pereyê şaredariyê hebû. Piştî 30 mehî dema em ew der bi dest xistibû 680 milyon deynê şaredariyê hebû. Di 17 salan de nikare deynê xwe bide. Pergaleke diziyê wêrankirinê, talankirinê bi destê qeyûmên AKP'ê li ser şaredariyên HDP'ê hatiye meşandin. Bi vê tenê maye. Dema em li angaştên Wezareta Karê Hundir dinêrin dibêjin xizmetên gelek bêhempa û gewre ji bo gelê heremê em dikin. Lê heqîqet ew e ku qeyûm neyarê gelê Kurd e, neyartiya zimanê gelê Kurd çanda gelê Kurd kirine. Du sê mînakan em dikarin bidin. Qeyûmê Batmanê xebata xwe ya yekem li ser girtina malpera Kurdî pêk anî. Qeyûmê Sêrtê xebata xwe ya yekem li ser hilweşandina pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan pêk anî. Qeyûmê Erdîşê pirtûkxaneya gerok ku bi maşîneyekê tax bi tax gund bi gund pirtûk digihandin welatiyên Ercişî, ji ber ku wêneyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran li ser bû ew wêne rakirin ew xebat sekinandin. 

Roja ku me şaredarî stendin wan jî amadekariya xespkirina şaredariyan dikir

Bi van tenê nema, mixabin li Bazîdê peykerê Ehmedê Xanî, li Amedê peykerê Roboskiyê li Nisêbînê peykerê Newroz û Aştiyê, li Qoserê peykerê Ugur Kaymaz hilweşandin. Em dixwazin tiştekî bînin bîra raya giştî. Beriya hilbijartinê Erdogan ev yek digot. Digot ku careke din ev şaredarî bibin destkeftiyên gelê Kurd gelê heremê û yên HDP’ê em ê bi destê qeyûman careke din van deran xesp bikin. Ev polîtîkayên wê rojê ne. Hevalên me 4 meh tenê li ser peywirê man. Di şaredariyan de plansaziya stratejiyê di hundirê 6 mehan de tê amedekirin. Piştî 6 mehan bi destê qeyûman îradeya vî gelî hat xespkirin. Divê tiştek din bê bîra gel. Beriya hilbijartinê Waliyê Amedê, Mêrdînê û Wanê bi daxwaznameyek ji Wezareta Karê Hundir xwest ku qeyûm were. Hin ku şaredarê me dengê hezeran kesan standibû mazbataya xwe nestandibû xwe nestandibû. 

Polîtikayên qeyûman têk çûn em ê bi hev re bi ser bikevin

Baş e em ê çi bikin, an jî pêdivî bi çi heye. 1) 19'ê Gelawêjê dema ku her sê şaredariyên me bi destê qeyûman hatin xespkirin li ser navê desteya rêveberiya bilind a HDP'ê daxuyaniyek hatibû dayîn. Di vê daxuyaniyê de me ev yek gotibû, ger ku îro li derdora şaredariyên HDP'ê li hemberî rejîma qeyûman em bi hev re têkoşînekê nedin, mixabin li vî welatî tu destkeftiyên demokratîk ên bên parastin namîne. Em xemgîn in ku ev daxuyaniya ku me ew roj da îro bi encam bû. Ji ber ku bi qeyûmên li ser zanîngeha Bogaziciyê zagonê qeyûman hate guherandin ku êdî dikarin qeyûman bavêjin ser sazî û dezgehên sivîl. Me tiştekî din jî gotibû heya ku em qeyûman ji vî welatî biqewirînin heya ku em polîtîkayên qeyûman yên qirêj hilweşînin bênavber bi awayekî domdar dê têkoşîna me bimeşe. Îro pêdivî heye ku em bi civaka Tirkiyeyê re têkoşîneke bêhempa têkoşîneke bi hev re ya demokrasiyê, azadî û wekheviyê bidin. Bêşik û gûman em bi vê bawer in ku polîtîkayên qeyûman têk çûne. Ya ku bi ser ketiye vîna gelan, têkoşîna HDP’ê ye. Careke din ji bo beşdarbûna we minetdar û spasdar im. 

Hûn dikarin raporê ji vir daxînin: 

24 Sibat 2021